Li welatê korona, jan û êş û keder heye, nexweşî heye, zor û zehmetî, xemgînî, dijwarî û kişandin heye; zarok bê dê, bê kal û bê kes dihêle. Li welatê koronayê sela hene….mirin hene. Alîyek mirov dinalin, li alêyek din dîlan û şahî..li nêzê nexweşxanê.Li welatê dîlanê/dawetê şahî heye. Haya wan bi koronayê tune! Hingî hinga wan e. Yên ku …
Tebax, 2020
-
10 Tebax
Dewrêş û Evdî
Mekanê vê destanê Wêranşara navçeya Rihayê ye. Zor Temir Paşa, serokê eşîra milan e. Li herêma xwe eşîrên din jî tevî eşîra milan dike û konfederasyona milan ava dike. Yek ji van eşîran jî eşîra şerqîyan e. Ev eşîr, eşîreke êzidî ye û Dewrêş jî ji vê eşîrê xortekî êzidî ye. Dil dikeve keça Zor Temir Paşa, Edûlê. Edûl jî …
-
7 Tebax
Ristemê Zal
Navê Ristemê Zal, di berhema Şahnameyê de derbas dibe. Li gorî vê berhemê em hîn dibin ku Ristem di dewrên Key Kûbat (Kavî Kavata), Key Kavûs (Kavî Ûsadhan) û Key Xisro (Kavî Hûsravah) de jîyaye.[1] Şerefxanê Bedlîsî dibêje Ristem kurd bûye û bi navê ‘Rostemê Kurdî’ hatiye nasîn.[2] Ristem, kurê Zal e û her du jî bi mêrxasîya xwe tên …
-
3 Tebax
Jiyanek Dijwar
Di Mihrîcana Pirtûkan a Batmanê ya Duyemîn de li standa Nûbiharê min pirtûka “Jiyanek Dijwar” dît, li naverokê mêzekir û paşê jî jînengeriya nivîskar xwend haya min jê çê bû ku nivîskar Suleyman Demirkol, mamoste ye û ji gundê Tulenderê* ye. Ji ber vê ez pir bi kêfxweş bûm. Ya herî xweş ev bîr û bîranîn bi Kurdî nivîsandibû. Kitêba …
-
3 Tebax
Îskana kurdan li Anatoliyê
Ew 20 salî zêdetir e, em di kovara Birnebûnê da li ser sedem û tarîxa hatina kurdan a Anatolya Navîn dinivîsin, lêdikolin û nivîsa belavdikin. Piranîya wa belgenameyana ji lêkolinvanên tirk, osmanî yan jî ji gerok û lêkolinvanên û ewropî ne. Bi derketina medya sosyal û internetê ew lêgerîn û lêpirsîn hîn jî bi lez bû û avakî nû hilgirt. …
-
1 Tebax
Binefşa Narîn
Binevşa Narîn keça Faris Beg e. Faris Beg yekî feqîr e. Derwêş Begê mîrê êlê yê dewlemend, çav bi qîza wî Binefşê dikeve, dil berdidiyê. Dixwaze ku pê re bizewice. Derwêş Beg, pîrekî nod salî ye. Binefş û malbata wî Derwêş Beg qebûl nakin û ji tirsa wî direvin. Derwêş Beg, wan rehet bernade û ji sê birayên Binefşê diduyan …
Tîrmeh, 2020
-
30 Tîrmeh
Sîyabend û Xecê
Yek ji destanên gelêrî ya herêma Farqînê ye. Lê ji bo cihê qewimîna destanê nîqaş hene. Li gor Samur çend delîl hene ku dibêjin ev destan li Farqînê qewimîye.[1] Lehengê sereke yê destanê wek “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Di hin guhertoyên di nav gel de jî ev destan bi navê “Sîyabendê Silîvî” tê nasîn. Celadet Bedirxan ev destan bi navê …
-
21 Tîrmeh
Zembîlfiroş û Gulxatûn
Cihê qewimîna serpêhatîya Zembîlfiroş herêma Farqînê ye.[1] Îro jî keleha Zembîlfiroş li Farqînê heye. Di vê destanê de behsa çîroka mêrikê Zembîlfiroş ê ku debara xwe bi firotina zembîlan (selikan) dike tê kirin. Bi navê Gulxatûn jineke dewlemend a zewicandî dil dikeve Zembîlfiroş û dixwaze ku Zembîlfiroş jî bersiva evîna wê bide. Lê Zembîlfiroş, mirovekî xwedî zar û zêç e. …
-
21 Tîrmeh
Mirov û Mirin (Xutbeyên Kurdî)
E’ûzû bîllahî mîneş-şeytanîr-recîm, Bîsmîllahîr-rehmanîr-rehîm. Wes-selatû wes-selamû e’la Resûlîna Muhemmedîn, we’ela alîhî we sehbîhî ecme’în. (Amîn) Hemd û sena ji bo Xwedayê vê a’lemê be ku ew Xaliqê kaînatê ye. Selat û selamê bê hed li ser Resûlê Xweda Hz. Muhemmed salallahû e’leyhî wesellem be. Mûmînên Ezîz! Qisedana me ya îro li ser mexlûqê herî şerefdar insan û li ser mirinê …
-
13 Tîrmeh
Destan û Merhaleyên Destanan
Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di nav miletekî de demeke dirêj divê. Ev pêvajo, bi awayekî spontane di nav erdnîgarîyeke sînorên wê nedîyar de tê pê. Destan piştî ku ji çend merhaleyan derbas dibin kamil dibin. Hejmarên van merhaleyan bi giştî sisê ne. Ev her sê merhale li gor rêzekê pêk …