Jiyanek Dijwar

Di Mihrîcana Pirtûkan a Batmanê ya Duyemîn de li standa Nûbiharê min pirtûka “Jiyanek Dijwar” dît, li naverokê mêzekir û paşê jî jînengeriya nivîskar xwend haya min jê çê bû ku nivîskar Suleyman Demirkol, mamoste ye û ji gundê Tulenderê* ye.

Ji ber vê ez pir bi kêfxweş bûm. Ya herî xweş ev bîr û bîranîn bi Kurdî nivîsandibû. Kitêba wî bi navê “Jiyanek Dijwar” sala 2018an de di Weşanxaneya Nûbiharê de hatiye weşandin û 228 rûpel e. Yên ku Kurdî nizanibin bixwînin ji bo wan bi navê “Zor Olanı Başarmak” bi Tirkî jî hatiye nivîsandin.

Min pirtûk kirî bir malê li naverokê mêze kir; rûpel bi rûpel xwend û lepand, di bîranîna mamosteyê de navên gundê min ê Qerto jî derbas dibû. Mamoste Suleyman ji gundê min qala kê dikir an qala kîjan deverê dikir kêm zêde dihat heş û bîra min, weka ku ez li wir bijiyama, ji ber ku devera me yek bû û bîranînên min jî tev dihat ber çavên min. Ez mamoste bi xwe pir nas nakim lê min bavê wî Xalê Cemo di nava gund de dîtiye. Aşê wan li ser Hemama Çêrmûgê hebû, me carna genimê xwe dibir di aşê wan de dihêrand.

Pîra (dapîr) min Xezal, ji Tulenderê ye û ji mala Ayiw e. Qasê ku ez zanim Mala Heciyê Cemo ew jî pismamê mala Ayiw in. Ya din pîra mamoste Êmiş ji gundê me yê Qerto ye (Di pirtûkê de jî derbas dibe), ji Mala Silêmînê Heciya ye. Ez jî ji Heciya me bi vî awayî em û mala Silêmîn pismamê hev tên.

Wexta ez biçûk bûm carna ez diçûm Tulenderê mala xalanê xwe bi zarokên xalanê xwe re ez diçûm Kevirê Reza, Kevirê Deve, Kaniya Tayê, Kaniya Gund, Newala Çayê, Newala Sêvê, Çola Çomçimkê, li nav rez û zeviyan de digeriyan. Wexta ez vedigeriyam gundê xwe jî xalê Emîn û Mihemedê Ayîw zerzewat ji min re dixistin sepetê an tûr, min wan dibir malê.

Nivîskar Suleyman Demirkol li gundê xwe jiyaye, di wexta  dinya dibû bihar diçûn banan gundê Evdilezîz û Pozsaqizê. Ji ber ku li gundê wan mekteb tunebû pola yekemîn li gundê min ê Qerto dixwîne, paşê ji dihere Çêrmûgê; mekteba seretayî û  mekteba navîn li Çêrmûgê diqedîne. Azmûna lîseya mamostetîyê qezenç dike, dihere mekteba mamostetîyê li Erqenîyê dixwîne. Piştê xwendekariyê tayîna wî derdikeve Zoxbirînê (Hezro), ji vir tayîna xwe radike Gundê Zireqiyê (Erqenî), ji wir jî tayîna xwe dixwaze hêla rojavayê Anadolê bajarê Koceelî û Stenbol paşê vedigere welatê xwe yê Amedê û li Amedê taqewut dibe.

Di kitêba “Jiyanek Dijwar” de jiyîna gund û deverên herêmê, lîstik, xwarin, kevneşopên gundîtiyê û çîrokên balkêş hene;  Çîroka “Xalê Heso”  bi rastî li gundê min qewîmiye û haya min jî ji çîrokê heye. Jina wî Esê bû, mêrê wê dihere seferê gelek sala nayê gund, Eso û herkes wer dizane ku Heso miriye. Paşê Esê biryara xwe dide ku bizewice, pey Emer dikeve û pê re dizewice. Dibe roja din Heso ji seferê tê gund, herkes tê xêrhatina wî dike lê Eso tune, Heso çavê xwe digerîne;  jina xwe Eso dipirse, rûspiyên malbatê meseleyê jê re dibêjin Heso êdî pê dihese ku jina wî reviyaye,  pê pir xemgîn dibe. Eqrebeyên  Emer keçikekê li Heso mehr dikin vê meselê di nava xwe de çareser dikin. Têgotin ku Eso gotiye ‘Heso heya 12 sala li seferê maye,” wexta ku Heso li ber mirinê bûye Esê çûye jê helaltî xwestiye û paşê jî çûye şînê.’ **

Nivîskar di pirtûkê de qala serpêhatî, dîtin, hest û bîranên xwe dîne ziman lê di binî de nivîskar çanda me Kurda nivîsandiye; behsa seyd, kar û barên malê, cureyên tirî, miştaxe, amadekirina dan û bilxur, xwedîkirin û doşandina pez, çinîna paliyê û dema bênder û kergehan kiriye. Ser de jî kitêba xwe bi çîrokên Tirsa Gayê Bê Serî, Fatikê, çîroka gelêrê yê Çûka Keko Peko, Çemê Xeyîdî, Çarşiya Şewutî ya Diyarbekirê hunandiye. Ya girîng dema xalayê de çîroka Kuçikê Fermalî çi dihanî serê gundîya, dema koçkirina Ermeniyan de Xweda neyîne ser tu kesî meseleyên Dayika File û Keça Gawur jî bi bîr dîne. Nivîskar di derheqê pirtûkê de di pêşgotina xwe de jî wiha dibêje: “…Di vê pirtûkê de, çîrok û bîranînên derbas dibin bi tevayî rast in. Her yek gotinê demekê ne. Ji xelayê heta roja îro di jiyanê de çi derbas bûye tîne ziman…”  Ji ber vî ez jî dibêjim kitêba “Jiyanek Dijwar” çanda me ya rast qeyd kiriye û dixe bîra me.

Navçe û gundên ku di nav kitêbê de hatiye nivîsandin:

Navên gundên ku di pirtûkê de hatine qalkirin; Tulender, Qerto, Axpar (Mezra Qerto ye), Encoz, Kilan, Hogeçî, Evdilezîz (mezra Hogeçîyê ye),  Girêquçê, Erqenî, Hamok, Pozsaqizê, Newalmisk, Încexidir, Gîsgîs, Zireqê û Zoxbirîn (Gundê Hezro ye)

Deverên ku behsa wan hatiye kirin:

Deverên ser Çêrmûgê, Herbaz, Mezelê Eywadê, Bîstanê Kaperîf, Çamûrtele. Deverên deştê heya Çiyayê reş; Newala Qerexidirê, Çiyayê Reş, Darîstana Qerejdaxê, Çemê Hamokê, Gola Şivana, Gola Serê Çavîyê, Gola Kela Aşê, Mezela Pîvazo..

Deverên Ser Rêya Diyarbekirê; Deşta Xoşanê (Erqenî), Mixarên Hîlarê, Dewe Geçîdî (Rêya Karwana), Çemê Xeyîdî,  Ûçkûyû, Şilbê, Seyrantepe, Deriyê Çiyê, Bedena Amedê.

Hinek alawên deverê: Meşk, Çatme, Misas, Qilme, bîz, dewl, kedik, sewilik, weris, bivir, masûre, kirkit, şeh, mîrkût, kîlîntî, qalûce (dasê biçûk), Kurtme, kurne, kevgir, bêjing û serad

Xwarin û hilberînên herêmê ku di kitêb de derbas bûne:Tirş, keledoş, gêrmî(mehîr), pelûla mot, sicoq, helaw, kesme, toraq, çortan, savar, dane kufte û şehre.

Hinek ajalên çolê yê deverê; hirç, beraz, gur, rovî, kerguh, keftar, çik, dîksor, sîsark, teyrê baz, kund û kew.

Lîstikên herêmê: Birê, maq, qinik, sêgav, kevirê badanê, sêqûç, qîtê, kevirê tehndanê, çavgirtko, delo û lîstika latê.

Cureyên tirî: Yên ku dibin mewûj talnebî, avdêrî, tehlik, qizilbankî û tiriyê reş. Yên ku dibin mot/dims; gêjmehme, avkî û şîre.

 

Wekê din nivîskar  ji biçûktiya xwe heya qala taqewutbûna xwe kiriye.  Di sergûzeştê de jiyan, di mekteban de pişaftina zarokên mektebê û  qedexekirina zimanê Kurdî, rêwitî, êş, henek, tirs, xof û çîrok bi zimanê herikbar nivîsandiye. Yê ku bixwazin jiyana gund hîs bikin yên li gund jiyane an jiyîna gundî jibîrkirine karin vê pirtûkê bigrin, jê sûd werbigrin û wê dema berê bi xeyalî be jî bijîn û bielimin. Hêjayê gotinê ye ku mirov vê kitibê bixwîne û jê mehrûm nebe. Di pêşerojê de ji bo hinek çîrokên li deverê qewimîne bibe çavkaniyek hêja. Ji ber vê xebatê kek Suleyman Demîrkol pîroz dikim û serkeftin jê re dixwazim.

 

Paşa Amedî

Ev nivîs di kovara Nûbiharê (Sal 2019, Bihar, hejmar: 147) de hatiye weşandin

————

*Tulender Gundê Çêrmûgê girêdayê Diyarbekirê ye. Tulender nêzê gundê min ê Qerto ye.

** Xanima min Maşîta got “Esê li mala me gotiye”

 

Derbar ziman

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply