Destana Destan

piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand
a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyê
tariyeke zilqemirî melisîbû li hewaya sikîsar li ser bajarokê şilûşîn
piştre min li xêzên li kefa destê wî yê rastê kûr û dûr mêzand
 
– Xêza temenê te dipdirêj e delalo, tuyê gelekî bijî.
– Min nedizanî tu falbaz î. Ma tu nabînî em li taxeke bajarokê şîn hatine dorpêçkirin. Çawa temenê min wê dirêj be ezbenî?
 
nola derwêşekî bêxew bi sê rengan bişirî
her du kevçikên destên xwe dane ber her du nermikên guhên xwe
û berê her du guhên xwe dana kesera li ser keserê miştqelişî
 
Ay delal ay delal…
Were delal, mi li diyara diyarê sermîn im
Tavek ketiye qerejdaxa şewitî, gulê b’avê mamdela rengîn e
Tîrêjek xwe berdayî welatê boz hewayê
Welatê cûlê’v berya b’avê bozîn e
Qasîda xelkê rêwî-werçîn e
Qasîda min û xelkê delal, çilê mibareka havîna
Prîskê berfê, peşkê baranê, helkîna av-bayê xerbîn e
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Were delal lawiko, çiya sar e ji berfê ra
zozan xweş e ji kêfê ra
Qerejdax xweş e ji koçeriyê ra
Xwedêo miradê ne ji dil be bira ji axa goran ra bimîne…
Delal ay delal…
Ay delal ay…
Ay delal ay…
 
nola dengbêjekî li ber mirinê sewisî 
li sêdengiya sê rengan bi çilçavî hisand 
çar hêl hem li derdora xwe hem jî li derdorên hev zivîrîn  
heya hiş hişk ketin hest bûne hestî û li xwe heyirîn
piştre ranehişte pênivîska şîn bi destê xwe yê rastê
li ser destê xwe yê çepê navê xwe nenivîsî
li ber bendika destê xwe yê çepê
bi serê pênivîskê şiklê saeteke çargoşe xêz kir
hê karwanê masîfiroşan nebûrîbû ji sêbera şevê
piştre bi destê xwe yê çepê rahişte pênivîska tejî masî
derxist ji nav ava sor û şor a deryaya ferhengê
li ser rûçermê destê xwe yê rastê zîn nivîsî
 
hê jî ronayiyeke qemer dişelişî li ser bajarokê şîn
piştre pişta her du destên xwe anîne tenişta hev 
hem li saetê hem li zînê mêzand
hê karwanê stêrkifroşan nebûrîbû ji sêbera şevê
hê zîn şiyar nebûbû ji xewnê
 
piştre bişirî
careke din rahişte pênivîskê
berê tîrika kin a saetê da xwe tîrîka dirêj da zînê
careke din li saeta çargoşe mêzand
bûbû şeş û çaryek li ser çerxa mirinê
 
bi destê xwe yê saet li ser xêzkirî 
destê xwe yê zîn li ser nivîsî girt 
nola şevşokekî bêxew 
berê xwe da roniya şevê 
 
pêşî pejnek bihîst ji tara tariyê
piştre fîtêna dîwarekî hat ji nalîna spîndarekê 
piştre dengê bilûra Egîdê Cimo herikî ser kevirekî qer 
piştre germiyeke şînşîrîn xwe bi çargavkî berda nava bedenê
 
Were delal di semera çiyayê, di binya me ra
Pozê cûrê, pozê tûgêl û xêr û yarimcê giş xuyayî
Taximê sing û berê mi keçikê ji delalê dilê mi ra
Mîna bûrteqaleke ji bûrteqalê yafê ye
Hingivê sêrtê ye, xurmeka bexdayê, hêjîreka şingalê ye
Na wele taximê sing û berê mi keçikê ji delalê dilê mi ra
Nala mewijê hebabê, dimsa tizyanê, gûşyekî tiryê lawê qoce cibûr
Li Diyarbekira şewitî di sindûqa ra bi ser hev da şîrêz daye
Were delal hatî yî mala sêvê zer e
Alemê kirî bi weqiyan e
Mi ji delalê dilê xwu ra kirîbûn berber e…
Delal ay delal…
 
– Du sed û şeş!
– Çi ye ezbenî, du sed û şeş? Behsa çi dikî?
– Du sed û şeş hestî hene li bedena her mirovekî
– Her mirovekî? Xêr e ezbenî, ma dersa me biyolojî ye?
– Dereke te naêşe ezgorî?
– Na, ezbenî, na, na… dereke min naêşe, her deverên canê min diêşin.
 
Xwest pelikên çavên xwe bi jor de rake û wan dengên li derdora xwe bibîne lê ti tişt nedît ji bilî şînerojekê. Te digot qey bi hev ve zeliqîbûn mijgulên wî, dikir nedikir jev venedibûn. Piştre dev ji xwesteka xwe berda û bala xwe da şikl, şemal, xêz û motîfên li ser sorayiya li pişt her du pelikên çavên Zînê.
 
– Bîst û çar parsûyên mirovan hene.
– Belê ezbenî ez jî dizanim, dozden cot in û di nav wan de dil heye. 
– Û çar ode hene li dil, çar derî, çar qepaq…
– Nola welatê me yê şi’îreke şîn…
 
Careke din xwest pelikên çavên xwe bi jor de rake û wî dengê pê re diaxivî bibîne. Bi ceribandina cara sisêyan şikl, şemal, xêz û motîfên li pişt pelikên çavan bi derbekê winda bûn. Tiştek nedidît, ji bilî siya dengê xwe yê westiyayî. 
 
– Zûlkarneyn e.
– Çi ye zûlkarneyn ezbenî, kî ye zûlkarneyn?
– Ji kesê ji hela ronî bibûre hela tarî re zûlkarneyn tê gotin.
– Himm… La mînor, akoreke triad e ezbenî, nola akorên din ên mînor hestiyan jî dinermijîne. Bandora vê akorê mat e û bi hizn e, rihê mirov ditevizîne. 
 
Piştre bersivek hate bîrê.
 
– Gelo ji kesê ji hela tarî bibûre hela ronî re çi tê gotin?
– Min fam kir delalo, dema hest nebe tenê hestî dimînin li nav goşt. Em ji kesê ji hela tarî bibûre hela ronî re dibêjin heval. Belê, belê, em bi tenê dibêjin heval, tişteke din nabêjin.
 
Were delal, xwedêo, berya jêrî, nav riya da
E’j’ta rast, tu j’nigê xam ciwaniya delêl ra
Mi l’diyara diyarê xana xerîb im
Tavek hilkişyayî berya boz hewayê, xwu berde b’berya cûlê ve
Were delal mi l’diyara diyarê mêrgemînê
Pezê lawikê min naxwo pelê melwendê, koka talelişîrê
Ez ê bi qurbana tiliyê delalê dilê xwe bim
Qerimî l’ser darê bilûrê…
Delal ay delal…
 
– Hevalo te çima klam nîvco hişt, ez qûrbana te, xwezî me zêdetir narqoz bida te bandora wê zû neqediyaba, me li dawiya klamê jî guhdarî bikira.
– Narqoz?
– Hevalo, gelek hestiyên te şikestine, veçiqîne, divê tu demeke dirêj nelepitî, lê netirse hestiyên te hemû wê bicebirin dîsa lê hest, nizanim…
– Bajarokê şîn?
– Bajarokê şîn hê jî şîn e delalo, bi saya we hevalan, tarîfroşan nekarî rengê wê biguherînin.
 
Piştre bêdengiyeke sar bi sê dengan çokên xwe berdane ser sêrêyanka dîmenê.
 
– Em mecbûr man heval, me destekî te ji navmilê birî.
– Kîjan dest, kîjan dest?
– Ê çepê
– Oxx…
 
Piştre doxtor, saeteke çargoşe derxist ji berîka xwe, nêzî wî kir.
 
– Lê tiştek bi saeta te nehatiye hevalo.
 
Li saetê mêzand, saeteke çargoşê bû û tîrika dirêj û ya kin li ser hev bûn. Qet nehate bîra wî, meraq jî nekir, wê gavê saet çend bû…
 
Ay delal ay…
Were delal, xeberek ji mi ra hatî
Dibên delalê dilê te nexweş e
Li serê, mi go rebî ta delêl b’mirina wî be, rihê min têke berê
Were delal mala me vay, îşev çira me vêketî, agrê me daday
Birayê mi biçûk in, mektebayî, bavê min extyar e, li odê ye
Pîrek diya mi heyî, ji êvar da lihêf li serê xwe werdayî
Delal were taximê singê û berê mi keçikê ji te re mixela mayî
Delal ay delal… sirguno…*
 
– Ji me re dibêjin Kirâmen Kâtibîn; em du melek in, yek ji me li milê çepê, yek ji me li milê rastê… Rakib li milê rastê ye, ew xêran dinivîse. Ez Atîd… li milê çepê me, gunehan dinivîsim. Ev heft sal in, Rakîb bê rawestan xêrên wî  dinivîse. Ez betal mame, tiştek naqewime da karibim binivîsim, çi bikim eger ew gunehan neke? Çi binivîsim? Ji bêntengiyê, ji xwe re çîroka wî dinivîsim. 

Nûdem Hezex-Diyarname.com

18/12/2023

 
*Deşîfrekirina klamê; Ceso
www.youtube.com/watch?v=tU3BvIK9emI

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply