Rêzehevpeyvînê Jina (17) – Sevda Kaplan

Pirs – 1 – Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

1- Ez ji navçeya Erxanî ser bi bajarê Amedê me, min beşa werzişê zanîngeha dijleyê xilas kiriye. Nêzike 28 sale di karê ragihandinê de wek peyamnêr kar dikim.Di gelek rojname, malperên Kurdî de nîvîs û nuçeyan amade kiri me. Di çend kenalên televîzyonên Kurdî de weke bêjer û peyamnêr kar kir. Hîn jî di karê ragihandinê de weka peyamnêr berdewam im.

Pirs – 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

2- Nêzîke 11 sale bi nivîsandina zimanê Kurdî mijûl im. Ez Kurd im. Zimanê zikmakîya min e. Lê derfeta min a belav kirina nivîsandina gotarên Kurdî nebû, lê piştî demek min fersend dît û min dest bi nivîsandinê kir. Ji wê demî virveye kêm zêde dinivsînim.

Pirs – 3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

3- Rola jinê bi lorîna zarokan dest pê dike. Bes demek edebîyata devkî bû, lê bandora wê zêde bû. Ev bandor dinava demîde cîhê xwe hişt edebîyata nivîskî. Heger Jin jiyan be, divê mirov jiyanê bijî û bide jiyandin. Jin gelek caran buye çavkaniya klam, stran helbestên hunermenda. Heman demîde çîrokeka jiyanê jî bi jinê dest pê dike ji bo wê rola jinê mirov bi dû sê peyva nikare behs bike. Lê wêjeya Kurdî de bandora jinê diyare , lewra , di gelek çîrok û karekterên roman û çîroknivîsan de jin heye.

Pirs – 4 – Naveroka pirtûka te zêdetir li ser çi ye?

4- Navaroka pirtûkê evîndariya dû mirova ye. Lê dû mirovên dînîkin. Du mirovên Kurd in, lê Kurdên ku ne li gorî kevneşopîya Kurdan tevdigerin e. Karekter di vê berhemê de dibin keseyatiyên nû. Keseyatiyên modern û ji civaka xwe dûr dikevin. Evîndariyekî neasayiye û ne ji rêzê ye. Îxanet,derew hene. Pêwendiyên wan bêtir bi erotîzmeke xwezayî ye.

Pirs – 5 – Li gorê te wêje çiye?

5- Li gorî min wêje neynika jiyana mirov e. Pênase kirina rastî û buyera ye .

Pirs – 6 – Helbestvanê navdar Aragon dibêje : ”Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

6- Evîna nemir negihiştina hevdû ye , mirova ye. Lewra kelecana evînê di dema bêrîkirina rihê de xwe dide nîşandan. Şewitandina dilê bi agirê bizote. Heger ew agir vemire evîna ji dil namîne.

Pirs – 7 – Wek jineke nivîskar a kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

7- Di nivîsê de tu astengî tûneye, lewra mirov dikare li her derê û demî de binivsîne. Lê rola ku ji bo jinan hatiye dîyar kirin,wekî ku jin bes dikare helbesta binivsîne ye. Lê jin dikare di her qadîdê binivsîne. Lê ji aliyê derfeta gihandina nîvîsê û ramanê ji bo xwûneran de astengî heye. Lewra carna zilam,carna orf û kevneşopiya civatê li ber jinan de dibin asteng.

Pirs – 8 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

8- Van 10 salên dawiyê de gelek berhemên bêhempa hatin nivîsandin. Hemî jî pir bi qiymetin.Herkî diçe jî qada wî fireh dibe.Lê ji aliyê xwendina pirtûkên zimanê Kurdî de wekî cıvata bakûr hê jî kêmasiyên me hene. Ji xwe heta xwe zimanê Kurdî nebe zimanê nivîsê û xwendinê li dibistanan de emê ev pirsgireka bijîn. Ji ber ku em naxwînin, nadin xwendin.

Pirs – 9 – Hinek nivîskarên ku eslê wan kurd in bi tirkî, arebî û farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî, farisî û arebî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

9- Pêdiviya edebiyeta tirkî, farisî, erebî yê, bi nivîskarekî Kurdekî tuneye. Lê pêdivî ya edebiyata Kurdî bi nivîskara heye, bi berhemên zimanê Kurdî heye. Ji bo wê divê Kurd bi zimanê xwe berhema biafrînin û çap bikin.

Pirs – 10 – Tu digel nivîsîna pirtûkên zarokan, helbest û kurteçîrok jî dinivîsî yan na? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

10- Ez bes gotarên lêkolînên foklorîk dinivîsim. Bi taybet amurên ên nav malê ne , an jî bi çanda Kurdî re girêdayiyê ne dinivsînim. Pirtûka min a binavê jin aşitiya jiyanê ye jî di derbarê vana de bû, min li Duhokê çap kiri bû.

Pirs – 11 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

11-Ez xwe nêzikê ekola li dijî pabendibûna dibînim.

Pirs – 12 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

12-Nêzîke 15 sale bes pirtûkên Kurdî dixwînim, cûdahî bes ji bo mijara pirtûka dikim, nivîskar nakim. Hemî jî ji bo min bi qiymetin, lewra hemî ked dane berhemên xwe.

Spas ji bo bersîvên te

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply