Welato, Êdî bese!

Bes e, bes pirsa evînê û

helbestên evînê ji min bike!…

Çax û demên min nîn in

ji dilgirtin gurnijandin û hevdîtinê re…

Li min bibore; Êdi nema strana

(Keçka Simoqî û Bavê Seyro)

giyanê min dihejînin..

Êdî nema xewin û xeyal karin bi dil ku dil bijenînin

Dil perçe-perçe bûye; Perçak li Efrînê ye

Bi darên Zeytonan re dişewite..

Perçak li Kobanî û Serê Kaniyê ye,

xwîn jê diherike..

Perçak li Qamişlo û Amûdê ye,

jar û rebene, ji belengazî dirikrike..

Welato!

Me got û ne got..!

Me got: Hawar e Hawar;

yê ku nikaribe darekê biçîne

şitlekê ne qurquçîne…

yê ku nikaribe avanîyekê ava bike

koxekê wêran neke…

Êdî bese welato..

Konê Reş, Qamişlo, 25.09.2021

Derbar ziman

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply