Tevger, ji bo berdewamîya jîyanê çalakîyên girîng in. Çi ne ev çalakî?: “Tevlivîn, zivirîn, lerizîn (cirifîn, ricifîn), meş, bazdan, avjenî…” Tevger, bi gelemperî, bi hevkarîya masûlke û hestîyan pêk tê. Bi tevgerê re xwîn, gera xwe ya laşî didomîne. Ev jî tê wateya berdewamîya jîyanê. Di laşê mirovên gihiştî da …
Read More »MULTÎPLE SKLEROZ (MS – MULTIPLE SCLEROSIS)
Multîple, “pirhejmar” e; skleroz jî “hişkbûn” e. Multîple: Li gelek cî û deveran bandorîlêkirin e. Skleroz: Piştî êrîşa pergala parastinê ya li dijî rûyê dora şaneyên rehikan (Myelin Sheath) hişkkirin û bi vî awayî bêkêrkirina rû ye. MS, nexweşîyeke li ser mejî û mejîpiştê bi bandor e. Domdar e. Di …
Read More »Fîbromîyaljî – Fibromiyalji – Fıbromıalgıa
Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye. Êşa masûlkeyan û westîyayîbûn 2 taybetîyên sereke ên vê nexweşîyê ne. Ji ber ku sedem nayê zanîn bi gelek nexweşîyên din re tevlihev dibe. Fîbromîyaljî, nexweşîyeke ba ye lê ba çî ye? Ba ango bi navê zanistî “romatîzma”. Romatîzma bi girekî (yûnanî) ji peyva “rheuma” bingeha …
Read More »LI SER NEXWEŞIYA KORONAVÎRUSÊ (COVID-19) NIVÎSEK
Rojevên hemû welatên cîhanê ji vir heyvek ewil an jî heri zêde 40-45 roj berî niha pir cuda bûn. Lê a niha mirov bala xwe didê ku tenê rojevek heye û ew rojev jî li ser mijara man û nemanê dimeşe. Nexweşiya Koronavîrusê(COVID-19) bi qasî 40-45 rojî ye rojeva aşkera …
Read More »Duchenne Muscular Dystrophy – DMD (Duchenne Muskuler Dîstrofî)
Duchenne Muskuler Dîstrofî (DMD), nexweşîyeke masûlkeyan e. Ji nav nexweşîyên masûlkeyan ya herî zêde çêdibe DMD ye. DMD, zikmakî ye û bi lawazbûna masûlkeyan pêşve diçe. Ji alîyê zayendê ve bi giştî li zarokên kurîn (law, kurik) dîyar dibe. Zarokên keç jî pir pir kêm bi vê nexweşîyê dikevin. Her …
Read More »Derizandin û Şikandina Hestîyan
Hestî (bi latînî: Os), di laş da karê hilgirtina giranîya laşî dike. Di laşê mirovên gihaştî da kêmzêde 206 hestî hene. Hestîyên mirov çiqas tendurist û zexm bin jî gelek caran ji ber ketin, çerixîn, lêdan û hwd. diderizin, dişikên û ji cî derdikevin. Hestîyên diderizin, ji hev belav nabin …
Read More »Ankîlozan Spondîlît (AS)
Ankîlozan Spondîlît (AS), nexweşîyeke ba (romatîzma) û movikan e. Bi êş e, domdar (kronîk) e, pêşve diçe, sedem nayê zanîn. Bi kurtasî “kulbûna hestîyê piştê (stûna bi movik)” ye. Ankîloz, “bi pevkelîna movikan re hişkbûna hestîyê piştê” ye. Spondîlît jî “kulbûna movikan” e. Sedemeke taybet ji bo ASyê tune ye …
Read More »Nexweşîya Alzheimerê
Nexweşîya Alzheimerê; bi kêmbûna erkên mejî re bi jibîrkirin, xurifîn (demans), hilweşandina kar û tevgerên rojane xwe eşkere dike. Alzheimer, nexweşîyeke kalbûnê/pîrbûnê ye lê kêm be jî di temenên ciwan de jî ji ber lêdan û hwd. dikare derkeve. Alzheimer, cara yekemîn ji alîyê bijîşk Alois Alzheimer hatîye pênase kirin. …
Read More »EV DER WELATÊ KORONA YE!
Li welatê korona, jan û êş û keder heye, nexweşî heye, zor û zehmetî, xemgînî, dijwarî û kişandin heye; zarok bê dê, bê kal û bê kes dihêle. Li welatê koronayê sela hene….mirin hene. Alîyek mirov dinalin, li alêyek din dîlan û şahî..li nêzê nexweşxanê.Li welatê dîlanê/dawetê şahî heye. Haya …
Read More »Gelo Ez Şîzofren im
Ez li Amedê mamosteyekî dilgerm im , her roj berê sibehê diçim dibistanê dersê didim şagirtên xwe. Navbera min û şagirtên min gelekî germ e. Ez mamostatîya derûnnasîyê(psikoloji) dikim. Navê min jî Kawa ye, di dibistanê de jî dibêjin Evdile. Her roj di riya malê de pêşî diçim ser Sûrên …
Read More »
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…