Têkilîyên Di Navbera Xewn û Çerçoveyên Bîra Civakî de

KURTE

Xewn, di jiyana me de xwedî cîyekî taybet in . Balkêş, bêsînor, tevlîhev, şelû  û efsûnî  ne. Ev taybetmendiyên wan jî dibe sedem  ku em di bin bandora wan de dimînin û li pey şopa wan digerin. Em dixwazin wan fêm bikin û wateyekî li wan bar bikin. Ew efsûna ku xewn di nava xwe de vedihewînin  bala gelek lêkolîneran kişandiye  û bûye mijara lêkolînên qadên ji hev cuda lê  bi awayekî jî bi hev re girêdayî. Fîlozofên wek Henrî  Bergson, civaknasên wek  Françoîs Simiand, Êmîle Durkheim û Maurîce Halbwachs û psîkoanalîstên wek Freut gelek xebat li ser xewnan kirine.

 Di vê nivîsê de me xwast balê bikşînin ser nêrîna Halbwachs a derbarê têkiliya di navbera xewn û çerçoveyên bîrê de. Armanca vê nivîsê, li gorî nêrîna Maurîce Halbwaghs têkiliya di navbera xewnan, bîranînên dîtbar, ziman û çerçoveyên bîrê de rawe bike ye.

Bêjeyên Sereke: Xewn, Çerçoveyên Bîra Civakî, Ziman, Civak

 

Destpêk

Em giş xewnan dibînin gelek ji wan tên bîra me lê hinek jî hene ku em bixwazin bên bîra me jî nayên bîra me. Xewnên ku di bîra me de dimînin hêsan jî bin tevlîhev jî bin  bandorekî li ser me dikin û em ji bo fêmkirin û watedayîneke kedekî didin. Em dibêjin qey ew ji dinyayeke din hatine û peyamek bi xwe re anîne li me balkêş tên û gelek caran jî nas tên sankî wek bîranînekî yan jî parçeyek ji paşeroja me ne lê gelo bi rastî jî ew bîranîn in an parçeyek ji paşeroja me ne? Gelo ji bo çi xewnên me hem gelekî nas in  hem jî xerîp in? Têkiliyeke çawa di navbera xewnan û çerçoveyên fikrî û civakî de heye. Gelo xewnên me tenê bi me re têkildar in yan têkiliyeke wan û civakê bi hev re heye, heger hebe têkiliyeke çawa ye. Halbwachs, di her du beşên serî yên pirtûka xwe ya bi navê Çerçoveyên Civakî yên Havizayê  de li ser xewnan û têkiliya wan ya bi bîranîn, paşeroj, çerçoveyên fikrî yên civakê û rola ziman ya li ser xewnan  disekine.

Maurîce Halbwachs wek bavê modern yê xebatên bîrê tê qebûlkirin. Ew civaknasekî Fransiz e. Dema ku ew li lîseya “Lycêe Henrî-IV”êm perwerdehiya xwe dibîne dibe xwendekarê Henrî Bergson. Pişt re perwerdehiya felsefeyê jî dibîne û di sala 1919 an de li zaningeha Caen Normandîa û di sala 1935an de jî li zaningeha Strasbûrgê wek akadamîsyên kar dike. Bi kesên wek Durkheîm, Lévy Bruhl û Françoîs Sîmîand re dixebitê. Ew gelekî di bin bandora Dulkheîm de dimîne. Di sala 1945an de piştî ku dest bi karê derûnnasiya civakî li College de Franca kir sê meh derbas bûn û ji aliyê Gestapo li parîsê tê girtin û wî dişiyênin kampeke li almanya yê û li wir dimire.

Halbwachs, dema ku li ser bûyer û tevgerên civakî dixebitê balê dikişîne ser derûnasîyê û bi vî awayî nêzîkî derûnasîya civakî dibe. Ew li ser mijarên wek  çîna karkeran û asta jiyana wan, çerçoveyên bîra kollektîf  û întîxarê hwd. disekine. Li gorî Halbwachs, tevger, hîs û cureyên hîsan ancax û ancax em dikarin bi ferasetên civakên din rawe bikin. Em tenê nikarin civakê bi ferasetên psîkolojîk û fîzyolojîk rawe bikin. Nufûza civakî ancax bi ya civakî em dikarin berfireh bikin. Heger nufûza civakî dîse bi civakê ve girêdayî be naxwe lazime em dikarin bêjin, ew çerçove an jî katagorîyên me yên fikrî jî bi civaka ku em aîdê wê ne girêdayî ne û  ji ber ku em rasterast bi civakê re têkîldar in ev rewş jî gelekî berbiçav e.

Di beşa yekemin ya pirtûka xwe ya bi navê “Çerçoveyên Bîra Civakî” de Halbwachs, ji analîza xewnan derdikeve rê û dibêje; bîr, ne mûhafazaya takekesî ya wan serdemên borî ye, ji nû de hilberîna wan e. Bi gotineke din heger em îfade bikin, li gorî Halbwachs, paşeroj, di nava wê kêlîka ku em tê de dijîn de bi alîkarîya çerçoveyên civakî ku bi wan grubên ku takekes aîdî wan e, ji nû de tê hilberîn. (Halbwachs, 2022, r. 13) Paşeroj bi xêra alîkarîya çerçoveyên civakî ji nû de tê hilberîn. Her du beşên serî yên pirtûkê bi hev re girêdayî ne û wek temamkarên hev in.

Di beşa yekemin ya pirtûkê  de nivîskar li ser têkiliya di navbera  xewnan û bîranînên dîtbar de disekine û vê beşê bi sê sernavan  pêşkeş dike. Ew sernav ev in: 1.Em nikarin paşeroja xwe bi hûrgulî di xewnan de ji nû de biafirînin. 2.Ferqa di navbera çerçoveyên fikrî yên di halê şîyar û çerçoveyên xewnê.3. Bîr, paşerojê dîse na jî wê ji nû de ava dike. Di beşa duyemin de li ser têkiliya di navbera xewnan, ziman û bîrê disekinê û vê beşê jî bi sê sernavan pêşkes dike. Ew sernav jî ev in: 1.Çerçoveyên fikra civakî bi çi awayî nufûzê li xewnê dikin? ( Dem û cî ) 2.Di xewnê de rol ziman. 3.Afazî û zeka. Ceribandinên Head ku bi nexweşiyên ramanên kevneşopî ên di nexweşên afazî yê de tên dîtin in.

Beşa Yekem: Xewn û Bîranînên Dîtbar

Gelo di nav xewnên me de bîranîn hene? Xewn, bîranîn in an hilberîneke ji nû de ye? Ev her du pirs, pirsên sereke yên vê beşê ne. Li gorî Durkheîm, dibêje Halbwachs, xewnên me bi bûyerên ku di paşeroja me de qewimîne re elaqadar in, ew tiştên ku me doh, pêr an jî di ciwanîya xwe de dîtine an jî kirine em dîse di xewna xwe de dibînin. Carinan jî em di herîkîna demê de vedigerin berê ne. Heger  wisa be û xewn bi temamî berhemên bîrê bin ji bo çi em wan bîranînan di cî de nas nakin?(Halbwachs, 2022, r. 21) Gelek caran, beyî ku em di ferqa wê de bin, em ji bo xewnên xwe dirêj bikin û mudaxeleyê li xewnên xwe dikin. Heger xewnên me bîranîn bin ji bo çi em naxwazin şiyar bibin?  Gelo dibe ku bîranînek beyî ku bê nasîn ji nû de be hilberîn?

Em nikarin paşeroja xwe bi hûrgulî di xewnan de ji nû de biafirînin. Halbwachs dibêje; em çar salan li ser wan aliyên xewnan ku me elaqadar dikin xebitîn. Me xwast em bizanibin ka gelo xewn, ji paşeroja me dîmenên bêkêmasî  vedihewîne yan na. Encam têra xwe neyînî bû. Dema em ji xewnê şiyar dibin dibe ku em fikrekî,hestekî,tevgerekî an jî tiştekî ku aîdî bûyerekî be, bibînin ev mumkun e lê dema em di xewnên de ne em qet wê bîranîne ferq nakin. Bûyerên di xewnan de ne bîranînên temam in, teqez di wan de kêmasî hene. Carina xewnên ku em dibînin li me xerîb tên û bi zanebûn ji bo em karibin xewna xwe bînin bîra xwe hin tiştan ezbere dikin. Paşî em hîn dibin ku ew tişta ku me dîtîye ne aîde roja me ye an jî cî û wext ne yên xewna me ne, aîdî zarokatîya me ne. Carinan jî hinek hêman hene ku tenê di xewnê de derdikevin pêşîya me lê dema em şiyar dibin nayên bîra me sedema vê rewşê jî sînorên bîrê ne.  Ji bo em karibin bêjine tiştekî ew “bîranîn” e  qistas helbet “aniha” ye. ji bo em bêjine tiştekî bîranîn lazime li paşerojê mabe. Lê di xewnan de “aniha” tune ye.  Ji bo ku em bizanibin ew bîranîn in em ji bîra kesên din sûdê werdigrin yanî em hewara xwe digihênin civaka ku em di nav de dijîn. Dema em xewna xwe ji yan re dibêjin em carinan ferq dikin ku ew kesê ku me di xew de dîye me di halê wî yê îroyîn dîye lê dema ku em dipirsin ji derdora xwe dibêjin : ew kes wî zemanî hîn zarok bû. Ev rewş gelek caran tê serê me sedema vê jî ev e: Em di xewnê de her dem di “aniha” de ne, her çiqasî em  parçeyekê ji bîranîneke xwe jî bibînin em naçin wî ‘emrê xwe yê wê serdemê em her dem di halê xwe yê îro de ne, em ciwantir yan jî pîrtir nabin.

Ferqeke mezin di navbera çerçoveyên fikirîn yên di halê şiyarî û xewnê de heye. Dema em şiyar in her tişt rasteqîn in û di herîkîna xwe ya xwezayî  de ne lê dema em di xewnê de ne her tişt şelû ye û tevlîhev e. Dema em di xewnê de ne bîranînek tu carî wek aslê xwe nayê, xewnên me ji hev parçebûyî ne û tu caran hev nagirin ji ber ku em di xewnê de êdî ne li cîhana rasteqîn in. Cîhana xewnê cîhaneke tevlîhev e, efsûnî ye û em nikarin mudaxeleyê li vê cîhanê bikin lê dema em şiyar in bîranînên me bê kêmasî tên bîra me tu çaran wenda nabin û bi rêkûpêk in û her tişt di bin kontrola me de ye.

Di xewnê de bîr paşerojê dîse najî, wê ji nû de ava dike. Kêlîka ku em di xewnê de ne dibe ku bîr li gor cî an jî wextê ku em tê de ne tiştan ji nû de ava bike. Ji ber vê jî di xewnê de tu bîranîn ne temam in û di wan de teqez hinek kêmasî hene.

Beşa Duyem: Ziman û Bîr

Di beşa yekemin de Halbwachs nîşan dike ku xewnên me ne bîranînê me ne û ne paşeroja me jî ne. Xewnên me ji nû de hilberîna  bîranînan e. Di xewnên me de gelek hêmanên ku aîdî bîranînên me ne dibe ku di xewnê de derkevin pêşiya me lê ev nayê wê wateyê ku em wan ji nû de bê kêmasî dijîn ji ber ku cîhana xewnê cîhaneke bêsînor, tevlîhev û şelû ye, ne pêkane ku pergaleke bi rêk û pêk jî di vê cîhanê de hebe. Ew hêmanên ku tên pêşberî me qûtqûtî ne û kêm in ji ber vê yekê jî ne pêkane ku xewn bîranîn bin.

Çerçoveyên fikra civakî bi çi awayî nufûzê li xewnê dikin? Cî û dem di cîhana xewnê de xwedî taybetîyeke çawa ne? Halbwachs, di beşa yekê min de dibêje; takekes herî zêde di xewna xwe de ji civakê dûr dikeve. (Halbwachs, 2022, r. 65) Gelo pêkane ku însan her çiqasî di xewnê de jî be têkiliya xwe bi civaka xwe re qût bike? Heger têkila bi civakê re qût dibe naxwe çawa ew hêmanên ku bi bîranînên me re elaqadar in tên xewna me? Helbet ne pêkane ku em têkilîya xwe bi civaka xwe re qût bikin. Bêguman di navbera van her du dinyayan de heye. heger di navbera wan de têkilîyek tunebane naxwe çi ferqa me ji ajelan an jî zarokên piçûk hebane? Dema em xewnên xwe binivîsin û pişt re li wan nivîsan binêrin em dê bibînin ku nasek, hevalek, ji malbatê kesek, ji kesên ku em wan li kar an jî kesekî ku belkî me bîst salan nedîtibe, dikevin xewna me û em wan nas dikin em dizanin ew kî ne. Ev jî tê wê wateyê ku têkilîyek di navbera van her du cîjanan de heye lê têkilîyeke gelekî qels e. Em gelek caran dibînin ku di pişt xewnên me de bi awayekî veşartî hin fikir hene û bi xêra wan fikran em dikarin hewnên xwe nas bikin, fêm bikin û bi xewnên xwe yên din re berawird bikin lê  lazime em vê jî nîşan bikin; di xewnê de têkilîya di navbera hêman û fikirînê de pir sist e. Gelek caran li pişta hêmanekî wateyeke sembolîk heye û em dikarin wan bi gelek awayan analîz bikin.  Halbwachs ji  bo mînakê behsa xewna Fîravûn dike; Fîravûn, tişta ku di xewna xwe de dibîne dibêje:”Sankî ez li kêleka çemekî li ser lingan disekinim. Ji çem heft çêlekên xweşik û baş derketin û di nava gîha de dest bi çêrê kirin.”hwd.  Pişt re: “ Min xewnek dî: Heft simil di serê dexlekî de şîn dibûn.” Li vir rasterast beret û xweşî tê bîra me. Em nabêjin Fîravûn çend roj berê hinek çêlek dîne ji ber wê ev xewn dîye. Her xewn encamek e, sedem jî ew teşqele an jî acizîyên me yên ku em li ser fikirîna wan raketine ye.  Mesela berî ku em rakevin heger acizî an jî bêhntengî ya me hebe xewn tenê wê sembolîze dike û em xewneke ne baş dibînin.

Di xewnê de çerçoveya cî ne zelal  e. Her çiqasî cîyên ku em lê ne, lê gerîyane,  navê kolan û taxan an jî tabelayan û cihên ku em tê de diçin baş be bîra me jî teqez di van tabloyan  de hin valahî derdikevin. Ne em dikarin bêjin em diçin ku ne jî em dikarin li gorî noxteyên nîşaneyan hatin û çûyîna xwe kontrol bikin. Tenê em diçin.  Kesên ku xewnê dibîne li gorî cî belkî bêhtir dikarê demê têbigihije. Bi gelemperî em nizanin di kîjan demê de ne, roj tê zanîn lê dîrokên dûr nayên zanîn. Dema em şîyar in, ji nava wan çerçoveyên  cî û demê de  ku me bîranînên xwe rêz kirine em hin hêmanên hilbijartî dibînin lê ev hêman wek parçeyên porseleneke şikestî ji hev belavbûyî ne û veqetîya ne. Hêmanên di xewnê de xwedî cî û dem in  lê em nikarin wan kordîne an jî kontrol bikin, cîyê wan dinyayeke din e. Fikirîna di xewnê de ne dikarê tiştan bîne bîra xwe ne jî dikarê wan têbigihijê, ew ji wê girêdana ku di dema şiyarîyê de cî û demê bi hev ve girêdide mehrûm e.

Ji hêlekê cî û dem ji hêlekê din ew çerçoveyên ku heya astekî xewnên me rawe û rêkûpêk  dikin ji wan hêmanên ku ji têgihên ku însanên şiyar karibin bi wan ragihandine pêk tînin  hatine kesixandin û xerabûne îbaret in. Lê însan bi xêra ziman dikarin bifikirin. Ji ber vê jî lazime em rola ziman ya li ser xewnê bipirsin.Pirseke giring e, têkiliya di navbera ziman û xewnê de, ku Halbwachs li serê bi hûrgilî rawestîyaye. Gelo însan dikare di xewna xwe de bipeyîvê, ev pêkane ? Erê, helbet pêkan e. Kesê raketî bêsekin bi rehetî dikare bipeyîve. Gelek caran em lê rast tên, kesekî raketî di xewna xwe de tiştnan dipeyîve û em her çiqasî baş fêm nekin jî em dizanin ku ew dipeyîve. Dema ku em jê dipirsin gelek caran nayê bîra wî/ê kesî/ê ku çi peyivîye . Carinan jî kesekî ku qet tu refleks di xewna xwe de nîşan nedabin dema hişyar dibe qala bûyer û dîyalogên di xewna xwe de dike. Li gorî Halbwachs, ew kesê ku raketîye ji kontrola civakê derdikevê û êdî ew ne mecbûr e xwe baş îfade bike û bi vî awayî pêwistîya rêkûpêkbûnê jî holê radibe. Xewn ji bo ziman qadeke bêsînor û bêkontrol e û ev rewş jî dibe sedema hevnegirtina xewnan. Halbwachs ji bo ku teza xwe baş bi cî bike di navbera nexweşên afazîyê ( Nexweşiya korbûna peyvan e. Bi gotineke din takekes êdî nikarê wek berê têgihan ji hev derxînê, bipeyîvê û peyvan baş bi kar bîne. Di heman demê de bîranîn jî wenda dibin.) û kesên di xewnê de berawirdkirinekî dike. Encam balkêş e. Her çi qasî di nexweşên afazîyê de kêmbûna bîranînan an jî kemasiya wan çerçoveyên ku bîranînên xwe di wan de bi cî dikin hebe jî ew aîdîyeta xwe ya bi civakî pir nadîr ji bîr dikin. Ew wek însanekî ku çûye welatekî bîyanî û  ziman nizanê lê dîroka wî welatî û ya xwe baş dizane ye. Ew dizane ku perçeyek ji civakê ye , karê kesên li derdora xwe guhdar bike, refleksan bide û hêstên xwe nîşan bide. Tiştin ji paşeroja wan tên bîra wan an jî heta astekî dikarin paşeroja xwe ji nû de bijîn. Ew beşa bîrê ku dikarê bûyeran di hişê xwe de bigirê û bîranînên wan kesên din mûhavaza bike bi bîra kollektîf re di nav têkilîyekî de ye. lê ev têkilî ne têkilîyeke xurt e. Bereksî vê rewşê kesê/a ku xewnê dibîne wan hêmayên ku tên xewnê nas dike û dizane ew tên çi wateyê, dikare wateyekî li wan bar bike û navekî li wan bike. Ji ber vê rewşê jî kesê ku radikevê bikaranîna peyvan di hişê de xwe mûhafaza dike û ji bo ku obje û kirinan bikaribe ji hev derxînê jî xwe dispêrê civakê lê di her du rewşan de jî bi awayekî ji hev cuda çerçove forma xwe wenda dikin, xeradibin û hinek tişt wenda dibin.

Encam

Di encama van her du beşên pirtûka Halbwachs ya bi navê “Çerçoveyên Bîra Civakî” me dît ku em di xewna xwe de paşeroja xwe najîn em wê ji nû de ava dikin. Tiştekî ku di paşerojê de qewimîye tu caran bi temamî û ji nû de nayê pêşberî me, hêman qûtqûtî û perçeperçe ne. Gelek caran xewnên me hêmanên ku di şiklê bîranînan de ne bi kar tîne lê ev nayê wê wateyê ku xewnên me bîranînên me ne. Erê di navbera bîranîn û xewnê de têkilîyek heye lê ev têkilî têkilîyeke şelû ye ne zelal e. Em di xewnên xwe de bîranînên dîtbar nabînin ji ber ku xewn tevlîhevtir in. Xewn tenê bixwe ve girêdyî ne lê bîranîn bi bîra civakî ve girêdayî ne. Em di xewnê de her dem lipaş in û wek mirêkekî ne tenê em dinêrin  lê em nikarin bi temamî mudaxeleyekî jî li xewnê bikin.

Her çiqasî cîhana xewnê ji cîhana rasteqîn dûr jî be her dem takekes bi awayekî bi civaka ku aîdê we ye girêdayî ye û qûtbûn ne pêkan e, ji ber ku bîreke tenê  heye ku  bîranînên xwe lê bi cî dike. Em di xwenê jî de bin têsîra civaka ku em aîdê wê ne li ser me û psîkolojîya me heye lê bi awayekî din. Di xewnê de ne em karin însanekî ne jî ajelekî ji nû de biafirînin. Em wan ji tecrûbeyên xwe yên dema şiyarbûnê distînin. Yanî li gor xewnê em wan hêmanan ji nû de dibînin û ji ber ku me wateyek daye wan em wan nas dikin lê cî, dem û rateqînî û hevgirtina wan  ne wek cî û dema şîyarîyê ye. Ji bo em bikaribin xewna xwe îfade an jî watedar bikin dîse civak lazim e. Yanî her du cîhan ji hev pir cuda jî bin bîr heman bîr e û rêber e.       

Çavkanî

Halbwachs, M. (2022). Havızanın Toplumsal Çerçeveleri. Ankara: Herestik.

Amedekar: Mizgîn ÇETÎNKAYA                 

           

Derbar Çand Name

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply