Pirs : 1 . ji kerama xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?
Sabîha Nisebînî : Ez li gundekî di navbera Nisebîn, û Midyade de demsal a payîzî de li Nawala Bûnisra li gunde Şikeftka, Çinare, hatime dine. Zarokatiya min, weke zarokatiya hemû keçên Kurd derbas bû. Ji çil rojî hata çil salîya xwe jiyana min li Nisebîna rengîn, derbas bû, ev ketê sala pencan ku ez jî tevlî refên penaberan bûme. Li welate Belçiqa dijîm. Ev destînî-qeder jî ya cogrfaya Kurdistanê ye.
Ez dayika çar karxezal û du lawan im .
Pirs : 2. Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?
Sabîha Nisebînî : Ev demekê kin de min dest bi nivîsa kurdî kirîyê. Dema ku li cîhane nexweşîya binavê covîd 19 derket, û belav bû, her welatekî li gorî xwe qanûnên pêşîlêgirtinê kirin merîyetê. Wekî her mirovî bandor li jiyana min jî kir. Berîya ku nexweşî li cîhane bela bibe, Nivîskare heja û li cem min qedir bilind. Medenî Ferho. Her tim di got ku binvîse ew cewherê ku tu karibê penusê bi kurdî bi kar bînê di lebt, û pratîka te de heye, bawerîya min bi cenabê te heyê.
Nivîskarên jin, bi taybetî jinên Kurd ku di guhertina civaka Kurd de bûne pêşeng dive di berhemên nivîskî de jî derkevin pêş. Vê jî bandor li min kir. Le mixabin jiyana ku rojane bandor li min dikir, sedemên wê jî gelekî cûda ne. Vê jî derfet ne dida min. Ya duyemîn jî ez bi xwe ne bawerbum ku di alîye nivîsa kurdî de, ez bi ser bikevîm. Sedema ve yekê jî wekî her ferdekî ji xaka Kurdistane ku di temenê zarokatiya xwe de li dibistanê de perwerdeya bi zimane kurdî bibîne. Min got, destîni -qedera coografya Kurddîstanê û gelê Kurd, kor û lal û felc e. Di alîye gramera alfabeya kurdî de jî kemasîyên min habûn. Dema ku pandemi li cihane tava dîl girt, min jî ji xwere kira kar û dest bi nivîsa kurdî kir.
Pirs: 3. Rola jinê di çand û wejaya kurdî de çîye?
Sabîha Nisebînî : -Bê guman rola jinê di çand û wêjeya kurdî de, heye lê kem e. Jina ku roman, çîrok û helbest, li ser jiyan û lehengîya xwe nivîsandine kêm in. Jiyana her jinê, parçeyek ji civakê ye û diviyabû binivîsin. Erê qedera civaka Kurd û pergala serdestan, jina Kurd ji wêje û çandê durxistiye.
Pirs : 4. Naveroka roman,çirok, û helbestên te zêdetir li ser çi ye?
Sabîha Nisebînî : -Cara yekem, min dest bi nivîsandina romankê kir. Sedama wê jî wexta mirov li derdora xwe dinerê jiyana her ferdêkî kurd romanekê û ez ne bawerim ku ti gel û netew di alîye jiyana xwe de wekî gele kurd bi eş û jan be.
Naveroka Romana ku min nivîsandiye, jina cuwan e û di herama Xerza de jiya ye.
Di jiyana jinek ciwan de, rastîya paşvemayîna civaka kurd e. Dest direjîya ku liser jina kurd û lîstoka ku sistema dagirkerî, bi dek û dolaban dike ye. mijar li gundekî çêdibe. Di haman deme de, destpêka hilgirtina çekê ku bira li hemberî bira bi kar bînê. Ev çîroka cerdevaniyê ye û çavên lehenga romanê Rojda ya deh salî vê rastiyê dibîne û vedibêje. Bûyerek ku civaka Kurd kiriye nava nexweşiyek felcoyî ye!…
Pirs 5: Wek jineke nivîskara kurd, astengîyên ku di warên nivîs û nivîskarîyê de derdikevin peşîya te çinê?
Sabîha Nisebînî : -Ez derketîme riyeke nû û di destpêka vê riya nû de min tu astengî ne dîtîne. Di bê ku bi demê re ez rastî astengîya jî werîm. Ez, bi xwe bawerîm ku her curêye astengî yan de ez ê bi ser bikevim.
Pirs 6 : Edbîyata / wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebîyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?
Sabîha Nisebînî : -Dema em di vegerîn sedsala ku em têre derbas dibin û civaka kurd li ber çava digirin. Sedema dewlemend bûna wêjeya devkî diyar e. Em sedema wê jî dizanin. Gele kurd afirker e û têkoşer e- Tevî zoriyan, axa xwe, toreyên xwe, zimanê xwe diparêze. Erda ku kirina çar parçe û li her parçeyî qirkirin, asimilasyon bi dijwarî dewam dike jî, gel berxwe dide û nirxên xw eparastine. Li gor min herçiqas devkî dewlemend be jî, nexşeriya wejeya nivîskî jî, dewlemend bûye û berbi rewşeke taca zerîn ve diçê.
Pirs:7. Tu ,roman, çîrok û helbesta kurdî bi giştî çawa di nirxînî?
Sabîha Nisebînî : Li gor min, her berheme bi kurdî tê nivisandin pîroz e, di bendeva Kurd de nefesek e. Dibê ku kêmasî habin. Le her nivîskare ku bi kurdî dinvîsê divê bi hişyarî tevbigere. Ji ber ku xizmeta peşerojan dike û di Şoreşa Kurdistanê de, rengê naxşeya peşerojan diyar dike. Pirtûkên ku îro têne nivîsandin êw bibin zimanê peşerojan û rengê atlasê hiş û ramanê zarokên Kurd.
Pirs 8 : Di dema niha de tu roman, çîrok, helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen di çi warî de ye?
Sabîha Nisebînî : – Di dîroka cihanê û edbîyata cîhanê de yekane zimanê ku be perwerde Kurdî ye. Ev jî bêşensiyek mezin e û qedera ku bi destê hêzên serdets yên global hatiye nivîsandin e. Lewma barekî giran û mezin dikevê ser milên nivîskarên Kurd. Divê refên magazîna Kurdî bi her cure pirtûkan werin dagirtin. Amur û çavkaniyên nû yên jibo nivîskarên Kurd zêde hene. Em di roman, çîrok helbest û medya Kurd de jî vê dewlemendiyê dibînin. Ez ê di wê baweriyê de me ku roj wê were ku raya giştî ya cîhanê wê pencereyên mejî yê xwe ji bo rewşa îro, edebiyat û kultura Kurdan vekin. Zimanê Kurdî dewlemend e û berhemên hêja jî hatine nivîsandin.
Ev jî ji bo edebîyata nûjen giringîyek rûmetdarî ye.
Pirs 9: Li gor te kîjan şaxê edebîyata kurdî ( helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?
Sabîha Nisebînî : -Erê wêjeya kurdî bi tavahî dewlemend e. Bingeha vê edebiyatê heye. Hem devkî heye û hem nivîskî, lewma ez dewlemend dibînin. Berhemen heja derdikevîn hole. Helbet astengiyên weşanê hene, Kurdistan parçe ye û bi taybetî li Parçeyê bakur weşana pirtûkan gelekî zor e. Lewma, astengiya li pêşiya nivîskar û weşanxaneyan jî mezin e. Lê cîhan jî di qonaxên wisade re derbasbûye û gihayê îro. Em Kurd jî em ê van qonaxan serketî derbas bikin.
Ez bi hêvî me û hêdî hêdî refên magzîna Kultura Kurdî têne dagirktin.
Pirs 10 : Edebîyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibê?
Sabîha Nisebînî : – Pêşdikeve, hîç guman têde nine, li hemebrî hemû astengiyan pêşketinek ciddî heye. Di peşerojan de wê ev pêşketin bêhtir bibe. Gelê Kurd, rewşenbîriya Kurd xwe ji xweliya xwe afirand û bi fire katiye. Îro xwedî felsefeyek e. Cîhan li têkoşîna Kurdan temaşe dike. Berhemên li Rojava bala mirovaniyê dikişînin, di demek nêzîk de edebiyata Kurdî jî bala cîhanê bikişîne.
Her Kurd bi du-sê zimanan zanin. Ev jî şansek e û nivîskarên Kurd vî şansî bikartênin. Li Ewropa sazîyên Kurdan, Enstutiyên Kurdan hene, ev jî derfetan dide û wê bide. Nivîskare kurd di alîye wêje û çand de ji bo peşketînê di nava hewledanen mezin de ne. Ez wan dişopînîm li Rojava zanîngehe wêje ya kurdî tevî hemû astangîya jî lekolîn û perwerdaya şagirtan dike. Dema mirov pêşketinên li hundir û derve datîne ber çavan serketin û pêşketin xuya dikin û di paşerojan de zêdetir bibin.
Pirs 11: Di edebîyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi redeye de ye? Tu ji bo rexnegirîya edebî çî difikirî?
Sabîha Nisebînî : – Rexnegiriya wêjeya kurdî kêm e. Nû nû dilive. Heta îro rexnegîrî êrîş bûn, lê nû nû di watayek nirxandinî de pêşdikeve. Parçebûna Kurdistanê û belabûna rewşenbiriya Kurd jî li pêşiya rexnegiriyê asteng e. Her rexnegîr nikare hemû berhemên bi zimanê Kurdî berdes bike. Piştî weşana pirtûkan bi çend salan nû dikevine destê kesên rexne gîr. Parçebûn, belabûn derfetên mirov kêm dike. Helbet rexnegirî dive bi zanîstî û di çarçoveya normên nirxan de bêne kirin. Normên rexnegiriyê têne zanîn, dive di alîye peşketin û rêvekirina berhemdaran de rexne bêne kirin. Rêxnegîrî mamostatî ye. Dibistana nivîskairyê nine, rexne cûreyekî dibistana nivîskaran e.
Pirs 12: Gelo di nav enîya edebîyata kurdî valahîya rexnegirîya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêwayeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?
Sabîha Nisebînî : Guman dikim ku berisva vê pirsê di bersiva pirsa jor de ye. Dîs e jî ez, çend gotinan bibêjim: Divê edebiyata Kurd bibe akadmeiya perwedeya Civakê, dive bibe akedemiya siyaseta Kurd. Rexnegîrî jî dive bibe akademiya nivîskaran. Ev xelekên pêşketin û bihêzbûn hiş û raman e. Eger felsefeya Kurd ji sentezkirina kultura Kurdî derketibe hole, rexnegiriya Kur djî wê bigihê radeya ku di çarçoveya normên cîhanê de nirxandinan bike.
Pirs 13: Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nezîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibîn?
Sabîha Nisebînî : – Bêguman bandore nivîskerên Rusya wek her kesî li ser min jî heye. Ligel nivîskarên Rusya, nivîskarên wek Franz Kafka, Balzac û Viktor Hugo yên Fransî jî eşq û evîna min in.
Pirs 14: Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, farîs, arab hez dikî?
Sabîha Nisebînî : – Mehemed Uzun di zimanê Kurdî de bandor li min kir. Hingî min got, Kurd dikarin binivîsin. Ye din jî seydaye Cegerxwîn ku helbestê wî bûne lorîke dile dayikan. Piştre Amîn Maalouf bandor li min kir. Piştî ku hatim Belçîka têkiliya min bi Medenî Ferho û pirtûkên wî re çêbû. Me gelek nîqaş kir û evîna min, eşqa min ya nivîsandina zimanê Kurdî mêjiyê min û dilê min dagirt.
Pirs 15: Tu jib o nivîskarên ku aslê xwe kurd in , lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest ( Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsinin çi di fikirî?
Sabîha Nisebînî : -Merc û şertên Kurdan ev in. Civaka kurd, li çar parçeyên Kurdistanê, ji xeynî zimane dayikê, her dem bi zimanê wan welatan axivî ne û nivîsandine. Li Welatekî ku ziman û dibistan û medresyên li mizgeftan jî qedexe bin çare ev û bi zimanê biyanî nivîsandin e. Ciwanên Kurd, xwendekarên Kurd li Bakurû bi zimanê Kurdî têkoşîn dane dets pê kirin, berê jî û niha jî. Lê merc hatine guhertin.
Zimane kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e, lê gelek nivîskarên bi eslêx we Kurd zimanê Kurdî nizanin. Îro jî berdelê giran têne dayin.
Pirs 16: Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî.Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Evropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmen minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?
Sabîha Nisebînî : – Bê guman di alîye danasîna pirtûk û nivîskarên kurd de kemasîyek mezîn heyê,. Ev kêmasî jî bi destînî-qedera cografya û gelê Kurd ve girêdayî ye. Beriya 127 salan rojnameya Kurdistan li mişextiyê Qahgîrê derket, îro jî Plaza Medya Kurdî li mişeftiyê ye. li Bakurê Kurdistanê bi sedan rojname, kovar û malpêr hatin girtin, duzîne duzîne rojnamevan hatin kuştin. Îro li başûr û Rojava derfet derketine, lewma hêvî mezin e. Eger îro cihan ji ajansên Kurdan nûçeyan digirin ev pêşketinek dîrokî ye. Kêmasî hene, dive ev kêmasî ji hole rabin û wê rabin.
Pirs 17 : Te qet pirtûkên min xwendine? Heger xwendîye, kîjan?
Sabîha Nisebînî : Min berhama te Çîrokên Rengîn xwendiye.
PIRS 18. Di pêşerojê dê, dê kîjan berhema te bê weşandin?
Sabîha Nisebînî : Di peşeroje de berhema ku yekem mîn nivîsîye bi nave QIRINEN BÊ DENG wê çap bibê. Hêvî dikim ku wek daxwaz min bala her kesî bikişîne. Niha ez bi romana xwe mijul im û di aliyê kurte çîrokande jî karûxebatên min hene.