Tag Archives: folklor

Nîsan, 2018

  • 24 Nîsan

    Meselok û Şîroveyên Biwêjan

    RÊÇ RÊÇA KERÊ YE, FEHL FEHLÊN PERÛ NE: Xesiyeke û bûkeke ya wê heye. Lê xesî jî xesî ye ha! Ewqas  dijwar e ku nahêle bûka wê bêdestûr xwarinê jî bixwe. Rojekî xesî malê didû û diçe dehlikê da ku karên xwe pêk bîne. Dema xesî derdikeve hema bûk bi lez û bez diçe kerê kurtan dike û dikeve malê. …

Sibat, 2018

  • 25 Sibat

    Nûbihar 142 Derket!

    Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek  weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …

Hezîran, 2017

  • 1 Hezîran

    Mele û Keşe

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Li gundekî melayek û keşayek hebûn. Rojekê mela û keşa bihev re peymanekê çêdikin û bihevre genim diçênin. Dema ku genim digehe, zer dibe, mela û keşa diçin nav zêviye dixwazin genimê xwe lihev belavkin. Mela ji keşa dipirse: – Tu serê dibî an binî? Keşa dibêje: …

Sermawêz, 2017

  • 11 Sermawêz

    Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê

    Daxistina Dosyayê wekî PDF Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê Ji mêj ve ye ku jina Kurd bi gelek şêweyan mîna semboleke folklorîk derketiye pêş û kedeke wê ya berbiçav di parastin û dewlemendkirina folklor, zargotin û wêjeya devkî ya gelê Kurd de heye. Wê gelek stran û çîrokên tijî hest, çakzanî û serpêhatî li çanda me zêde kirin û …

  • 3 Sermawêz

    Dirikê

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek hebû. Navê wê Dirikê bû. Rojekê Dirikê û jinbira wê ji bo ku cila/kinca bişon diçine serê kaniye. Ji bo ku ava cila germ bikin jinbir ji Dirikê dixwaze ku here darik û qirşika bide hev. Dirikê diçê dar û qirşika dide hev. Lê Dirikê dereng …

  • 1 Sermawêz

    Zêrka Zêran

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Keçikek bi navê Zêrka Zêran hebû. Rojek ji rojan Zêrka Zêran û hevalên xwe diçin qirşika. Zêrka Zêran qirşikê xwe didê hev. Duvre ji hevalê xwe re dibêje: – Min qirşikê xwe dane hev. Heta hûn qirşikê xwe bidin hev ezê razim. Dema ku we karê xwe …

  • 1 Sermawêz

    Çûk û Pîrê

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Carekê ji caran li gundekî pîrejinek hebû. Rojekê ji roja mevanên pîrê ten. Ji bo ku nanê xwe bi tenûrê wekê, hatibû serê tenûrê. Hundurê tenûrê tijî qirşik û darik û ardû dike lê tenûr pênakevê. Çiqas pifdike tenûrê tenûr pênakevê. Çûkek tê xwe li ser tenûrê …

Cotmeh, 2017

  • 27 Cotmeh

    Teyrê Sîmir

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zemanekî çûkek hebû. Navê wî Teyrê Sîmir bû. Gelekî bedew û xweşik bû. Ji bo ku helîna xwe çêbike li her deverê dinyayê digere. Rojekê darekê dibîne. Dar di nîvê çolekê deye. Teyrê Sîmir diçe hêlîna xwe li ser wê darê çêdike. Di hêlîna xwe de çar …

  • 20 Cotmeh

    Mirmir

    Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran. Zilamek û jina wî hebûn. Kurikekî wan hate dinyayê. Ji ber ku geleki dikir mir mir navê wî Mirmir danîn. Bave Mirmir cotkari dikir. Piştî ku Mirmir mezin bû rojeke ji bavê xwe pirsi: – Yabo, îsal me çi çandiye? Bavê wî jê re got: – Me …

Tebax, 2017

  • 31 Tebax

    Giyayê Ku Li Ser Koka Xwe Şîn Hatiye

    Gava mirov behsa çand, hebûn û mîrata mirovî û şaristanî ya miletekî dike, di serî de wêjeya devkî û zargotin dikevin tora hişê mirov, çi ku zengînîya herî berbiçav û xwenîşandana herî serincrakêş a çanda her miletî di şikefta vê xweşbêjîya xwemakî de veşartî ye. Zimanê ku hêmana sereke ya avakirina kesayetîya neteweyî ya her gelî ye, dibe alava tomarkirina …