Vladimir Propp – Folklor/ Teorî Û Dîrok (Kurtasî)

Jiyana Vladimir Propp (1895-1970)

Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî;  sê pirtûkên “Destpêkirina Almanî ji bo Xwendekarên Rûsî” û gotarek li ser rêzimana almanî ya di berhevokê Propp amade dike. Di sala 1932an de derbasî fakulteya zanîngeha Lênîngradê dibe û heta mirina xwe li wir dimîne. Di salên xwe yên ewil de li vir kursên ziman jî dida, lê piştî sala 1938an giranî da ser folklorê û êdî venegeriya ser zimannasî û pedagojiya ziman.

Wî wek serokê beşa Folklorê kar kir heta ku ew bi beşa Edebiyata Rûsî re hate yek kirin; Têkiliyên wî yên nêzîk bi Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê re hebûn. Berhema wî ya yekem a çapkirî, Morphology of Folktale (Morfolojîya Çîrokan), di sala 1928an de hate çap kirin, ev berhema Propp paşê di cîhanê de navûdengek da û niha xebata wî ya herî zêde tê naskirin e.

Pirtûk di destpêkê de ne li Yekîtiya Sovyetê û ne jî li derveyî welêt zêde deng neanî. Ew di sala 1956an de û ya girîngtir, ji hêla zanyarê navdar ê fransî Claude, bavê damezrînerê antropolojiya pêkhatî ve, ji bo Îngilîzî hate wergerandin. “Structure and From”, ji hêla Levi-Strauss ve di 1960î de – Vladimir Propp

Dema pêşgotin/rexne bi sernavê “Ramanên li ser berhemeke wî” deriyê navdariya cîhanî ji vê pirtûka yekem re û helbet ji Propp re vekir, Propp nêzîkî heftê salî bû û deh salên dawî yên jiyana xwe dijî. Propp di tevahiya jiyana xwe de li tiştên neguherbar di folklorê de geriya û encama wî ev bû ku vedîtina neguhêrbar her gav nayê wateya vedîtina rastiyê. Ji ber ku li gorî Propp, folklor dîsîplîneke îdeolojîk e û nêrînên giştî yên serdemekê nîşan dide û her ku ev dîtin diguherin, naveroka ku ji folklorê re tê dayîn jî diguhere.

Pirtûk ji çar beşan pêk tê;

Beşa 1ê; Xwezaya Folklorê

Beşa 2yan; Folklor û Rastîn

Beşa 3yan; Prensîbên Tesnîfkirina Cureyên Folklorê

Beşa 4an; Li ser Dîrokbûna Folklorê

Beşa Yekem

1.XWEZAYA FOLKLORÊ

1.1.Xwezaya Civakî ya Folklorê

Pirsgirêkên folklorê îro roj bi roj girîngtir dibin. Ti zanistên mirovatiyê yên weke êtnografya, dîrok, zimannasî, dîroka wêjeyê û hwd bê folklor nabin. Folklor dîsîplîneke bîrdozî ye. Rêbaz û mebestên wê ji aliyê nêrînên giştî yên serdemê ve têne destnîşankirin û nîşan dide.

Dinyaya madî û manewî her çiqas wekî hev bin, nêzîk û bi hev ve girêdayî bin jî, divê ji hev bên veqetandin û bibin mijarên cihê yên qada lêkolînê. Ger em bi perspektîfeke dîrokî li meseleyê binêrin, em dikarin hemû xebatên afirîner ên gel wek folklor bi nav bikin. Ne mimkun e ku meriv qala folklora arîstokrasîyê bike.

Folklor hunera tebeqeyên civakê yên jêr ên hemû gelên heyî ye, bêyî ku asta pêşketina wan çi be. Hemû berhemên hunerî bi hev re di nav civakan de beriya avakirina çînan folklor in.

1.2.Folklor û Edebiyat

Morfolojiyên berhemên folklorî û edebî ji hev cuda ne. Folklor jî diyardeyeke edebî ye. Mîna wêjeyê ev jî hunereke devkî ye. Folklor û edebiyat bi gelemperî wekî hev têne hesibandin ji ber ku girêdana di navbera her du dîsîplînan de pir hindik e.  Yek ji cudahiyên herî girîng ew e ku berhemên edebî bêyî îstîsna xwediyê nivîskarekî diyar in. Di berhemên folklorî de berovajî nivîskar tune ne.

Wekhevî pêvajoyeke bi rêkûpêk nîşan dide, wekheviya berhemên folklorîk rewşeke taybet a qanûna dîrokî pêk tîne.  Ji berê ve tê zanîn ku edebiyat bi nivîsandinê û folklor jî bi devkî tê ragihandin. Ev ferq heta niha bi tenê cihêrengiyeke teknîkî hatiye dîtin. Lê belê ev cudahî ferqa herî kûr di navbera erkên folklor û edebiyatê de nîşan dide. Ew diyardeya guhêrbariya folklorê li gorî neguhêrbûna edebiyatê ye.

Berhemeke folklorîk her tim di herikîna xwe de ye, lewra ger tenê carekê were tomarkirin nikare bi kûrahî were lêkolîn kirin. Pêdivî ye ku ew çend caran wekî ku gengaz be were tomar kirin. Em ji her tomarkirinê re dibêjin varyantek, û ev cûrbecûr tiştekî bi tevahî cûda ne ji guhertoyek berhemekê edebî ku ji hêla yek û heman kesan ve hatî afirandin.

Gava ku stran dest bi guherînê dikin, bi awayên cuda tên gotin û guhertoyên wê derdikevin holê, ew dibin berhemên folklorîk û pêvajoya guherîna van stranan qada lêkolîna folklornas pêk tîne.

1.3. Folklor û Etnografiya

Hemû zanistên mirovî tenê dîrokî ne. Nêzîkatiya dîrokî ne tenê pêkhatina pêşketinê, ravekirina wê jî pêwîst dike. Cûreyên herî kevn ên çanda maddî û rêxistina civakî mijara etnografiyê ne. Mirovê seretayî cîhana li dora xwe wekî me nabîne, lê bi rengekî din dibîne, dema ku ji qonaxeke civakî derbasî qonaxeke din dibin nêrînên wan diguherin.

Di folklorê de, sedema ku karakter bi vî rengî an wî rengî tevdigerin ne ji ber ku bûyer bi vî rengî qewimîne, lê ji ber ku ew li gorî zagonên ramanên îlkel hatine dîtin. Folklor bi xwe beşek ji sîstema ayînên olî-rîtuelî ye. Lêkolîna folklorê tenê li ser metnên nivîskî; Lêpirsîna metnên ku ji jiyana aborî, civakî û îdeolojîk a gelan serbixwe hatine girtin, rêbazeke şaş e. Etnografya bingehê lêkolînê ava dike û bêyî vê bingehê folklor li hewa asê dimîne.

1.4. Wek dîsîplîneke dîrokî Folklor

Folklor dîsîplîneke dîrokî ye. Lêkolîna êtnografîk qonaxa wê ya yekem e. Her qonax xwedî sîstem, îdeolojî û hunera xwe ya civakî ye. Folklor, mîna diyardeyên din ên çanda giyanî, zû guhertinan tomar nake, lê di şert û mercên nû de formên kevn demek dirêj diparêze. Pêvajoya ji nû ve kirina kevin bi ya nû re pêvajoya afirîneriyê ya herî bingehîn e ku heta îro di folklorê de tê dîtin.

Edebiyat malzaroka folklorî ye; edebiyat ji folklorê çêbûye. Folklor pêşdîroka wêjeyê ye. Tevahiya edebiyata gelan a di vê qonaxê de dikare û divê li ser bingeha folklorê were lêkolîn kirin.

 

Beşa Duyem

  1. FOLKLOR Û RASTÎN

Çîrokek awarte wekî celebeke realîst derdikeve pêş, lê tê îddîa kirin ku kêmasiyek wê heye: Hêmanek xeyalî dihewîne ku têkiliya wan bi rastiyê re bisînor û asteng dike. V. P. Anikin dibêje “Di folklorê de nimandina rasteqîniyê ya bi bawerî çavkaniyên xwe ji ezmûna civakî û dîrokî ya heta îro digire.” Lenîn dibêje, “Di her çîrokeke gelêrî de hêmanên rastiyê hene…” Nêrîna herî kurt a li çîrokên gelêrî jî dê rastbûna vê gotinê piştgirî bikin.

Di çarçoveya têkiliya di navbera çîrok û rastiyê de ne vebêj û ne jî guhdêr rastiya çîrokê napirsin.  Yê ku dikare û divê xwe nêzî mijarê bike û diyar bike lêkolîner e. Lê ev pêvajo ji têgihîştina hunerî bêtir beşek têgihîştina zanistî ye. Tiştê ku li ber destê me ye, ne rastiyeke gelêrî ya lawazkirî an jî kêmbûyî ye, ne alegorî û fabl e, lê çîrokeke gelêrî ye.

Çîrokeke gelêrî, çîrokeke ji berê ve hatiye plankirin û helbestî ye. Tu carî xwe wekî rastiyek dernaxwe holê. Di gelek çîrokên gelerî yên mîzahî de, rastî bi qestî tê berevajîkirin. Ji ber vê yekê, mirov çîroka gelêrî balkêş dibîne.

Yek ji taybetiyên çîrokên gelêrî ev e ku, her çend ne bêjer û ne jî guhdêr ji çîrokê bawer nekin jî, bûyerên ku berê neqewimin û dê qet neqewimin, bi hin awaz û îşaretên axaftinê têne vegotin, mîna ku bi rastî qewimîbin. Ev berevajî mîzahê di çîrokê de diyar dike. Vebêjer an jî helbestvan û guhdêr tenê bi kiryarê re eleqedar dibe û ji wê wêdetir dernakeve. Şert û mercên çalakiyê ne karê wî/wê ye. Armanca vebêjer ne temsîlkirina rastiyê ye. Xuyabûna karakteran jî li derveyî qada berjewendiya wî ye.

Ev xemsariya li hember şert û mercên ku bûyer tê de diqewimin û xuyabûna karakteran folklorê ji hunera edebiyata nivîskî ya realîst cuda dike. Hema bêje ne mimkûn e ku meriv li malên gund, axa û xulamên cûrbecûr û rûyên cihê yên ku Tolstoy di “Sibeha Xwedîyê Erdan” de, di folklorê de vedibêje, were dîtin. Di folklorê de çîrok tenê ji bo ku bûyer werin fêmkirin tê vegotin.

Dema ku behsa folklorê tê kirin, di vegotinê de rola her kesî heye û tu karakterên zêde tê de nînin. Ew hemî tenê ji ber kirinên xwe rolên xwe dilîzin û bala guhdaran dikişînin. Ji ber vê yekê di folklorê de tenê karakterekî/ê sereke heye. Di navendê de karekterek heye û li dora wî û kirinên kesên din, dijminên leheng, yên ku alîkariya wî dikin, an jî yên ku ew diparêze hene. Çalakî bi kirinên leheng pêş dikeve û her tiştê derveyî vê tevgerê li derveyî vegotinê dimîne.

Dema ku lehengek çalak e, yên din pasîf in. Çîrokên awarte (olaganustu) li ser prensesa ku li pey rihetiya xwe ye nasekine, lê li ser lehengê di lêgerîn û çalakiyê de ye disekine. Di rewşên ku ji kesayetîyekê zêdetir hebin, tenê yek, herdem çalak e. Di folklora epîk de taybetîyeke cuda ji bo cih heye. Dema ku “tesadûfa bûyeran” ku rêça çalakiyê û encamên çaverêkirî diyar dike, di warê realîzmê de pirsgirêkê derdixe holê, di warê vegotina gelêrî de pirsgirêk dernakeve. Karakterên di vegotina folklorê û yên edebiyatê de bi tevahî ji hev cuda ne. Karakterên di edebiyatê de kesên bêhempa ne. Di edebiyatê de her kesayet girêdayî mijarekê ye û ji berhemekê derbasî berhemeke din nabe.

Di folklora vegotinê de hemû karakter yan baş in yan jî xerab in. Ev di çîrokên awarte de zelaltir tê dîtin, lê taybetmendiya navborî di hemî celeban de derbasdar e. Îmgeya ku ji hêla “qehremanekî/ê baş” ve hatî hilgirtin her gav bi darazên nirxê civakê re nagunce.

Ji ber ku helbesta epîk hinek şêweyên ramanê yên arkaîk nîşan dide, çîroka gelêrî ronahiyê dide hin taybetmendiyên helbesta epîk. Çîroknûs bawer nakin ku çîrokên ku dibêjin rast in. Di helbesta epîk de rewş cuda ye. Dengbêj bersivên cuda û nakok didin dema ku ji wan tê pirsîn ka ew ji gotinên wan bawer dikin an na. Berevajî çîrokbêjan, dengbêj nikarin qebûl bikin ku bûyerên wêrek, mezin, an dramatîk ku ew diyar dikin derew in; Her çend di berhemên xwe de rastiyeke kûr a hunerî têbigihêjin jî, nizanin têgihîştina xwe çawa bînin ziman. Ew di jiyana nûjen de nemimkûniya bûyerên bi vî rengî fam dikin û çalakiya bîlinan bi paşerojê ve girê didin.

Her cureyekî folklorê bi xwe re sînor û kêmasiyên xwe hene, her wiha asta wê ya kamilbûnê jî heye. Zêmar/Mersîye/Agit ji çîroka gelerî celebeke ciwantir e. Çavkaniyeke din a strana dîrokî jî strana lîrîk e, ku pêşketina hestyarî, taybetmendiya muzîkê û cihêrengiya şêweyî dide wê.

Stranên dîrokî li ser jiyana siyasî ya berê û niha ya mirovan in. Her çend stranên dîrokî navên fermandarên gelêrî hildigirin, rola rêxistinên leşkerî vedibêjin û şer û tevgerên artêşên bi xwîn vedibêjin jî, helbesta epîk ne bi artêşên birêkûpêk re eleqedar e, ne jî artêşên Rûsî vedibêje.

Lehengên stranên dîrokî kesayetên dîrokî yên bi hin nav û taybetmendiyên takekesî ne. Di hin rewşan de, xêzkirina karakterê psîkolojîk kûr û tevlihev e.

Têkiliya folklorê bi rastiyê re bi sê awayan dibe:

1) Folklor jî wek her hunerî ji rastiyê çêdibe. Îmgeyên herî xeyalî jî bingeha xwe ji jiyana rast digirin. Lêkolînek materyalîst divê bingehên dîrokî yên folklorê bibîne. Ev ji bo hemû folklorê derbasdar e.

2) Folklor jiyana rasteqîn nîşan dide, bêyî ku niyeta afirîner û pêkhênerên wê hebe. Şêl û naveroka vê refleksê li gorî dem û cureyê diguhere. Van li ser menzuma (helbestkî) folklorî ne.

3) Hunermendekî folklorîk armanc dike ku rastiyê temsîl bike. Armanceke wiha strana dîrokî û folklora karkeran diyar dike.

Beşa Sêyem

  1. PRENSÎBÊN TESNÎFKIRINA CUREYÊN FOLKLORÊ

Weke ku tê zanîn cinsên helbestê; helbesta epîk (bi teybetî helbesta vegotinî û pexşanî), drama û helbesta lîrîk in. Cins ji cureyan pêk tê û em ji van cureyan re dibêjin cure (genre). Ji ber ku folklor ji berhemên hunera devkî pêk tê, divê em ji lêkolîna zagon, hêmanên bingehîn û beytên vê hunerê dest pê bikin. Menzum bi amûrên ku ji bo derbirîna mebestên hunerî û ronîkirina cîhana hest û ramanan têne bikar anîn re têkildar e û formek girêdayî naverokek taybetî (mijar û peyama ku ew diyar dike) nîşan dide.

Karê yekem ê tesnîfkirinê, diyarkirina envantera cureyên folklora her gelî ye. Envantera cureyên folklorê yên ku ji bo miletekî derbasdar e, bi awayekî mekanîkî nayê veguheztina folklora miletekî din.

Di danasîna cureyên folklorê de pîvana herî girîng jî pergala helbestê be jî, divê em hin taybetiyên cihêreng ên ku di edebiyatê de nînin, bihesibînin. Di folklorê de cureyên ku bi sepandina wan di jiyana rojane de têne binavkirin hene û divê ev pîvana duyemîn a dabeşkirinê pêk bîne. Pîvana sêyem jî di danasîna celebê de dikare rolek girîng bilîze forma performansê ye.

Di encamê de, celebek ji hêla menzumê, celebê performansê û têkiliya bi muzîkê re diyar dibe. Wekî qaîdeyek, yek taybetmendiyek têrê nake ku celebek ku ji hêla hemî taybetmendiyan ve hatî destnîşankirin diyar bike.

Dema ku cureyek tê lêkolîn kirin, divê li gorî daneyan bi qasî ku pêkan be bi hûrgulî û rast were destnîşan kirin. Divê envanterek ji cureyên folklora hemû gelan bê çêkirin û her yek ji wan bê diyarkirin. Bi vî awayî, em fêr dibin ka çîrokên gelêrî û celebên cûda yên efsaneyan çawa ji hev cûda dibin. Em ê keşf bikin ku her gel xwedî çi celeb stranên lîrîk û epîk e.

Mînakî, di berhevoka A. I. Sobolevsky ya heft cild a stranên gelêrî yên rûsî de, materyal wiha tên dabeş kirin: Stranên vegotinê (cild 1), stranên malbatê (cildên 2 û 3), stranên evînê (cildên 4 û 5), stranên seferberiyê, stranên leşkeran, stranên li ser girtiyan, stranên diziyê, stranên zindanê, stranên keştiyan û xizmetkaran (cild 6), stranên ke û stranên lîstikê (cild 7) .

Digel ku gelek têgînên me yên wekî cins, qad, cûrbecûr, celeb, çîrok, motîf, varyant û hwd hebin jî, mirov dikare termînolojiyek cûda jî biafirîne.

Fikrên jêrîn ji bo dabeşkirinê pir girîng in;

1.Taybetmendiya hilbijartî divê bikaribe aliyên têkildar ên diyardeyê nîşan bide

  1. Divê taybetmendiya hilbijartî di tevahiya dabeşkirinê de heman bimîne û qet neyê guhertin.
  2. Taybetmendiya bingehîn divê bi zelalî were formule kirin; Bi vî şeklî, şîroveyên cûda dikarin bêne asteng kirin.

Tesnîfkirina folklorê li gorî taybetmendiyên sabît, wekî ku mantiq hewce dike, tenê piştî ku em fêr bibin ji bo her celebê çi sabit û çi ne sabit e, gengaz e. Mînakî, dabeşkirina ji hêla karakteran ve tenê di rewşên ku me destnîşan kiriye ku karakterek taybetî bi rastî bi hin çalakiyan ve girêdayî ye mimkun e.

Wekî encamek, taybetmendiyên ku wekî bingehek ji bo dabeşkirinê têne bikar anîn divê têkildar, stabîl û rast bin. Dema ku taybetmendiyên bingehîn têne dîtin, dabeşkirina rastîn dikare dest pê bike.

Di tesnîfkirina zanistên xwezayî de xeletiyên mantiqî nînin û ne mimkûn e. Her çend daneyên me ji hêla kalîteyê ve cûda bin jî, divê em encamên mîna yên zanistên xwezayî armanc bikin.

 

Beşa Çarem

  1. LI SER DÎROKBÛNA FOLKLORÊ

Bingeha dîrokî ya folklorê weke ronîkirina bûyer û mirovên bi vî rengî yên rast tê fêmkirin. Tê çaverêkirin ku lêkolînerek nîşan bide ka kîjan bûyer û kes di her berhemek bîrdariyê de têne xuyang kirin û van bûyer û mirovan bi guncav dîrokî dike.

Têkiliya folklorê bi rastiyê re bi sê awayan dibe:

1) Folklor ji rastiyê çêbûye, lê rasterast şopên rastiya şênber an jî ew rasterast şopên serdemê nagire.

2) Şêweya duyemîn a têkiliya di navbera folklor û rastiyê de, plansaziyek xeyalî ya ku tê de şopên cûda yên gelan vedihewîne pêşwaz dike.

3) Ya sêyemîn, îcraker hewl dide ku rastiyê diyar bike.

Ji bo ku bingeha dîrokî ya folklorê rast were fêhmkirin, divê neyê ji bîr kirin ku folklor ne tevayîyek yekgirtî ye; Di nava xwe de li cureyan tê dabeşkirin.  Cure, yekem yekîneya bingehîn e ku divê hûn lêpirsîna xwe pê re dest pê bikin. Yek ji taybetmendiyên sereke yên cureyê beytên wê ye; Her cure pergala xwe ya menzum/helbestî heye.

Ji bo vekolîna dîroka çîroka awarte/olaganustu, divê em pêşî li morfolojiya çîroka awarte vekolin. Bi heman awayî, bêyî ku tîpolojiya efsûnan, beytên risteyan, pêkhatina stranên rêûresm û şeklê stranên kilaman zanibin, tu carî em nikarin qonaxên destpêkê yên zayîn û pêşkeftina van celeban eşkere bikin.

Folklorîst xwedî edet e ku bala xwe didin tomarên devkî. Wateya dîrokîbûnê diyardeyeke bîrdozî ye. Stranên dîrokî ji aliyê kesên ku şahidî ji bûyeran bûne an jî di nav wan de jiyane hatine çêkirin. Piraniya stranên dîrokî li ser şer in. Heta astekê stranên karkeran mîrasgirên stranên dîrokî ne.

Dema ku gel dest bi avakirina dewletekê dike, helbesta wî ya epîk/destankî gelek diguhere. Epîka kevin car bi car ji nû ve tê çêkirin û epîkeke nû çêdibe ku dewlet û berjewendiyên wê radixe ber çavan. Helbesta epîk mîna tebeqeyên erdê ye ku bermayên serdemên cihêreng ên erdnasî hildigire. Du cureyên folklorê hene: Di ya yekem de, bêyî ku mebesta vebêjer çi be, rastî derdikeve holê. A dudîyan de, ronîkirina rastiyê armanca sereke ya hunermend e.

Di hunera devkî de jî di bingehê de rewş wisa ye. Di îkonekê de, mirov diguherin pîrozan, û di helbesta epîk de, mirovên asayî vediguhezin lehengan – lehengên mezin ên ku destkeftiyên mezin kirine ku kesekî/ê din nikare bike.

Di folklorê de rêbaza deduktîv/tumdengelîmê her tim serdest bûye, ango lêkolîn li ser bingeha teorî an hîpoteza giştî ya ku li ser bûyeran li gorî komek pêşniyaran hatine nirxandin hatine kirin.

ENCAM

Di destpêka pirtûkê de behsa jiyana Propp hat kirin. Wek em dibînin, piştî demekê Propp hemû berhemên xwe li ser folklorê rawestand û berhemên girîng derxistin holê.

Pirtûka Propp ya herî populer û ya ku wî daye nasîn “Morfolojiya Çîrokê” ye. Lê beriya vê pirtûkê, pirtûka ku wî tê de prensîbên folklorê nivîsandiye, ew pirtûka ku me heta niha bi kurtasî jor nivîsandiye.

Ev pirtûk li ser xwezaya civakî ya folklorê, folklor û rastî, tesnîfkirina folklorê û dîrokîbûna folklorê radiweste. Folklor zanistek e ku roj bi roj girîngiya wê zêde dibe. Ev şaxê zanistê ku bingeha zanistên civakî pêk tîne, pêdivî bi lêkolîna zanistî heye.

Dema ku folklor zêdetir li ser berhemên devkî disekine, edebiyat jî zêdetir li ser berhemên nivîskî radiweste. Di berhemên nivîskî de tu guherîn çênabe, xebatên devkî jî li gor dem û rewşê tim diguherin. Di berhemên edebî de nivîskar diyar e, di berhemên folklorîk de nivîskar tune.

Folklor bi gelek şaxên zanistê re têkildar e. Folklor di heman demê de bingeha wêje, dîrok û etnografiyê pêk tîne. Folklor her çend çavkaniya xwe ji rastiyê bigire jî, bi demê re diguhere û xema wê ji rastiyê zêdetir îfade û pêşkêşkirina bi bandor e. Gelek çîrok bi aliyên xwe yên pêkenok û mîzahê derdikevin pêş. Armanca vebêjer qet ne temsîlkirina rastiyê ye. Di edebiyatê de gelek kes girîng in, di folklorê de tenê leheng girîng e û bûyer li dora lehengek tenê diqewimin. Ya ku Propp herî zêde diparêze ev e; Zanistên civakî jî mîna zanistê fenê, divê mîna formulên matematîkê di têkiliya sedem û encamê de formulên xwe biafirînin û bi vî awayî lêkolînan bikin. Divê envanterek ji cureyên folklora hemû gelan bê çêkirin û her yek ji wan bê diyarkirin. Bi vî awayî, em fêr dibin ka çîrokên gelêrî û celebên cûda yên efsaneyan çawa ji hev cûda dibin. Em ê keşf bikin ku her gel xwedî çi celeb stranên lîrîk û epîk e. Di tesnîfkirina zanistên xwezayî de xeletiyên mantiqî nînin û ne mimkûn e. Her çend daneyên me ji hêla kalîteyê ve cûda bin jî, divê em encamên mîna yên zanistên xwezayî armanc bikin.

Amedekar: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply