Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN

Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. Gelek kes ji ber van nîqaşan di edebîyata modern da bikaranîna keleporên folklorîk wek karekî hêsan dibinin û naxwazin naveroka edebîyata xwe li ser hîmên folklorîk ava bikin, lê di edebîyata kurdî a modern da em dibinin ku helbestvanan, keleporên folklorê bi wêrekî bi kar anîne û folklor di gelek helbestên wan da bi îmajên dewlemend derdikeve pêşberî me.

 “Zanista gel, hîkmeta avam, xelqiyat, folklor an zargotin… Ev peyvên han di destpêkê da parçe parçe ji bo çanda gel, ayinên mitolojik, adetên parastî, jiyana ‘wehşiyên esîl’, mûzîk û reqsên gelerî, bivêj, qewl, destan, efsane û çîrokan dihatin bikaranîn. Wan berhemên ku xwe li ber bayê felekê girtine û bêyî nivîsê heya îro hatine îşaret dikirin. Berhemên ku di merhaleyên cihê cihê yê mirovahiyê da bi saya serê gotinê şikl û şemalek dane xwe û pişt re bi arîkariya hiş û guh mayînde bûne! Belê ev tev niha di bin banê zanistekê de êwirîne.” (Alan, 2013: 27).

Remezan Alan di kitêba xwe ya bi navê Bendnameyê da derheqê sûdwergirtina ji folklorê da weha dibêje: “Em ji tecrûbeyên gelên din dizanin ku helbesta gelerî arketîpek e. Ne lazim e mirov hişka bi dûvê wê bigre û xwe radestî folklorê bike, naxêr! Lê carina mirov ji ziman û hunera wê ya saf vexwe jî sihhat e.”  (Alan, 2009, 277). Xulase naveroka helbesta modern a kurdî di warê îmajên folklorîk sifreyeke xweş team li ber me radixe. Em ê ji nêzîkî ve binerin folklor bi çi rengî daxili nav helbesta modern a kurdî bûye?

“Her stranek ji çîrokeke emirqut sêwî maye” (Amîda, 2005: 11).

Stran û çîrok keleporên kevnare yê folklora kurdan in. “Di folklora kurdî de mirov dikare bibêje ku tu rîtuelên bêyî kilam dimeşin nînin. Kurd, di dawetan de ji xwestina qîzan heya ketina bûkan a hundurê mala zavê bi dehan rê û risman bi cih tînin. Di her gavê de jî kilam û stran cih digrin: xwestin, xelat danîn, şîranî, hineya bûkê, hineya zavê, porbirîna zavê, xemilandina bûk û zavê, ji mal derxistina bûkê hwd. tenê çend rê û rismên bicihanîn in.”  (Çîfçî, 2014: 69).

Çîrok, dewlemendîyeke çanda kurdan e. “Di naveroka çîrokan da destpêka çand û ol û bawerî û merasiman heye. Lewra çîrok, xwedî karaktereke kolektif in. Di çîrokan da bi giştî dijayetîyên wekî qencî, xerabî, edalet-zilm, rastî-neheqî, xizanî-zengînî, nefsbiçûkî-quretî û wd. Bi hevdu ra di nav rik û têkoşînê de nin û her yek temsîlkarê rexekî nin.” (Pertev, 2009: 91). Di risteya jorî da çîroka emirqutî û sêwîbûna strana bi saya hunera îstiare û teşxîsê hatine lidarxistin û îmajeke folklorîk a rengîn derketîye holê.

“hê wê demê

ji ber bê

darikê brûskê

bimin vedikir diya min” (Amîda, 2005: 45).

Di folklorê da bawerî jî cihekî girîng digire. Bo nimûne di risteya jorî da motîfa darikê birûskê hatîye bikaranîn. Ev motîf, dîmeneke zarokatîya me ya hevpar e. Birusk û darik du bêjeyên dûr wate ne û bixwevekirina darik, ji bo parastina birûskan bawerîyeke kevnare ye. Îrfan Amîda bi vê motîfê, zincîra bangewazîyan bi alîye rabirdûyê ve bicoş hejandîye.

“hûtekî heftserî û pîrabokeke portîremahrî

bi hev şa dibin bi jakawî şilfîtazî”  (Jîyan, 2003: 54).

Hûtên heftserî, pîrebok motîfên balkêş ê çîrokên kurdî ne. Di vê risteyê da tiştê ji alîyê vegotinê ve balkêş ew e ku hûtê heftserî û pîreboka portîremahrî, şilfîtazî bi hev ra şadibin. Dema ev wêne di mêjî da dramatize dibe îmajeke fantastîk derdikeve holê.

“kengî tu ji hev ve veçirrî bêjeyên wate-newal

hingê ez ê bi teşiya destê te re bibime heval” (Jîyan, 2014: 60).

Ev her du riste, felsefeya bikaranîna keleporên folklorê di helbestê da bi awayekî zelal şîrove dike û bersiveke hêja dide pirsa “Çima di helbestê de folklor tê bikaranîn?” Veçirandina bêjeyên wate-newal îmajeke bi mubalexe û îstiare ye. “Hevaltiya bi teşiyê re” jî îmajeke hêz û bedewîya xwe ji bêjeyên kevnare digire. Xulase, Rênas Jiyan bi van risteyan aşkere dike ku bêjeyên folklorîk ji alîye meneyê ve xwedî bangavazîyên kevnare ne.

“li bendeya min bûn

çîrokên tozgirtî peyvên xweşik

min yekoyeko jiber kirin

min hiş û dilê xwe şuştin bi efsûna wan” (Bereh, 2006: 49/52).

“Bendemayîna çîrokên tozgirtî” ,“xweşikbûna peyvan” û “şuştina dil bi efsûna çîrok û peyvan” îmajên gelek estetîk li ber çavan raxistine. Bendemayîna çîrokan, tozgirtina çîrokan, xweşikbûna peyvan, şuştina dilan bi efsûna çîrokan cure vegotinên biîmaj in û bi saya mecaz, îstiareyê û teşxîsê derketine ser dika helbestê.

“tu li kuyî roniya bi xwedana min kemilî

tu li kuyî şeva şepal a di çîrokan de” (Bereh, 2011: 231).

Kemilandina ronîyê bi saya xwêdanê, têkilîyeke ne ji rêzê ve di navbera ronî, xwêdan û kemilandinê da sazkirîye. Helbestvan wek ku ji hevalekî xwe ra bipirse ji şeva çîrokan a şepal ra pirsîye “Ka tu li ku ye?” Bi vê pirsê jî kesayetek daye şevê. Ev yek jî bi saya îstiare û teşxîsê pêkan bûye. Dîsa hebûna bêjeya çîrokê, îmaj di nav rengînîya kevneşopîyê da dakirîye.

“qaşo ez im melhema çavên te

paşê dest bi lîstikekê dikî ciwan

kaba xwe davêjin li ser navê te” (Bereh, 2011: 319).

“Kab avêtin” lîstikeke neteweyî ya kurdan e ku bi sedan salan hatîye lîstin. Bi hestîyên movik û mefselên mîh, bizin û beranan tê lîstin. Bikaranîna navê vê lîstika folklorîk û “lîstina kaban li ser navê yarê” îmaj ji alîyê peywendê ve dermale kirîye.

“dem di dergûşê de kal bû

hûtê heft serî bozê rehwan pîrebok

şevbuhêrk ji şîr ve bûn bi piyan ketin zarok” (Arî, 2008: 42).

Dergûş ji bo zarokan e, lê “dem di dergûşê de kal bibe” wêneyeke çîrokî saz dibe, dîsa hûtê heft serî û pîrebok, tabloya îmajê ji alîye fantazya ve dixemilîne. Ji şîrvebûna şevbuhêrkan jî wek heyf û mixabinîyeke rabirdûyê hatîye bilêvkirin. Hunera îstiare û teşxîsê, mil dane milê hev û hostetîyeke hêja ji van îmajan ra kirine.

“hûtekî heft serî ye di çîrokan de çile

min dixwe, dil dikevêje, zeman dirûxe” (Arî, 2008: 55).

Motîfa “hûtê heft serî” yek ji motîfên çîrokên kurdan a sereke ye. Arjen Arî, çileyê di çîrokan da şibandîye hûtê heft serî, Çile wek hûtekî heft serî dil bikevêje, îmajeke teşxîsî derdikeve holê ku di hîmê vê îmajê da jî îstiareya girtî heye. Em bi îmajeke xurt a kevneşopîyê ku ji pênûsa helbestvana hêjê Fatma Savcî niqutîye, nivîsa xwe bi dawî bikin: “Pisîka bi agir bîmîze”, “hûtê şahê agir” îmajên balkêş in.

“bûm xwişka heft bira / di çîrokan de

psîkê bi agirê min de mîst

û tenê hût şahê agir e niha”  (Savcî, 2007: 50).

Encam

Folklor, ji helbesta modern ra derfetên berfireh pêşkêş dike. Xeyalên ku bi saya bangawazîyên çandî ava dibin, li tûala mejîyê xwîneran birehetî dineqişin. Ew dîmenên ku bi navgînîya bêjeyên kevnare sazdibin, kêm zêde xeyalxaneyeke hevpar diafirînin. Helbestvan, bêyî ku xwe biêşîne û pey gotinên resen keve hest û ramanên xwe li helbestê bar dike û helbest di warê naverokê da dewlemend dibe. Divê ji bîr nebe ku helbesteke tenê pala xwe bide folklorê dê ji rewanbêjîyê û estetîkê mehrûm bimîne lewra folklor, bi qasî ku sifreyeke xweşteam li ber me radixe ew qasî jî qadeke bisitirî dihewîne.

Helbestvanên ji alîyê îmajînasyonê ve zexel in di nava konfora bêjeyên kevnare da digevizin û fîkînîyê ji bayê felekê tînin. Heta radeyekê jî bandora wan dikare li ser xwînerên ecemî çêbibe û şohreteke nepoxî têkeve bin çengê wan lê ew nepoxa, dê zû an dereng rojekê biteqe û helbestvanê ku tenê ji çemê folklorê av vexwarîyê dê wek Îkarûs ji asîman ve bikeve. Helbestvanên ku kelepora folklorê bi hostayetî di tevna helbesta xwe da bicih bikin û îmajên resen derxin holê dê bigihêjin helbesteke saf û mayînde.

Binêre:

  • Arjen Arî, Şêrgele, Avesta, Stenbol, 2008, r. 42.
  • Berken Bereh, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê re, Lîs, Diyarbakir, 2011, r. 231.
  • Berken Bereh, Pandomîm, Belkî, Stenbol, 2006, r. 49. 32.
  • Fatma Savcî, Xewnên Zîvîn, Avesta, Stenbol, 2007, r. 50.
  • Îrfan Amîda, Şopa Neşuştî, Lîs, Diyarbakir, 2005, r.11.
  • Ramazan Pertev, Zarok û Çîrok, Doz, Stenbol, 2009. r. 91.
  • Remezan Alan, Li Dor Texeyulên Berê Rêçên Îroyîn Folklor û Roman, Peywend, Stenbol, 2013, r. 27.
  • Remezan Alan, Bendname Li Ser Ruhê Edebiyatekê, Avesta, Stembol, 2009, r. 277.
  • Rênas Jiyan, Janya, Belkî, Stenbol, 2014, r. 60.
  • Rênas Jiyan, Mexzena Xwînê, Belkî, 2003, r. 54.
  • Tekîn Çîfçî, Di Kilamên Evînî Yên Dengbêjan De Temaya Jinê Kilam û Jin, Nûbihar, Stenbol, 2014. r. 69.

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply