Di 18ê îlona 2021ê, di civîna konseya çandî û zanistî de li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, ez layîq hatim dîtin ku bibim endamê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Bi vê boneyê, di roja 21 Îlonê/ 2021ê de nameyeke agahdariyê ji min re şandin. Ev beşeke ji wê nameyê: (Konê Reş, hevalê hêja û berkeftî! Em dixwazin te bi dilekî germ û …
Bêhtir »Welato, Êdî bese!
Bes e, bes pirsa evînê û helbestên evînê ji min bike!… Çax û demên min nîn in ji dilgirtin gurnijandin û hevdîtinê re… Li min bibore; Êdi nema strana (Keçka Simoqî û Bavê Seyro) giyanê min dihejînin.. Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin Dil perçe-perçe bûye; Perçak li Efrînê ye Bi darên Zeytonan re dişewite.. …
Bêhtir »Mexlubê Ezelî ya Cîoran
Jîyana min bi pirsên min ên bêcewab û bersivên din ên bicewab tijî ye. Ne pirsên min, min vediguhêzinin ne jî bersivên yên din dikarin min vegerînin. Jîyana min bi taybetîyên xwe, bi pirs û bersivên xwe sandoqê kilîtkirîye. Jîyan hat bi destên xwe yî nexuyayî, sandoqa kilîrkirî radestî mirinê kir. Mirin li ku ye? Mirin tim bi bersivên yên …
Bêhtir »Rêzehevpeyvînê Jina (17) – Sevda Kaplan
Pirs – 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? 1- Ez ji navçeya Erxanî ser bi bajarê Amedê me, min beşa werzişê zanîngeha dijleyê xilas kiriye. Nêzike 28 sale di karê ragihandinê de wek peyamnêr kar dikim.Di gelek rojname, malperên Kurdî de nîvîs û nuçeyan amade kiri me. Di çend kenalên televîzyonên Kurdî de weke …
Bêhtir »Navtarek bi Navê Hervîn Xelef li Bajarê Lionê
Doh, 21/9/2021, di Roja Cîhanî ya Aştiyê de, şaredariya bajarê Lionê a 7an, navtarek di orta bajar de bi navê (Hervîn Xelef), bi nav kir.. Di rêûresmên binavkirinê de Dr. Kendal Nezan serokê Enistîtuya Kurdî li Parîsê û gelek kurdên ku jiyana xwe li Fransayê derbas dikin, amede bibûn.. Hervîn Xelef (1984-2019), seroka Partiya Sûriya Pêşerojê bû.. Ew di roja …
Bêhtir »Em û Ew Bi Hev Re Ya Mehmet Akar
Di van demên nêzîk de di ajansan de tim nûçeyên kuştina ajalan derdikevin pêşberî me. Nizanim li kîjan bajarî filan kesî bi îşkenceyan ajal kuştiye. Her ku dem dibihûre hêjmara nûçeyên bi vî şiklî zêde dibin. Gelo sedem çi ye? Ji bo çi hinekên dişibin însanan (lê ne însan!) ajalan bi îşkenceyan dikujin? Bi rastî em ajalan nas dikin? Ajal …
Bêhtir »Çendî pêdiviya me bi bijîjkên wek Dr. Ciwan Hemê heye
Piştî ku min navê Dr. Ciwan Hemê ji xelkên Qamişlo û pensberên Efrînê bihîst ku ew wek texrorekî kurd ji Swêdê hatiye û xwe ji rehetkirin û çareseriya birîndarên kurd re ku di şerên Daiş û hêzên tarî de birîndar dibin, vala kiriye.. Min xwest bêtir wî nas bikim.. Erê.. piştî ku min da ser şopa wî, min naskir ku …
Bêhtir »Rêzehevpeyvînê Jina (16) – Sabîha Nisêbînî
Pirs : 1 . ji kerama xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? Sabîha Nisebînî : Ez li gundekî di navbera Nisebîn, û Midyade de demsal a payîzî de li Nawala Bûnisra li gunde Şikeftka, Çinare, hatime dine. Zarokatiya min, weke zarokatiya hemû keçên Kurd derbas bû. Ji çil rojî hata çil salîya xwe jiyana min li Nisebîna rengîn, …
Bêhtir »Romanên Kurdî –Rexne, Nirxandin û Analîz- A Lokman Polat
Romanên Kurdî a Lokman Polat hîn nû hatiye weşandin. Pûşpera (Hezîran) 2021an de çap bûye. Pirtûk ji alîyê weşanên Doz/Helwest de derçûye. Romanên Kurdî ji alîyê birêz Lokman Polat ve hatiye nivîsandin. Pirs basîte: Derdê Lokman Polat çi ye? Ji bo çi barê rexnegiriyê jî dayê li ser milên xwe? Birêz Lokman Polat şêşt û pênc salî ye. Xwedê sax …
Bêhtir »Payîzê! Em li Hêviya Payîzxêra te ne
Payîzê! Di van rojên te de Beriya Mêrdînê, Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike.. Deşta Hesinan, Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin.. Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa, Li ber ba dilîzin û li hev digerin.. Û her roj, em di govenda şehîdekî, Du şehîdan de dîlanê digerînin.. Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku …
Bêhtir »