Ji bo yekîtiya zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî bi rastî zi­manekî pir şîrîn û zehf zengîn û rengîn e. Çunkî galgala (mufredat) wî zor, awayê qisebêjî (lehce û uslûb) gelek zehf e. Ew jî ji ber belavbûna Kurdan e li serhedan û parçekirina welatê wan ê delal ê Kurdistan e li navbera du sê millet û dewletan da. Lewma Kurd, ji hev du veqetiyane û ji hev dûr ketine û ji zilm û bêbextiya dijminan, îstîbdad û tehqîra bêganeyan, bajaran û gundan berdane çûne ketine nav newalan û deştan û derketine ser çiyan û zinaran, dûr li medeniyet û mehrûm ji îlm û îrfanê.

Sewa wî zimanê wan ê Kurdî ê pak û delal ji nîmetê xwendin û nivîsandinê mehrûm maye. Û tenê (tenha) li nav gundî û eşîran da hatiye peyv û qisekirin. Ema xwenda û zanayê Kurdan -heke gundî û eşîrî heke bajêrî be- gişk bi zimanê bêgane û neyaran îlm û îrfan hînbûne û xwiyan (wan xwe) zana û xwendayên Kurdan hesibandine û hîç li zimanê bav û dê pirs nekirine. Ji ber vê gire û rîbata ku navbera Kurdan hebûye wenda bûye û bi yekcar ji nav wan rabûye. Ne ku li nav her berek ji bera Kurdan a mezin û gewre rabûye. Belku her eşîrekê ji Kurdan xwe tenê Kurd hesibandiye û bi musteqbelê yê din nexwestiye eleqedar bibe. Bi vî awayî tevda bêganeyî hev du bûne. Yanî çar-pênc mirovên Kurd eger li cihekî bicivin û dil bikin ku li ser welatê xwinan (xwe) qise bikin û ji belengaziya wî behs bikin, bêşik nikarin bi asanî û bi gengazî miraza xwitan (xwe bi hevdu) bidin fêmkirin û netuwanin (nikarin) meqseda xwiyan (hev) hîn bibin. Çunkî her yek li wan bi awayekî qise dike û dilê xwe da dibê: Ez tenê Kurd im. Ê din eger Kurd jî bin, zimanê Kurdî nizanin. Çima? Çunkî zar û şîwê wî nizanin.

Welhal ewan hemû (heme, hemû, gîşk, tevda, giştî) zaro û lawên milletekî yekziman û yeknijad û yekxwîn in. Welê jî li hev nehatiye şîwe û zarên wan, nikarin hev û din nas bikin û xwe bidine naskirin.

Eger xwenda û zanayên milletekî bi vî awayî nikaribin bi qise û nivîsa xwiyanî millî destê hev din bigirin û arîkariya xwitan (hev) bikin, bê şubhe ne mumkin e tiştekî din da jî destên hev bigirin û yekfikir û yekneseq bibin. Çira?

Çunkî nîşaneyên yekîtiya miletekî û yekbûna komelekê hebûn û heyiya zimanekî – bi kêmî yanî alel eqel li nivîsanê da- yekneseq û yekawa ye. Bê vê tiştekî din çênabe û nayê diristkirin qet. Niha li vir pirsek tê bala hemû xwendevan û nivîsevan ew jî ev e: Çawan zimanekî Kurdî yê yekneseq û yekawa (alel eqel) li nivîsanê da tê peydakirin ku hemû Kurdan tê bigihîne û pê miraz û meqseda xwiyan (xwe) biqedînin û çak (baş) eda bikin?

* * *

Min ev nivîsa xwe li vir nivisî û bo ku ji (Hawar) re rêbikim, temyîz kirîbû û bi cûhaba wê pirsê mijûl bûbûm. Ji jimara Hawarê ya şanzdehan da pirsiyareke hêja doraliya vê mewzuyê, mewzuya nivîsara min da hatibû belavkirin û bi kurtî heyanê yekiya gulanê (1ê Gulanê) cûhab dihat xwestin. Wexta ku min ev dît û xwend dilê min vebû û çavên min ronî bû û ez zor pê kêfxweş bûm. Seva wê mecbûr bûm cûhabê ku bo temamiya nivîsara xwe hazir dikirim heman bi te’dîl û texyîreke hindik binivîsim û bidim bo ev pirsiyarên ku li Hawarê da hatiye belavkirin û paşê vegerim ser temamiya nivîsara (meqale) xwe û doraliya zar û zimanê Kurdî xasma zazayî (dumilî-dunbilî) da hinek zanînê bo hortê û ziman belav bikim ku heyanê îro tiştek ji wê nehatiye neşirkirin. Hêviya min ji mêrê delal û hêja xwediyê Hawarê, me hemû Kurdan ev e ku ji vê nivîsê tiştik dernexe ji ber ku dirêj e û muxalifê şertê pirsiyariya Hevendê Sorî ye.

1.Zimanê Kurdî çawan xwerû û pak dibit?

Ma navê pirsiyarê divêt weha bit. Zimanekî Kurdî ku tevayî (umumî) çawan tê peydakirin ko hemû Kurdan Kurdmanc, Goran, Lor, Kelhor, Bextiyarî, Zazan, Hawraman… -jor û jêr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê da, tê bigihîne û karibin pê binivîsin û bixwînin. Çima ev pirs lazim e weha bit? Çunkî zimanê ku hemû Kurdan, kêm û zehf têbigihîne hêj peyda nebûye û nehatiye meydanê ku mirov bi paqijî û safkirina wî mijûl bibe û bixerîke.
Her kes zane ku saf û paqijiya zimanekî hanca paş yekîtî (wehdet) û lihevanîna zarên wî yên zehf tê tesewurkirin. Ji bo wê cûhaba vê pirsê ewilî weha didin. Seva gihaştina vî mirazê û peydakirina vê armancê divêt berê herî tiştê çiqas zar û zimanên Kurdî wek Kurdmancî, Babanî, Zazayî, Lorî, Feylî, Bextiyarî, Hawramanî… -hene bi hemû wasiteyan û bi awayekî zanînî (uslub ilmî) were civandin û belavkirin. Yanî her zar û her şîwe da bi kêmî (alel eqel) du-sê kitêbok divêt were çapkirin ku heta zana û nivîsvanê Kurdan, karibin jê fêde bibînin û şêhr û gotin û nivîsa xwinan (xwe) bi qise û pirs û galgala hemû zarên û lehcekanî (zaravayên) Kurdî çêkin û durust bikin û karibin qise û pirsanê bêganeyan berdin û hêdî hêdî destê wan jê were kişandin heta bitiwanin (bişên) bi awayekî Kurdî yê xalis û muxlis bêjin û binivîsin.

2. Bi çi awayî zarên Kurdistanê ên cihê cihê nêzînê hev dibin û zarekî welê tête pê ku Kurd hemû di zarên hev digihin?

Nêzîngbûna zar û zimanên Kurdî, hêdî hêdî û bi xwe bi xwe ancax paş civandin û belavkirina wan dibit. Çunkî wê çaxê her yekê ji xort û ciwanên Kurdan ji xwe ra zarêktir -bi zarê xwe- diecibîne tedqîqat û xebata xwe ser wî zarê dimeşîne. Û ev mudeyekê dewam dike. Netîcê da çiqas zar û lehceyanê Kurdan hene, têne belavkirin, lakîn bi awayekî zanistî. Û her xwenda û zana û nivîsvan dikare bo nêzîkkirina ezmanê Kurdî û zarên Kurdmancî û Zazayî… nivîsa xwinan (xwe) bi pirs û galgal û awaya hemû zar û zimanê Kurdî tevlihev û têkel bike. Û şev û roj bi vê armancê mijûl bibe. Û bo ku hemû Kurdên zana û nivîskaran, zanîn û tedqîqatê xwiyan (xwe) ku li hemû lehceyanî Kurdî da bikin were xwendin û têgîştin. Divêt îmlayekî (awayê nivîsin) muttefequn eleyhî mewcûd bê, heke latînî bê heke Erebî. Meselen îmlayê Erebî yê ku pê zimanê Farisî û Osmanî mirî tê nivîsandin. Ji bo Kurdî jî -welew muweqqeten- çak e û baş e xasma li mabêna zana û munewweran da. Ne ku wek biranê me yê Kurdên welatê jêrînî Kurdistan ku nivîsa xwiyan (xwe) bi hurûfê muqette‘e binivîsin heta metbeê da bibe wek şorbe tevlihev û têkel, mirov nikarîbî ji nav derkevêt.

3.Zimanê Kurdî çawan pêşve diçî û bi çi awayî bi ser dikevit?

Ji hemû nivîsvan û xwendavan ra nas e ku pirsiyariya netîceya pirsiyariya yekem û duduyan e yanî li paş civandin û belavkirina hemû zarên Kurdî û peydabûna zarekî tevayî, zimanê Kurdî xwe bi xwe bi ser dikeve û pêşçûyî tê hesibandin. Lê sewa ku zû ser bikeve û zehf zengîn û rengîn bibe, lazim e piştî salekê ji van xebatanan civateke hemûwayî-tevayî (mu’temer umûmî) bo ziman were li hev û ji bo yekkirina awayê nivîsîn (îmla) û zarên Kurdî (lehecat) û danîna istilahata zanistî-zanînî mijûl bibe û bixerîke. Û qerarata ku ji van xusûsan derêdixe, divêt nik hemû Kurdziman meqbûl bit û bi dil were tenfîzkirin. Û dibit herkes bizane ke(ku) mirovatî û qedr û qîmeta wî bi şuxulandina zimanê bav û bapîr û dê û dotmaman tê naskirin û zanîn. Ji ber wê, lazim e li ser hemû Kurdên welatparêz, zar û zêçên (xwe) xwiyan bi zimanê Kurdî yê tewayî hîn bikin û hemû nivîsa xwe bi vî zimanê dayikê binivîsin.

Misir el-Qahîre Lacî Henî ***

* Ev nivîs di 25ê Tîrmeha sala 1933ê de, di kovara Hawarê, jimara 23ê de hatiye belavkirin. Me ji bo bîranîna Mihemed Elî Ewnî dîsa bi herfên latînî ev nivîs amade kiriye.(Wisif Zozanî)
** Mihemed Elî Ewnî ji Kurdên Dimiliyanê ye. Navbera salên 1897 û 1952ê de jiyaye. Dîroknasekî mezin e. Li ser dîroka Kurdan gellek kitêb wergerandine Erebî. Celadet Alî Bedirxan derheqê wî de wiha dibêje: Mihemed Elî Ewnî Efendî ji xwendayên Kurdan ên welatparêz û miliyetperwer e. Bi xwe ji xelkê Sîwerekê ye. Li Misrê di Ezherê de xwendiye. Ev deh sal in di dîwana qiranê Misrê de mutercim e. Li Şerefnamê ku vê paşiyê li Misrê hate çapkirin pêşgotineke hêja nivîsandiye.
*** Ev leqeba bapîrê Mihemed Elî Ewnî ye. Ev leqeb bo xwe jî şuxulandiye.
(Wisif Zozanî)

Mihemed Elî Ewnî
Ji tîpên Erebî: Wisif Zozan
Nûbihar, Jimar: 116

 

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply