1.
Apê min tê ji deştê,
Barek strî li piştê.
<Jûjî, jijo>
2.
Teq teq dike, ne dar e, Serî mişk e, ne mar e,
Gîya diwxe, ne kar e.
<Kûsî, kîso, kîsel>
3.
Kidî kidî mistan e,
Çil dergûş li destan e,
Ne ber e, ne bistan e.
<Mirîşk û çêlikên wê>
4.
Hel helo,
Simbêl belo,
Sim simî,
Dîwar kimî.
<Mişk>
5.
Helê melê,
Padîşa rabû serê kelê,
Rih heye, simêl belê.
<Pişîk, pisîk, pisik, kitik>
6.
Reş e, reş e, mîna qîr,
Spî ye, spî ye, mîna şîr,
Diçe, diçfe, mîna mîr.
<Qijika belek>
7.
Şaşik li ser sera ye,
Bang dide, ne mela ye.
<Dîk, dîkil>
8.
Ser gilgil e,
Bin gilgil e,
Çav zîq û simbêl bel e.
<Kerguh, kêrwîşk, kêroşk>
9.
Hêlîna şimşedarî,
Ne li berrojê, ne li nizarî.
<Masî>
10.
Reş e mîna qîr,
Difire mina tîr,
Kutilkan çêdike mîna dêya mîr.
<Kêzik>
11.
Çavzero, simbêlbelo,
Li ser dîwarê hembero.
<Kund>
12.
Dixwîne, ne mela ye,
Ne aşiq e, ne jî gewende ye,
Dijminê qewmê xwe ye.
<Kew>
13.
Kap avê vedixwe,
Golik diwerime.
<Zebeş, şitî, şûtî, şiftî>
14.
Hindik hindik,
Hindika hezar dendik.
<Hinar>
15.
Kumê hûtik,
Tijî nûtik.
<Hêjîr>
16.
Gayê zexel,
Li pêşîya malan mexel.
<Kundir, kulind, kulindir>
17.
Heft tas di hundirê tasekê de.
<Pîvaz>
18.
Me çandî wekî nokan,
Şîn bûn wekî sêvelokan,
Pê ve hatin wekî gûzelokan.
<Pembû>
19.
Şevê bûk e,
Rojê pepûk e.
<Çira, lambe>
20.
Kofîya Xezalê,
Hol bû newalê.
<Heyv, hîv>
21.
Dersoka mermerî,
Tijî sêvêd heyderî.
<Asman û stêrk;
22.
Mêrgeşîn, mêrgeşîn,
Du siwar tê de xuşîn,
Yek hesp e, yek mahîn.
<Heyv û roj>
23.
Apê min ê bi lingekî,
Çû ber garana gundekî.
<Mîrkut
24.
Sindirûk li ser sindirûkê,
Kilît û mifte di destê bûkê.
<Destar>
25.
Têt mîna bayê,
Serê wê mîna gayê,
Boça wê mîna seyê.
<Balafir>
26.
Tiştek heye tiştanî,
Ne pê heye, ne panî,
Her roj diçe ber kanî.
<Kûz, cêr, cer>
27.
Got xişt xişt,
Çû li pişt derî rûnişt.
<Gêzî, gêzik, sivnik, sizik, qarûşe, havlêk, avlêk, kinoşe, şirt, melkes, cerîfk, cibrok, bermalk >
28.
Hil hilintir hilintir,
Kur ji bavê bilindtir.
<Agir û dû>
29.
Şip şip dibê şil dike,
Erdê jî tim qul dike.
<Dilop>
30.
Mehîna boz,
Li meydanê kire toz.
<Aş>
31.
Çîz û vîz,
Çû bajarê ’Evdilezîz,
Hat wekî qîz.
<Name, mektûb>
32.
Qesra spî, bê pencere û bê derî,
Tê de rûniştîye bûkeke zerî.
<Hêk>
33.
Hûr hûr barî, hey hey barî,
Deşt û banî, girt û danî.
<Berf, befir>
34.
Sêsed û şêst û şeş reşêlek,
Diwazdeh ga û çar çêlek,
Nîvî reş, nîvî jî belek.
<Sal, demsal
35.
Mela ye, mela nîn e,
Aqildar e, ruh têde nîne.
<Pirtûk>
36.
Dirêj e, spîndar e,
Di ser de rist e,
Di bin de mist e.
<Teşî>
37.
Bi qirik e, bê ziman e,
Bi dev e, bê diran e,
Dilorîne, lê ne însan e.
<Bilûr>
38.
Bê dev e, bê diran e,
Bê kinc e, tev eyar e,
Li dawetan li dar e.
<Dihol>
39.
Ji şekir şirîntir e,
Ji hesin girantir e.
<Xew>
40.
Te nan dizî da kurikê kumsor,
Kurikê kumsor da rêza siwaran,
Rêza siwaran jî kir qulên dîwaran.
<Ziman, diran û qirik>
41.
Odeyeke şûştî mûştî,
Sîh û sê peya lê rûniştî.
<Diran, didan>
42.
Dernakeve ji mal e,
Hem ciwan e, hem kal e,
Geh şûr e, geh mertal e,
Hem neyar e, hem heval e,
Geh şirîn e, geh tal e.
<Ziman>
43.
Du pencereyên bêderî,
Bi şev girtî, bi roj vekirî.
<Çav>
44.
Kanîya qinê qinê,
Mîr û hakim dest didinê.
<Bêfil, bêvil, difn, kepû>
45.
Dîkek e, dîkvanek e,
Çar mî ne, beranek e.
<Dest û tilî>
46.
Kanîya li nizarî,
Mîr û hakiman av jê vexwarî.
<Memik>
Amadekar: Reşo Zîlan, Husamedîn Aslan, Amed Tîgrîs
Weqfa Kurdî ya Kulturî li Stockholmê
Navê pirtûkê: Ji Zargotinên Kurdî (Kurmancî)