Tag Archives: Kurdî

Tîrmeh, 2022

  • 12 Tîrmeh

    Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – III

    D.Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî Dîroknivîsên hevçerx û klasîk girîngiyeke zêde dane xebata Firdewsî ya bi navê “Şahname”yê; lewre ji bo naskirina bûyer, kesayet û erdnîgariya Aryayê hertim nusxeyên “Şahname”yê dane pêş çavan. Divê bê zanîn ku ev berhem ji bûyer û tevger-berteka kesayetên erdnîgariya Aryayê hatiye hûnandin; di hûnaka wê de vegotinên devkî yên çîrokî û çavkaniyên erebî …

Hezîran, 2022

  • 29 Hezîran

    Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê

    A. Destpêk: Kurd wekî endamekî malbata gelên aryayînijad B. Kurdî wekî endamekî malbata zimanên aryayî C. Awireke giştî li serdemên zimanê aryayî 1. Serdema Pîşdadiyan: Aryayiya pêşîn û geşedana dengsaziya wê 2. Serdema medoparsî/keyanî: Niviştên “Bîstûn”ê û fermîkirina zimanê aryayî yê kevnare 3. Serdema eşkanî: Bandora dagirkeriya romiyan li ser qelsbûna zimanê aryayî û zêdebûna zaravayan 4. Serdema sasanî: Zindîkirina …

  • 18 Hezîran

    Şûna edebiyata biçûkan di edebiyata Kurdî de

    Çi sedem in ku wêjevanên Kurdan ji edebiyata zarokan dûr mane? Di vê pirsê de du nuqte hene ku hêja ye meriv li ser raweste. Yek jê, jevkirina edebê wek edeba biçûkan û mezinan, herweha hemû ew tiştên ku weke unsûrên edebê tên dîtin. Ya duduyan jî, bi rast peywendiya wêjevanan kêm e bi edeba zarokan re?   Jevkirina Edebiyatê …

Gulan, 2022

  • 25 Gulan

    Ji Komeleya Nûbiharê Kursên Havînê Yên Kurdî

    Komeleya Nûbiharê bi salan e ku çalakiyên çandî û kursên zimanî dide, Komeleyê piştî serdema Kursên Payîzê yên 2021ê, kursên zivistanê jî vekiribûn. Komele, niha di bin Atolyeya Zimanî da dîsa dest bi kursên nû yên online dike. Di kursan da zaravayên Kurmancî, Soranî, Zazakî û Kelhurî hene. Komele, cara ewil e ku Kursa bo Zaravayê Kelhurî îlan dike. Komeleya …

  • 23 Gulan

    Pêkenîn (Mîzah) Û Kovarên Mîzahî Yên Kurdî

    Min vê nivîsa li jêrê di kîjan sal de nivîsiye, ez nizanim. Şaşiya min jî ev e ku; dema min nivîsê nivîsiye di bin nivîsê de dema nivîsînê, sal û meha wê nenivîsiye. Divê mirov li binî sal, meh û roj binîvîse ku diyar be kîngê hatiye nivîsîn. 21 Gûlan 2022 Nivîsa dema wê nediyare ku kîngê hatiye nivîsîn li …

  • 15 Gulan

    15’Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ

    Dijminatîyê bi zimanên dinê re nekin, ji zimanê xwe hez bikin û bikar bînin. Her wiha bi hemû derfet û alavan li zimanê xwe xwedî derkevin û hemû dek û dolabên li dijî zimanê me û nasnameya me pûç û serûbin bikin.  15ê Gulanê ji bona weşangerîya Kurdî û zimanê Kurdî, rojeke taybet û girîng e. Di 15’ê Gulana 1932’an …

  • 15 Gulan

    Rewşa Zimanê Kurdî (kurmancî û kirdî/dimilî) li Bakurê Kurdistanê

    Kurdên li bakûrê Kurdistanê, bi du dîyalektên (zaravayên) zimanê kurdî dipeyvin; kurmancî û kirdî (dimilî/zazakî). Dema ku mijara (babeta) nivîsê ziman û dîyalektên kurdî be, bivê nevê ji bo ronîkirina pênase û pêvajoya geşbûna ziman û dîyaletan, kurteagadarîyek divê. Kurteyek li ser ziman û dîyalektan Dema em bala xwe bidin xebatên li ser ziman û dîyalektolojîyê, dîyar dibe ku ev …

  • 15 Gulan

    Ji bo yekîtiya zimanê Kurdî

    Zimanê Kurdî bi rastî zi­manekî pir şîrîn û zehf zengîn û rengîn e. Çunkî galgala (mufredat) wî zor, awayê qisebêjî (lehce û uslûb) gelek zehf e. Ew jî ji ber belavbûna Kurdan e li serhedan û parçekirina welatê wan ê delal ê Kurdistan e li navbera du sê millet û dewletan da. Lewma Kurd, ji hev du veqetiyane û ji …

Nîsan, 2022

  • 28 Nîsan

    Di Sînemaya Kurdan De Derhênerekî Bêdeng û Serfiraz: Rodî Yuzbaşi

    Di sînemaya Kurdan de di vê pêvajoyê de gelek karên hêja tê kirin. Derhêner di nav ev qas tengasiyan de jî xebatên xwe bi ‘eksekî mezin tînin serî. Yek ji wan derhêneran jî Rodi Yüzbaşı ye. Di sînemaya Kurdan de cihê Rodi bêhempa ye. Çimkî Rodi belgeselfîlmê xwe bi çavekî ronî û nerînekê gerdûnî amadekiri-ye. Ji derhênerên me yên din …

  • 10 Nîsan

    Çil Hedîs

    Bêgûman jiyana pêxember şîret e. Kirînên wî û gotinên wî ji bo hemû misilmanan rêber in. Bawerîanîna bi Xwedê bawerî bi pexember anînê jî bixwe re tînê. Çimkî Xwedê xwe bi pexemberan dide nasîn. Kirin û gotinên pexemberê dînê îslamê hazretê Mihemed di lîteratura îslamê de wek sinetê tên binavkirin. Ji bo gotinên wî jî nemaze hedîs tê gotin. Li …