Şekirê di berîka bavê min de

Nivîskar Dîlan Şewqî romana xwe ya bi navê ‘Şekirê Di Bêrika Bavê Min’ de çîrokek ji çîrokên zargotina Kurdî honandiye.

Kesayetê çîrokê bêhtir jin in. Jina ko bûye destebirakê pirhebokekê. Belê mijar ecêbe lê ne xerîbe. Hemû kesayet pir nasin. Dema jinek bibe destebirakê pirhebokekê wê rastî bertekên wisa bihata. Û heta dê ev dinyaya jî xweş bûya. Wê ew tişt bibûya serhevde  serê wê. Erê ev tiştê dê bandorê jiyana zarokên wê jî bikara. Me xwe di nav çîrokê de dît ku bextê dê bû cihêzê qîzê.

Niviskar benda çîrokê qet sist nekiriye. Dema pêdiviya wê nebaş bûna karekteran hebe wan dixe nebaşê axir zemanan. Lê pêdiviya wê başbûna karekterekê/î hebe wê/î karekterê bi heft ava dişo dixe rêza milyaketan.

Çîrok gelek himanên xwe va sîtavka zargotina Kurdî ye. Erê Xibşê pirhevoke lê qewata wî nahêje hin tiştan. Mînak dema Meco li Mendê dixe. Nîkare Meco bide sekinandin lê dikare destê xwe bide ber Mendê da ko laşê Mendê neêşe. Gelek çîrokên gelerî de jî wiha ye. Di çîrokê de heft mar hene kû başî û parastinê sembolîze dikin. Ev yek jî dîsa sîtavka çîrokên meyê folklorîk bûn.

Çîrokê de sê jin hene. Xanê, Mendê û Nafiya. Her wiha sê caran qala şekirê  di bêrika bavê de kiriye. Ev hersê bav jî qîzên xwe hez dikin. Her yek wan qîza xwe di bêrîka xwe de xwedî dikin. Lê qedr û qîmetek wusa mezin jî nadin. Her çiqas wek têgehek romantîk jî were xuyang. Niviskarê tehn li bava kiriye…

Çîrok ji xwe fantastik û  folklorîk e.  Lê zimanê wê pir nûjene. Ji ber wê hev nehatiye. Çîrok her diherike di nava hurgilîyan de dumahiya çîrokê destnîşan dike. Ev yek jî alîkarek baş dide niviskar ku xwîner her di bin bandora çîrokê de bin. Çîrok her diçe bela dibe. Ser û binê çîrokê tevlihev dibe. Axir nivîskar xwe re rêyekê dibîne û kuta dike.

Şanyar Adir

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply