EV DER WELATÊ KORONA YE!

Li welatê korona, jan û êş û keder heye, nexweşî heye, zor û zehmetî, xemgînî, dijwarî û kişandin heye; zarok bê dê, bê kal û bê kes dihêle. Li welatê koronayê sela hene….mirin hene.
Alîyek mirov dinalin, li alêyek din dîlan û şahî..li nêzê nexweşxanê.Li welatê dîlanê/dawetê şahî heye. Haya wan bi koronayê tune! Hingî hinga wan e.

Yên ku tên nexweşxanê dibêjî qey dinya tev nexweş in. Lê li lokantê dibêjî qey herkes birçî ye. Di rêvitiyê de her kes rêwî ye. Yên di koşkan de ne dibêjin korona nayê cem me.

Yên bi koronayê ketine. Kes bi halê wan nizane, herkes dibêje ew ne ez im.
Xwe ji koronayê distrînin ji bo tenduristiya min e, te ye, wê ye, wan e.

Korona li heywan, giyayan û li keviran nagere li mirovan digere. Korona hûr û piçûk e li her derê digere ji xwe re hevalan dibîne, hevaltyê çê dike. Ji xwe re welatek ava dike!

Divê mirov bizane di mirovatiyê de ha ez ha em…herkes mihtacê hev in. Yên ji koronayê fehm dikin. ji hev dûr in, dûr dikevin. Ji bo xwe, malbat û gelê xwe

Tedbîr ji me ûmit hêvî, şîfa jî li Xweda ye.

Paşa Amedî

Derbar ziman

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply