Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê

Jiyana Vladimir Propp (1895-1970)

Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an li St. Petersburgê de hatiye dinyayê. Di xortaniya xwe de li hawîrdora bahoz a Rûsyayê di 1913-18an de, li zanîngeha St. Petersburgê wî fîlolojiya rûsî û almanî dixwend. Di dibistana navîn de dest bi mamostetiya van zimanan kir. Paşê li zanîngehê bû mamosteyê almanî;  sê pirtûkên “Destpêkirina Almanî ji bo Xwendekarên Rûsî” û gotarek li ser rêzimana almanî ya di berhevokê Propp amade dike. Di sala 1932an de derbasî fakulteya zanîngeha Lênîngradê dibe û heta mirina xwe li wir dimîne. Di salên xwe yên ewil de li vir kursên ziman jî dida, lê piştî sala 1938an giranî da ser folklorê û êdî venegeriya ser zimannasî û pedagojiya ziman.

Wî wek serokê beşa Folklorê kar kir heta ku ew bi beşa Edebiyata Rûsî re hate yek kirin; Têkiliyên wî yên nêzîk bi Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê re hebûn. Berhema wî ya yekem a çapkirî, Morphology of Folktale (Morfolojîya Çîrokan), di sala 1928an de hate çap kirin, ev berhema Propp paşê di cîhanê de navûdengek da û niha xebata wî ya herî zêde tê naskirin.

Pênaseya Çîrokê

Çîrok bi gelemperî hêmanên fantastîk û xeyalî dihewîne. Çîrok bi gelemperî çîrokên ji çanda gelêrîne ku bi kevneşopî nifş bi nifş têne vegûhestin. Dibe ku ev çîrok, çîrokên ku di gelek çandan de ji zarokan re hatine gotin bin û hînkirin tê de hene. Lê çîrok ne tenê ji bo zarokan e, li gor cureyan hinek ji bo zarokan in hinek jî ji bo mezinanin.

Çîrok bi gelemperî ji cîhana rastîn bêtir di cîhanên xeyalî de derbas dibin. Heyînên awarte, cihên efsûnî, leheng, karakterên xerab û ecêb hêmanên çîrokan de pir caran têne bikar anîn. Çîrok bi gelemperî xwedan avahiyek çîrokê ne ku tê de karakterek bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne, wan zehmetiyan derbas dike, û bi gelemperî şîretek an dersek encam dide.

Propp ji bo çîroka derasa pênaseyeke wiha kiriye: ‘‘Çîroka ku bi xerabî an jî kêmahîyekê dest pê dike, di fonksiyonên navbeynkar de derbas dibe û bi zewac an jî bi vekirina girêkê bi encam dibe. Çîrokên wiha ji aliyê dirûvên xwe ve çîrokên derasa ne.’’ (Propp, 1985)

Derheqê Pirtûka Morfolojîya Çîrokan û Nirxandin

Pirtûk ji neh beşan pêk tê.

  1. Dîroka Pirsgirêkê
  2. Rêbaz û Materyal
  3. Fonksiyonên Kesan
  4. Şibandin. Wateya Morfolojîk ya Heman Fonksiyon a Duduyan
  5. Çend hêmanên din ên Çîrokê
  6. Belavkirina Karûbaran Li gor Kesan
  7. Rêyên Cûda yên Tevlîbûna Mirovan Di Herikîna Bûyerê de
  8. Taybetmendiyên Kesan û Wateya Van Taybetmendiyan
  9. Bi Tevahî Çîrok

Vladîmîr Propp, yek ji teorîsyenên folklorê yên binyatger e, di sala 1928an de çîrokên rûsî (çîrokên awarte) li gorî avahiya wan lêkolîn û tesnîf kirin û bû pêşengê vê lêkolînê. Dema lêkolîna çîrokên gelêrî yên rûsî dike, Propp eşkere dike ku wan de binyadê hevpar hene ku tevî cûdahiya mijarê naguherin. Her çiqas berê fikreke wisa çênebûbe jî, ew di wê baweriyê de ye ku qaîdeyên ku pêkhateya çîrokên gelêrî pêk tînin dikarin derkevin holê. Li ser vê yekê ew li ser fonksîyonan disekine û wan fonksîyonan bi pergal dike û di çîrokên awarte de bi cih tîne.

‘Propp di vê xebatê de çîrokên gelêrî yên rûsî bi nêzîkatiyeke binyatger/strukturalîst dinirxîne û bi analîza xwe avahiya bingehîn a ku hemû çîrokên “neasayî” jê derdixe holê. Her çend Propp, ku di teoriyê de binyatger e, di xebata xwe de rêbazê, berhemên A. N. Veselovski û J. Bedieu yên li ser çîrokan mînak digire jî, çavkaniya wî ya sereke berhevoka A. N. Afanasyev a bi navê Çîrokên Gelêrî yên rûsî ye, ku nêzîkî şeşsed nivîsan dihewîne. .

Propp ji çîroka 50yî ya vê berhevokê (li gor aranjmana Afanasyev) heta çîroka 151an analîza xwe ya çîrokan didomîne û ji bo lêkolîna xwe van çîrokan wekî “tevahiya” hildibijêre. Ew di beşa duyemîn a lêkolîna xwe de di bin navê “Rêbaz û Materyal” de rêbaza xwe vedibêje. Bi vî awayî ew bi zelalî eşkere dike ku çawa hewl dide ku teza xebata xwe gav bi gav îspat bike. (Dündar, r.115-116)

Propp ji ber nêzîkatiya xwe ya binyatger, têgehek bi navê “morfolojiya çîrokê” diafirîne û peyva morfolojiyê, ku bi gelemperî tê wateya lêkolîna formayan û bi botanîkê tê nasîn, vediguhezîne çîrokan. Ew diyar dike ku bi vî awayî, avahiya çîrokan jî mîna ya nebatan dikare were lêkolîn kirin û dibe ku meriv rêgezên ku vê avahiyê birêkûpêk dikin eşkere bike.

Propp çîrokekê li gorî têkiliya wê ya bi çîrokên din re nîqaş dike. Li ser bingeha texmîna yekrengiya ku di binê pircure xuya û cihêrengiya çîrokên awarte de ye, ew armanc dike ku çîrokên gelêrî yên rûsî bide ber hev û bi vî rengî yekîneyên “fonksîyonel” ên ku dikarin bi hezaran çîrokan re hevbeş bin eşkere bike.

Li gorî Propp, ev yekîneyên “fonksîyonel” di heman demê de qanûnên neguhêrbar in ku avahiya çîrokê birêkûpêk dikin. Fonksiyon çalakiya mirov e ku li gorî wateya wê di nav herikîna çîrokê de tê destnîşankirin.

Propp, fonksiyonan wekî beşên bingehîn ên çîrokekê dibîne û di dawiyê de sî û yek fonksiyonan tespît dike. Li gorî Propp, dibe ku van hemî fonksiyonan di hemî çîrokan de tunebin, lê van fonksiyonên ji holê ranebûn qet rêza herikîna honandinê têk nadin. Piştî destnîşankirina fonksiyonên bi vî rengî Propp dîsa bi nêzîkatiyek fermî, heft qadên çalakiyê yên ku ev fonksiyon lê têne belav kirin an jî heft kesên ku van çalakiyan pêk tînin destnîşan dike:

1) Êrîşkar (kesê xerab),

2) Bexşkar (pêşkêş),

3) Alîkar,

4) Prenses (kesê ku tê gerandin) û bavê wê,

5) Şander (peywirdar),

6) Leheng,

7) Lehengê derewîn

Di heman demê de bi nêzîkbûnek binyatger ve rave dike ku çîrokek çawa dikare li dû fonksiyon û karakteran li beşên wê yên pêkhêner were dabeş kirin û analîz kirin, û meriv çawa nexşeyên çîrokan dikare destnîşan bike.

Ên ku diguhere navên mirovan û wesfên mirovan in; Tiştê ku nayê guhertin, kirinin an fonksiyonên mirovan in. Ji vê yekê meriv dikare bigihîje vê encamê ku; çîrok pir caran mirovên cihêreng dike ku heman çalakiyan bikin. Ev rê dide me ku em çîrokan li ser bingeha fonksiyonên karakteran lêkolîn bikin. Propp dibêje, analîza me dubarebûnek sosret a fonksiyonan (îşlewan) nîşan dide. Em dikarin di pêş de bibêjin ku fonksiyon pir hindik in û mirov pir pir in.

Propp ji bo çîrokên derasayî çar xalan derdixe pêş;

1.Karakter kî bin û fonksîyon çawa bên kirin jî, hêmanên domdar û daîmî yên çîrokê fonksiyonên karakteran in û fonksiyon jî beşên bingehîn ên çîrokê ne.

2.Hejmara fonksiyonên ku di çîroka awarte de cih digirin bi sînor e.

3.Rêzkirina fonksîyonan her tim yek e.

4.Hemû çîrokên derasayî ji aliyê pêkhatina xwe ve girêdayî heman cureyê ne. (Akarslan, 2015)

Propp, li kêleka van fonksiyonan çar elementên alîkar destnîşan dike. Li gorî wî ev çar element di pêkhatina çîrokê de, di kelijandina fonksiyonan de, di rêzkirina wan a li pey hev di roleke karîger dilîzin. Li gorî Propp, ev element bi vî awayî ne:

  1. Hêmanên pêwendîkar ên ku di navbera bûyeran de pêwendîyê çêdikin.
  2. Armanc û sedemên tevgeran.

III. Awayê peydabûna lehengan.

  1. Taybetmendîyên lehengên çîrokan. (Hîkmet, 2016:73)

Propp balê dikişîne ser metnê û îdia dike ku bi lêkolîna metnan dikare encamên hevpar derbikeve holê. Bi gotineke din, ew dibêje, dema ku em çîrokan wek perçeyên puzzlê bi hev ve girêbidin û wan li cîhên wan bi cîh bikin, dibe ku tevayî derkeve holê. Lêbelê, hinekî dijwar e ku meriv îdia bike ku ev dikare ji bo her çîrokek çêbibe. Ji ber ku hin çîrok hene ku li van şablonan nayên.

Propp bi xwe qebûl dike ku nêzîkatiya wî ya fermî karê wî razber û tevlihev dike. Propp diyar dike ku ew ji hêla Veselovski û Bedier ve li ser morfolojiya çîroka beriya xwe bandor girtiye. Propp dibêje ku ne hewce ye ku hemî çîrokan berhev bikin û lêbikolin. Li ser bingeha hin çîrokên nimûne çarçoveyek dikare were afirandin û ev dikare li hemî çîrokan were sepandin.

… Me dît ku sed çîrokên li ser mijarên cûrbecûr yekîtiyek ji têra xwe zêdetir pêk tînin. Propp ne ji betîmlemeyê(pêşdarkirin) ber bi tesnîfkirinê ve diçe, lê ji senifandinê ber bi betîmlemeyê ve diçe, ji ber ku li gorî Propp, di lêkolînek zanistî de, “divê teswîr li gorî rêza tesnîfkirinek ji berê ve hatî amadekirin pêk were” (Dündar, r.115-116)

V.Propp çîrokên çîrçîrok li gorî taybetiyên wan ên avahî analîz kir û da zanîn ku di çîrokan de hêmanên “sabit” û “guherbar” hene. Tevger an kirinên ku ji hêla kesan ve têne kirin hêmanên sabît in.

Dema ku Propp 31 fonksiyonên ku wî di çîrokan de destnîşan kirine bi rêz dide, naveroka her fonksiyonê bi kurtî çêdike, dûv re bi kurtî fonksiyonê diyar dike û ji bo fonksiyonê nîşanek guncav dide da ku berhevokên şematîkî bike. Çîrokên periyan bi gelemperî bi rewşek destpêkê dest pê dikin. Li vir endamên malbatê têne hejmartin an jî lehengê paşerojê tenê bi navê xwe an jî bi îşaretkirina rewşa xwe tê nasîn. Her çend rewşa destpêkê ne fonksiyonek be jî, ew hêmanek morfolojîk a girîng tê hesibandin. Ji vê hêmanê re “rewşa destpêkê” tê gotin û bi nîşana “α” tê destnîşan kirin. (Akarslan, 2015)

Piştî rewşa destpêkê, fonksiyonên jêrîn têne navnîş kirin:

  1. Ji Malbatê Yek Dûr Dikeve

Pênase: Dûrketin – Simge: β

  1. Leheng Bi Qedexeyekê Re Rûbirû Dimîne

Pênase: Qedexekirin – Simge: Y

  1. Qedexe Tê Binpêkirin

Pênase: Binpêkirina Qedexeyê – Simge: δ  

  1. Êrîşkar Hewl Dide Ku Agahîyan Bi Dest Bixe

Pênase: Lêpirsîn – Simge: ε

  1. Êrîşkar Di Heqê Qurban De Agahî Berhev Dike

Pênase: Agahî berhevkirin – Simge: ξ

  1. Êrîşkar Ji Bo Ku Qurbanên Xwe An Ji Serwetê, Hewla Xapandina Wi Dide

Pênase: Xapandin, – Simge: η

  1. Qurban Tê Xapandin û Bi Vî Rengî Nexwestibe Ji Alîkarîya – Dijmin Kiriye

Pênase: Tevlî Tawanê Bûn, – Sîmge:

  1. Êrîşkar Zirarê Dide Yekê Ji Malbatê

Pênase: Xerabî – Sîmge: A

8.a) Malbatê Yek Tiştekê Hunda Dike An Ji Dixwaze Titşekî Bi Dest Bixe –

       Pênase: Kêmahî, Simge: a

  1. Agahîya Xerabî An Jî Kêmahîyê Belav Dibe, Bi Daxwaz An Ji Fermanekê Serî Li Leheng Tê Dayin, Leheng Tê Şandin An Jî Diçe

Pênase: Navbeynkarî, Kêlîya Derbasîyê –  Sîmge:B

  1. Lehengê Ku Lê Tê Gerin Qebûl Dike Ku Bikeve Nava Çalakîyê An Ji Biryara Çalakîyê Dide

Pênase: Destpêkirina Çalakîya Dijber – Simge: C

  1. Leheng Ji Mala Xwe Dertê

Pênase: Çûyîn – Sîmge:

  1. Leheng Di Îmtihan, Lêpirsîn An Jî Êrîşek Ku Dê Rê Veke Ku Ew ê Objeyeke Sêhrî An Jî Alîkarek Bi Dest Bixe De, Derbas Dibe

Pênase: Fonkisyona Pêşîn ya Bexşgêr – Sîmge: D

  1. Leheng Bersîv Dide Çalakîyên Mirovė Ku Dê Di Pêş De Bexşê Bibexşîne Wi

Pênase: Helwesta Leheng – Simge: E

  1. Objeya Sêhrî Ji Leheng re Tê Dayin

Pênase: Girtina Objeya Sêhrî – Sîmge: F

  1. Leheng Bi Cihê Ku Obje Li Wê Derê ye ve Tê Birin, Ji Bo Wi Rêberî Tê Kirin An Ji Tê Birin

Pênase: Di navbera du kraltîyan de Rêwîtî An Jî Bi Hevrêtîya Rêberekî Rêwîtî – Simge: G

  1. Leheng û Êrîşkar Di Şerekî De Derdikevin Hemberi Hev

Pênase: Pevçûn/Şer – Simge: H

  1. Nişaneke Taybet Li Leheng Peyda Dibe

Pênase: Nişana Taybet – Simge: J

  1. Êrîşkar Têk Diçe

Pênase: Serkeftin – Sîmge: I

  1. Xerabîya Di Destpêkê De Tê Telafîkirin An Jî Kêmahî Tê Pêşwazîkirin

Pênase: Pêşwazîkirin – Sîmge: K

  1. Leheng Vedigere

Pênase: Veger – Simge:↓

  1. Leheng Tê Şopandin

Pênase: Şopandin – Simge Pr

  1. Bi Hawara Leheng De Tê Çûyin

Pênase: Alîkarî – Simge: Rs

VIII Tê Dubarekirin, X-XI Tê dubarekirin, XII Tê Dubarekirin,

XIII Tê Dubarekirin, XIV Tê Dubarekirin, XV Tê Dubarekirin

  1. Leheng Xwe Vedişêre/Kîbûna Xwe Vedişêre û Vedigere Mala Xwe An Jî Welatek Dî Pênase: Vegerîna Bi Rengê Veşartina Kîbûna Xwe – Sîmge: O
  2. Lehengeki Sextekar Bi Îdiayên Bê Bingeh Derdikeve

Pênase: Îdiayên bêbingeh – Simge: L

  1. Karekî Dijwar Li Leheng Tê Pêşnîyazkirin

Pênase: Karê Dijwar – Simge: M

  1. Karê Dijwar Tê Bicihanîn.

Pênas: Bicihanîna Karê Dijwar, Sîmge:N

  1. Leheng Tê Naskirin.

Pênas: Naskirin, Simge: Q

  1. Kîbûna Êrîşkar, Lehengê Sexte An Jî Yê Xerab Dertê Meydanê.

Pênas: Derxistina Meydanê, Sîmge: Ex

  1. Leheng Dikeve Rengekî Nû

Pênas: Veguherîna Dirûvi – Sîmge: T

  1. Êrîşkar An Jî Lehengê Sextekar Tê Cezakirin.

Pênas: Cezakirin –  Sîmge: U

  1. Leheng Dizewice û Dertê Ser Text.

Pênas: Zewicîn – Simge: W [1]

 

ÇAVKANÎ:  

  1. Akarslan Turgay, Vladimir Propp’un Biçimbilimsel Yaklaşımı Çerçevesinde “El Bilmez Alelacaip Oyunu Masalı” Üzerine Bir İnceleme, Gaziosmanpaşa Üniversitesi Sosyal Bilimler Araştırmaları Dergisi/GOSOS, (Yaz 2015) 10/1: 283-297 /(Summer 2015) 10/1: 283-297
  2. Dündar Hülya, Vladimir Propp Ve Masalın Biçimbilimi, Milli Folklor Dergisi,Yıl:14, Sayı: 55
  3. Hîkmet Bedran (2016), Teorîyên Folklorê, Weşanxaneya Lîs, r.73
  4. Propp Vladimir, Masalın Biçimbilimi, Wergêr: Mehmet Rifat — Sema Rifat, BSM Yayınları, 1985

[1] (Vgz. Ev fonksîyon ji pirtûka ‘Hîkmet Bedran (2016), Teorîyên Folklorê, Weşanxaneya Lîs , r.75-86’ hat stadin)

 

Amedekar: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply