Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê

Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û cihekî xwe yî saxlem heye. Cara yekem B.Z sedsala 6an Sîmonîdes ev têgeha bi lêv kiriye. Wateya Sîmonîdesê ev e; ‘Tiştên xeyalî bi mekanan re têkîldarkirin û rêzkirine’.

Hunera hafizeyê, bingehê hafizeya “çêkirî” ye. Bi alîkariya wê, takekes dikarin gelek agahdariyan biparêzin û bigirin. Hunera hafizeyê şexsan eleqedar dike û firsendê dide wan ku hafizeya xwe baştir bikin. Tiştê ku tê nîqaşkirin pêşveçûna kapasîteya kesane ye.

Çanda bîranînê, berdewamkirina berpirsyariya civakî armanc dike û piştê xwe dide komê. Di her civakê de teqez çanda bibîrxistinê heye. Gelê Îsraêl di çanda bîranînê de heman rola ku Yewnaniyan di hunera hafizeyê de lîstiye, lîstin.

Îsraîlî bi fermana “Biparêze û Bibîrbîne!” derketin holê û hebûna xwe wekî gel domandin. Bi vî awayî, prototîpeke nû û bi hestyarî ya neteweyê derket holê. Max Weber dibêje: “Li pişt hemû cudahiyên etnîkî fikra “gelê bijartî” heye.” Neteweyên ku xwe wek ‘tîpên îdeal’ dibînin xwe wek neteweyê bijartî dibînin. Fîkra hîlbijartî, fîkra bîrnekirin û neyêbîrkirin pêwîst dike. Ev fîkra wek tiştekî ‘çêkirî’ ye. 

 

2.Têkiliya bi rabirdûyê re

Ji bo hunera hafizeyê mekan çi be, dem jî ji bo çanda bîranînê ev e. Rabirdû, tenê heke em pê re têkildar bin dertê holê. Li gor fikrê me tiştek ku derbas be ew dibe rabirdû lê di bo civakan rabirdû tiştekî hîn tevlihev e. Rabirdû bi bîranînê ji nû ve tê avakirin.

Du tişt hewce ne ku rabirdû wekî “raborî/geçmîş” di hişê me de cîh bigire; 1) Divê bi tevahî winda nebe û delîl hebin 2) Divê cûdahiyan nîşan bide. Guhertinên di ziman de mînakeke baş e ji bo xala duyemîn. Destpêkên nû, ronesans, restorasyon her tim bi awayê vegerandina paşerojê û wergirtina pişgirîyê çêdibin. Civak bi hafizeya rabirdûyê dibin civak, rewabûnê/meşrûîyetê bi dest dixin, desthilatdariyê ava dikin û pêbaweriyê peyda dikin. Meriven Misirî hîn ku nemirîbûn jiyana xwe û methên xwe li ser tirbên xwe dinivîsandin ji bo ku nehatana bîrkirin û werne bîranîn. Mînak, peyker û  tiştên misirê û cihên din jî wiha ne.

AVAHIYA CIVAKÎ YA BERÊ: MAURICE HALBWACHS

1.Hafizeya Takekesî û Civakî

Teza sereke ya ku di hemû berhemên Halbwach de tê şopandin, hafize girêdayîye şert û mercên civakî ye. Halbwach îdîa dike ku kesek teqez bi ser xwe mezin bibe hafizeyekê wî/wê jî çênabe. Hafize di pêvajoya civakîbûna mirov de çêdibe. Bîranînên herî kesane jî tenê bi danûstandin û têkiliya komên civakî pêk tên. Halbwach têgînên “hafizeya komê” û “hafizeya netewe” bikartîne.

Bîr/hafize zindî ye û di pêwendiya domdar de hebûna xwe didomîne, ger ev danûstandin were sekinandin, biguhere an winda bibe, jibîrkirin çêdibe. Ne tenê bîranîn, jibîrkirin jî diyardeyeke/olgu civakî ye. Tenê têgihîştin/algı takekesî ne, bîranîn ne takekesîne.

2.Figurên Bibîranînê/hatirlama

Raman, çiqasî kiryareke/eylem razber/soyut be, bibîranîn jî ew qas şênber e. “Ji bo ku rastiyek di bîra komekê de bimîne, divê di şeklê kesek, cîh an bûyerek taybetî de were jiyandin.” Lê li aliyê din ji bo ku bûyerek di bîra komê de bimîne divê bi rastiyeke watedar were dewlemendkirin.

Ev fîgur dikarin bi sê taybetmendiyan ve bêne diyar kirin:

  • Girêdayîbûna dem û cihan(mekanê)
  • Girêdayîbûna bi komê re
  • Ji nû ve avakirina dîrokê

 

A)Girêdayîbûna dem û cihan(mekanê): Li ser cîh û zemanekî şênber divê were avakirin. Mînak; Cejn li bi çi nîyetê werin pîroz kirin jî dem diyar e. Bîranîn jî cihê/mekanê xwe diyar e. Hafize hewceyî mekanekê ye, di meyla cihbûnê de ye.

  1. B) Girêdayîbûna bi komê re: Bîra civakî bi kesên ku wê hildigirin heye û bi tesadufî nayê radestkirin/dewrkirin. Cihê malbatekê bi giranî bi “zanîna xwe û malbatên din ên dîroka wê ve girêdayî ye.” Ango malbat li gor rabirdûyên ku tên zanin qîmetê dibîne. Koma civakî ya ku xwe weke civakeke xwedî bîreweriyên/anı hevpar ava dike, rabirdûya xwe ji du aliyan ve diparêze: taybetmendiya xwe û berdewamiya. Ji ber ku her kom berdewamiyê armanc dike, ew hewl didin ku heta ku dibe bila bibe xwe ji guhertinan dûr bixin û dîrokê wekî berdewamiyek neguherbar dihesibînin.

C)Ji nû ve avakirina dîrokê: Bîra civakî dikare ji nû ve avabibe. Her kom bîranîna xwe ji nû ve û bi berdewamî saz dike. H. Blumenberg dibêje “rastiyeke saf a bîranînê tune ye”.  Bajarên pîroz ne bi şahîdan, bi bîr û baweriyan tên bibîranîn. Bawerî û tiştên ku pê dihatin bawerkirin bi demê re li cihan hatin bicihkirin û cîh pîroz bûn. Tiştê ku di derbarê Îsa de tê bibîranîn li ser bingeha xaç û vejînê ji nû ve hatîye çêkirin û Qudis wekî cîhek ku bi gelemperî tête bîranîn ji nûva tê afirandin. Figurên xiristîyanîyê yek bi yek nûva hatine afirandin û wek “sîstema cihkirinê” hatine sazkirin.

Bi kurtasî,  hafize avakirina ji nû ve avadibe . Rabirdû wek xwe di bîrê de namîne. Ew bi berdewamî di nav têkiliyên guherbar ên heyî de ji nû ve tê organîze kirin. Ya nû tenê di şiklê rabirdûya ji nû ve hatî avakirin de dikare derkeve holê.

Amedekar: Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Vladimir Propp – Morfolojiya Çîrokê

Jiyana Vladimir Propp (1895-1970) Vladimir Propp, kurê malbatek bi eslê xwe Alman, 29ê Nîsan 1895an …

Leave a Reply