În , Berfanbar 14 2018
Home / Tag Archives: folklor

Tag Archives: folklor

“Şerê Newala Qeremûsê” di Klama Salihê Beynatî de

Puxte: Folklor, ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet vedîkole, tomar dîke û radîgihîne nifşên dî. Berîya wêjeya nivîskî ev kar bi gotin û bi hostetîya di honandina peyvan de girîngîya dengbêjî û dengbêjan derdîkeve pêşîya me. Emê di vê nivîsê de li ser van mijaran, bi taybetî li ser dengbêj …

Read More »

Nûbihar 142 Derket!

Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …

Read More »

Mele û Keşe

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî melayek û keşayek hebûn. Rojekê mela û keşa bihev re peymanekê çêdikin û bihevre genim diçênin. Dema ku genim digehe, zer dibe, mela û keşa diçin nav zêviye dixwazin genimê xwe lihev belavkin. Mela ji keşa dipirse: – Tu serê dibî an binî? Keşa dibêje: …

Read More »

Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê

Daxistina Dosyayê wekî PDF Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê Ji mêj ve ye ku jina Kurd bi gelek şêweyan mîna semboleke folklorîk derketiye pêş û kedeke wê ya berbiçav di parastin û dewlemendkirina folklor, zargotin û wêjeya devkî ya gelê Kurd de heye. Wê gelek stran û çîrokên tijî hest, çakzanî û serpêhatî li çanda me zêde kirin û …

Read More »

Dirikê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek hebû. Navê wê Dirikê bû. Rojekê Dirikê û jinbira wê ji bo ku cila/kinca bişon diçine serê kaniye. Ji bo ku ava cila germ bikin jinbir ji Dirikê dixwaze ku here darik û qirşika bide hev. Dirikê diçê dar û qirşika dide hev. Lê Dirikê dereng …

Read More »

Zêrka Zêran

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek bi navê Zêrka Zêran hebû. Rojek ji rojan Zêrka Zêran û hevalên xwe diçin qirşika. Zêrka Zêran qirşikê xwe didê hev. Duvre ji hevalê xwe re dibêje: – Min qirşikê xwe dane hev. Heta hûn qirşikê xwe bidin hev ezê razim. Dema ku we karê xwe …

Read More »

Çûk û Pîrê

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Carekê ji caran li gundekî pîrejinek hebû. Rojekê ji roja mevanên pîrê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê wekê, hatibû serê tenûrê. Hundurê tenûrê tijî qirşik û darik û ardû dike lê tenûr pênakevê. Çiqas pifdike tenûrê tenûr pênakevê. Çûkek tê xwe li ser tenûrê …

Read More »

Teyrê Sîmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zemanekî çûkek hebû. Navê wî Teyrê Sîmir bû. Gelekî bedew û xweşik bû. Ji bo ku helîna xwe çêbike li her deverê dinyayê digere. Rojekê darekê dibîne. Dar di nîvê çolekê deye. Teyrê Sîmir diçe hêlîna xwe li ser wê darê çêdike. Di hêlîna xwe de çar …

Read More »

Mirmir

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zilamek û jina wî hebûn. Kurikekî wan hate dinyayê. Ji ber ku geleki dikir mir mir navê wî Mirmir danîn. Bave Mirmir cotkari dikir. Piştî ku Mirmir mezin bû rojeke ji bavê xwe pirsi: – Yabo, îsal me çi çandiye? Bavê wî jê re got: – Me …

Read More »

Qencî û Neqencî

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Du hevalên hev hebûn. Rojekê di rêyekî de dimeşiyan. Yek ji wan hevalan dibêje qencî baş e, ê dî dibêje na neqencî baş e. Li ser vê babetê demeke direj diaxivin. Ji bo ku bihev nakin şert didin berhev. Dibejin; emê herin bal melayekî ku ji bo …

Read More »