- Bi giştî ekola dîrokî-erdnîgarî her çend rastî pir rexneyên tund bûye jî, di pêşxistina folklorê de û di geşedana teorîyên folklore de roleke wan a pir girîng heye. Dîsa hemî lêkolînerên folklorê ji bo têgihên mîna “varyant, ûrform, qanûnên epîk û motif” deyndarê vê ekolê ne ku îro jî derbasdarîya xwe ya metodolojik winda nekirine.
- Her çiqas dirok û folklor ji hev cudabin jî hinek hêlan de wek hevin û folklor hinek agahiyan de çavkaniya xwe rasterast ji folklorê distîne.
- Gomme wiha îddaa dike ku folklor heman demê de dîrok e. Li gorî wî folklor curekî dîrokî yê ne nivîsandiye. Propp jî nêrîneke nêzike vê hanîye ziman.
- Di folklorê de sabîtbûn tune ye tim dînamîzmek heye wek mînak; Zembîlfiroş û Mem û Zîn û varyantên wan …
- Di çirok û efsaneyan de (J. Grîmm) Di nav çîrokan de karakter, yekdema bihêz in û yek dema jî diçilmisin û rewşa wan tê guhertin.
- Armanc Gomme, gihîştandina çand a saf a Îngîlîstanê.
- Ev armanca Gomme tu caran ne pêkane ku her MOTÎF tenê aîdî neteweyekê bin lewra tu netewe ne arî û saf in. Netewe li gor rewşê tevlî hev bûne.
- Mînak em di Memê Alan de rastî gelek hêmanên/ûnsurên dîrokî tên.
- Teoriya Tekamûlê, dîrokbûna berhemên folklorîk qebûl dikin û dibêjin, “mirovahî ji hovitiyê ber ve şaristaniyê va hatiye” û “berhemên folklorîk bi piranî aîdî dewrên hovîtîyê ne”
- Frazer jî wiha dibêje; “Li her deverên cuda, şariştanî di pêvajoyên wekî hev de derbas bûne gihîştine roja îroyîn”
– Du fikrên Erdnigariyê hene;
1) Di navendekê derketiye û belav bûye.
2) Li her devera cuda çand û folklor bi rengekî paralel pêş ketiye.
– Tekamûlparêz û Vesazkar li ser dîrokbûna berhemên folklorê sekinîne.
– Rastiyên vê fikrê jî hene wek mînak “Efsaneya Tofanê û Efsaneyan Kawa” (dîrokî ne)
– Folklor an jî (vegotinên gelêrî) wek dîrokê bûyeran qeyd nakin bi remz, sembol û motîfan meseleyan vediguhêzîn.
– Li gor Tylor, bingeha hemî berhemên folklorê mîtolojî ye. Mît sîstemên dînî yên pêşîn in.
– Li gorî Lord wek kesê damezrînerê Teoriya Mît- Rîtûelê tê hesibandin, dibêje tu têkilîya mît û efsaneyan bi dîrokê re nîne/tune.
– Tylor li hemberî Lord derdikeve û dibêje, mît li derdora rîtûelên dînî derketine. Yanî tiştên dînî vediguhêrin tiştên mîtîk.
– Teorîya Psîkoanalîtîk, behse rewşa rûhî ya civakê û şexsên wê civakî dike.
– Wundt dibêje, çawa ku xewn, sembol û hêmayên zarokatiyê di xwe de dihewîne, wek wiha jî mît xewnên qedîm/kevnar/dêrîn ên mîrovahîyê ne.
– Gelek hestên me zarokatiyê di xewnan de veşartiye.
– Abraham jî wiha difikire; ” Xewn, mîta takekesan e”
– Freud dibêje, di nav civakê de astengkirina têkiliyên ensestî, di çêbûna mîtan de karîger/aktîf e.
Teorîya Avahîsazîyê
👉Ev teoriya bala xwe nade metnê, şûna wê bala xwe dide avahîya çîrokê û prosesa vegotinê.
👉Ew pirsa çima û kuderê nakin, pirsa çi û çawa dikin. Lê li ser metnê lêkolîna xwe dikin.
👉Teorîyeke folklorê yê serekeye.
👉Folklorzan; Raglan, Propp, Strauss, Rank, Eric, Hahn nûnerê vê teoriyê ne.
Wek avahiyekê,
📌Hêmanên bingehîn ên folklorîk tespît dike,
📌Têkîlîyên wan ên bi hev re destnîşan dike
📌Awayê organîzebûna wan a di metnî de nîşan dide.
👉Du ekola hene; Yek, li ser lehengan disekine, a din li ser fonksîyonan disekin (Propp)
👉Ji bo îddaya Hobsbown ev mînak kanin werin dayîn (r.66) Robîn Hood, Înce Memed, Bişarê Çeto, Filîtê Quto…
👉Xebatên Lorn Raglan ên li ser teoriya mît-rîtuel û modela lehengên wî gelekî bandor li ser xebatên folklorê kiriye. Lê gotina wî yê ‘karakterê rîtuel’ de pirsgirêk hene. Ew hîn zêde li ser karekterên dînî sekinîye
Amedekar: Firat Bawerî