Çil Hedîs

Bêgûman jiyana pêxember şîret e. Kirînên wî û gotinên wî ji bo hemû misilmanan rêber in. Bawerîanîna bi Xwedê bawerî bi pexember anînê jî bixwe re tînê. Çimkî Xwedê xwe bi pexemberan dide nasîn. Kirin û gotinên pexemberê dînê îslamê hazretê Mihemed di lîteratura îslamê de wek sinetê tên binavkirin. Ji bo gotinên wî jî nemaze hedîs tê gotin. Li gorî hedîsekê jî hezretê pexember gotiye kesê ji hedîs an kirinên min 40 hebî hîn bibe û hîn bike ez li axîretê lê xwedî derkevim. Çend sal berê di kovareke bi zimanê tirkî li rastî 40 hedîsên pexemberê Xwedê hatibûm ku ji nav hedîsên wî wek kurte çil şîretên pexember kurtekurt hatibûn neqandin. Îro jî min xwest ez van hedîsan ji bo kurdên misilman û nemisilman re wergerenîm kurdîya kurmancî. Çima misilman û ne misilman? Bêgûman şîretên baş û yên ku jiyana civakê biser başiyê re dibin ji bo hemû mirovan pêwist û pêdivî ne.

Kemasiyên ku ji ber wergerê derketine holê pêşî ji kêm zanîna min e û pişt re ji ber ku wergera wergerê ye ango ji ber nezanîbûna min ya zimanê erebîye. Kerem bikin 40 hedîsên pîroz.

  1. Bobelata zanyarîyê jibîr kirine.
  2. Rûkenî sedeqeye.
  3. Paqijî nîvê bawerîanînê ye.
  4. Hêştirê girêde pişt re tewekkulê bike.
  5. Rojî bigirin, sihetê bibinin.
  6. Nimêj situna dîn e.
  7. Bezîna li pey helalê cîhad e.
  8. Kesê dibe wesîleya başiyekê dibe wek kirdar.
  9. Axaftina baş sedeqeye.
  10. Bihûşt dibin siya şûra de ye.
  11. Gotinên di civatan de emanetin.
  12. Bihûşt wargeha comerda ye.
  13. Rojî nîvê sebrê ye.
  14. Sebr nîvê bawerîanînê ye.
  15. Sebra baştirîn di kêlîyên pêşî de diyar dibe.
  16. Sebr mifta rizgariyê ye.
  17. Îbadeta baştirîn ya bidewamî ye.
  18. Quran derman e.
  19. Kesê zimanê xwe bigire digihije rizgarîyê.
  20. Serê hikmetê tirsa ji Xwedê ye.
  21. A ku hatiyê wa’d kirin divê bê cih.
  22. Dia çeka mumîna ye.
  23. Destûrê bide da ku destûrê bistînê.
  24. Nimêj ronîya misilmana ye.
  25. Poşmanî wek tobeyê ye.
  26. Mizgeft/Camî mala kesên xwedî teqwa ye.
  27. Dîn şîret e.
  28. Dua îbadet e.
  29. Roja înê wek heca xîzana ye.
  30. Pirsa baş nîvê zanyariyê ye.
  31. Pêşî silav piştre axaftin.
  32. Dema tu hersbûyî neaxive.
  33. Kena zêde başiya dil dikujê.
  34. Rojî mîna mertalê ye.
  35. Xewa sibê li hember rizq e.
  36. Vexwarina hişbir diya nebaşiyê ye.
  37. Zînaya çavan meyzandina li heramê ye.
  38. Qenaat sermiyaneke bêqedan e.
  39. Fedîkirin/şermkirin ji bawerîanînê ye.
  40. Kes li ser dînê hevalê xwe tê hesibandin.

Ridwan Xelîl / Enqere

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply