15’Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ

Dijminatîyê bi zimanên dinê re nekin, ji zimanê xwe hez bikin û bikar bînin. Her wiha bi hemû derfet û alavan li zimanê xwe xwedî derkevin û hemû dek û dolabên li dijî zimanê me û nasnameya me pûç û serûbin bikin. 

15ê Gulanê ji bona weşangerîya Kurdî û zimanê Kurdî, rojeke taybet û girîng e. Di 15’ê Gulana 1932’an de, ji alîyê Mîr Celadet û hevalên wî de dest bikaranîna alfabeya bi tîpên latînî hatîye kirin û her wiha vê alfabeyê, ku ji 31 tîpan pêk hatîye, cara yekemîn di weşangerîya Kurdî de, ango di kovara Hawarê de bikaranîne. Ji ber vê yekê, ji 2006’an vir de 15’ê gulanê wek « Roja Zimanê Kurdî » tê pîrozkirin.

Celadet Alî Bedirxan, ji maleke xanedan, Nevîyê Mîrê Botan Mîr Bedirxan, kurê Emîn Alî Bedirxan e. Malbata wî, di dawîya sedsala 19’an de ji welatê xwe sirgûnê Stembolê dibe. Celadet Alî Bedirxan di 26’ê Nîsana 1893’de li wê derê tê dinyayê. Ji welatê xwe dûr, di malbatê de jîyaneke Kurdewarî hebe jî, ji çand, kultur û kevneşopîyên xwe dûrnekeve jî, di bin bandora çand û kulturên bîyanî de mezin û perwerde bû. Di nav zehmetîyên jîyana xwe de ji bona zimanê Kurdî çi ji destê wî hatibe dike. Bi rastî jîyana wî, xênjî Stembolê, li gellek cî û welatên xerîb derbas bûye. Yêmen, Misir, Fransa, Almanya, Îran… Wer xuya kirîye ku jîyana wî ya Kurdewarî ew kişandîye Sûrîyeyê. Li wê derê di bin çavdêrî û kontrola dewleta Fransî de be jî têkilîyên wî bi axa, beg û rewşenbîrê Kurd re çê bûne. Di nav kom û hêzên netewî yên Kurdan de cî girtîye. ( https://ku.wikipedia.org/wiki/Celadet_Alî_Bedirxan )

Di dawîyê de biryara xebatên li ser ziman û çandê çê bike digire. Her wiha hemû hêz û quwet û derfetên xwe di vê qadê de xerc dike û di dawîyê de, dilrihetî û aramîyê di xebatên xwe yên li ser ziman de dibîne. Êdî, çavên wî ne li mîrtîyê ne jî li begtîyê bûye. Hemû zanîn û pisporîyên xwe wek xebatkar û kedkarek ji pêşketina zimanê me re xerc kirîye. Bi alfabeya Latînî berhema xwe ya bi navê « Hawar » ê derdixîne holê. Her wiha, bê guman, şert û mercên pêşengî û rewşenbîrîyê ji bona netewê xwe tîne cî.

Celadet Alî Bedirxan berîya vê xebata xwe ya pîroz wiha gotîye: « Neteweyên bindest, li dijî desthilatdaran bi du sîlehan xwe dikarin bi parêzin. Yek dîn e û ya din jî ziman e. Eger dînê desthilatdaran û neteweyên bindest wek hev be, di destên merivan de bi tenê sîlehek dimîne. Ew jî ziman e. » Ji ber vê yekê Celadet Alî Bedirxan sîleha herî mezin û girîng ji destê xwe bernade û ji bona hebûna xwe û ya neteweyê xwe di qada ziman û çandê de di nav zor û zehmetîyên dijwar de xizmeteke bêpîvan dike.

Kovara Hawarê ji ziman, wêje, çand û nasnameya Kurdan re dibe wek ronahî, hetanê 1943’an, bi 57 hejmaran di wê çaxê de mîsyoneke mezin pêk tîne. ( https://bedelboseli.com/tr/celadet-bedirhan-kurtce/ ) Bi alîkarîya « Hawar » ê di nivîsê de zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hatîye bikaranîn. Her wiha Hawar ji Kurdan re dibe ekol û rêberek mezin.

Wexta meriv li wan rojên ku Hawar tê de hatîye weşandin mêze dike, encameke wiha bi dest dixîne : Di nav kîjan şert û mercê de be, xwedîyê kîjan derfet û alavê be, ji bona ziman û çanda xwe, ango ji bona kesayeta xwe, wexta meriv bixwaze dikare gellek tiştan bike ! Celadet Alî Bedirxan jî li Sûrîyê di nav şert û mercê dijwar de bê derfet û bê alav, di jîyana xwe ya sirgûnîyê de, tevê hevalên xwe yên hêja, ji ber ku ji me Kurdan re xizmeteke bêhempa bike, li ser zimanê me xebat kirine û Hawar derxistinê holê. Di wê demê de Hawar bûye qad û atolyeya ziman û çanda Kurdan. Di Hawarê de cara yekemîn alfabeya Latînî jî tevê alfabeya Erebî bikar anîne. Di alfabeya Latînî de, çawa Celadet Alî Bedirxan bi xwe jî anî ziman, kêmasîyên çend dengên zimanê me hebe jî bûye gavavêtinek hemdem. ( Dengên Kurdî yen ku Bê nasname Mane, https://www.basnews.com/kr/babat/243555 14.11.2015 ) Divê meriv ji bîrve neke : Di kîjan qadê de dibe bila bibe, eger meriv li hêvîya bêkêmasî û rêkûpêkîyê bisekine tu xebatek nake !

Ziman bi her alfabeyê bikar tên. Her alfabe jî girîngî û giranîyeke wî he ye. Lê di nav alfabeyan de ya herî zêde kêrhatî û belavbûyî alfabeya Latînî ye. Ji ber vê yekê,  di wan salan de, li Rojhilata Navîn, ku li wê derê ewqas bandora nivîsa bi alfabeya Erebî hebû, bikaranîna Alfabeya Latînî gavavêtineke gellek girîng û hêja ye.

Xizmet û zehmetîyên ku Celadet Alî Bedirxan di qada ziman û çanda me de pêk anîye, ji wî re bûye nav û nîşaneke bêhempa. Berîya vê xebata xwe wek nevîyê Mîr Bedirxan û kurê Emîn Alî Bedirxan dihat naskirin, lê belê li pê vê xebata xwe, her wiha niha, êdî bav û kalên wî bi wî tên nas kirin ! Xebata wî ya li ser zimanê me xebateke pîroz û zêrrîn e. Ji ber ku li ser ziman û çanda me xebat û xizmetên pîroz kirîye, Celadet Alî Bedirxan paşerojê de, niha û di pêşerojê de mîr, beg û sertacê me hemû Kurdan e. Em hemû Kurd li ber vî kesayetê bejna xwe ditevînin. Her wiha  em qedirşînasî û rêzdarîyên xwe ji hemû dildar, xebatkar, lêkolîner û zimannasên zimanê xwe re tînin ziman.

Nesîhet û gotina Celadet Ali Bedirxan ji bona ziman wiha ye : « Şerm e, guneh e û heyf e ! Yan zimanê xwe bielimin yan jî em Kurd in nebêjin. Bê Kurdî, têkoşîna Kurdan, ji bona me rûmet nin e, şermeke giran e. » Rojane, li hemberî polîtîkayên tund yên bişaftinê û tunekirina nasnameya Kurdan divê em hemû Kurd yek bin. Di mal û malbatê de, di kar û şixulên xwe de û sîyaset û bazirganîyê de ango di hemû qadên jîyanê de divê em zimanê xwe bikar biînin. Dijminatîyê bi zimanên dinê re nekin, ji zimanê xwe hez bikin û bikar bînin. Her wiha bi hemû derfet û alavan li zimanê xwe xwedî derkevin û hemû dek û dolabên li dijî zimanê me û nasnameya me pûç û serûbin bikin.

Ne bi tenê 15’ê Gulanê de her roj emê li zimanê xwe xwedî derkevîn. Di malên xwe de bi zarokên xwe re Kurdî qise bikin. Zarokên xwe ji şîn û şahîyan û ji civînân dûr nehêlin. Şirînayîya çand û folklora Kurdî bi zarokên xwe bidin tehmkirin. Bi zimanê xwe, bi gotin û bêjeyên şirîn û şekir yên Kurdî destên xwe li serê zarên xwe bidin, bi ruhekî Kurdewar bi wan şa bibin û bilîzîn. Bi rewşeke rihet û xweza qise bikin û di qisedanên xwe de bêjeyên çêkirî û ji ruhê Kurdî dûr bikar neînin.

Di qisedana rojane de bi rewşeke xweza qise bikin. Eger hûn di qisedana xwe de çend bêjeyên ji zimanê me der bikar biînin « kevir ji dêre de nakeve », ji bikaranîna bêjeyên ji ruh û vaca Kurdî dûr çêtir e. Lê belê ji xwendin û nivîsandina zimanê xwe jî dûr nekevin. Di jîyana xwe ya rojane de hemû not û rojnivîskên xwe bi zimanê xwe bigrin û binivîsînin. Ango Kurdî bikin nava jîyana xwe, her wiha zimanê xwe, ji jîyan û malbata xwe dûr nexînin û jîyana xwe bi zimanê xwe berdewam bikin.

Îro ji bona zimanê me pêwistîya herî girîng di bikaranîna nivîsê de hevbeşî û hevrengî ye. Li ser rastnivîs, rênivîs û xalbendîya zimanê me di çarçoveya zanistîya ziman de divê lihevhatinek çê bibe û zimanek navendî di nivîsê de bê bikaranîn. Meriv wexta bala xwe dide nivîsan bikaranînên kesane wedatir, di çapxane û weşanxaneyan de jî bikaranînên cuda derdikevin holê. Her yek, bi rewşek û rêzik û qeydeyek tevdigere û dinivîsîne !

Em yên ku dinivîsînin, divê çi deng ji devê me derdikeve û em çawa bêjeyek bilêv dikin, di nivîsê de wekxweyî binivîsînin. Fonetîkên bêjeyan xirab nekin. Her wiha eger em bêjeyan wek dengên wan bitîp bikin di xwendinê de jî şaşî çê nabe û meriv dikare bêjeyan ji hev derxine. Em wextê li ferhengan û bikaranîna bêjeyan mêze dikin, rastê gellek rewşên cuda tên. Ji ber ku em rewşên cuda kêm bikin û hevkarîyê çê bikin divê em rastnivîsa zimanê xwe çê bikin. Êtîmolojîya bêjeyan bibînin û serrastîya wan bidest bixînin. Ji ber ku va rewşa hanê zelal bê fehmkirin di hevokan de çend bêjeyan bikar tînim.

  • Rovî/ruvî/rûvî/rivî ket nav mirîşkan.
  • Pezên kovî/kuvî/kûvî/kivî li etegên çîya diçêrîyan.
  • Li ser şemûkê/ şemûgê/ şêmukê/ şêmugê serê xwe danî bû.

Her wiha di bikaranînên wiha de, eger rênivîs û rastnivîsa zimanê me ji me re rêberîyê neke, meriv nizane kîjan bêje rast e.

Ji ber ku zimanê me nebûye zimanê fermî ( bi taybetî li Başûr ) û yê perwerdehîyê ji alîyê hebanoka qisedanê de roj bi roj zindîbûn û dewlemendîya wî lawaz dikeve. Ji ber vê yekê di qadên zanistîyê û ekonomîyê de kêm û qels dimîne. Ziman fermî bin û di perwerdehîyê de bikar bên, bivê-nevê bêjeyên nû dikevin hebanoka wan û dewlemend dibin. Di jîyana bajarvanîyê de jî Kurd zimanê xwe kêm bikar tînin, ne tenê di kolan û cîyê danûstandinê û bazirganîyê de, gellek Kurd di malên xwe de jî zimanê xwe bikar naînin. Zarokên hinek malbatên Kurd, Kurdî ji dê û bavên xwe naelimin her wiha di kolanan de ji hevalên xwe yên lîstikê dielimin. Ev rewş û nexweşîya hanê ji zimanê me re pirsgirêkeke bingehîn e.

Îro roja zimanê me ye. Werin, em hemû Kurd, ji îro û ji îro şûnda, di nav hev de, hemû têkilîyên xwe bi zimanê xwe pêk bînin. Mesajên xwe, name û notên xwe bi Kurdî binivîsînin. Bila Kurd bi Kurdan re di telefonê de bi Kurdî qisebikin. Gelo çawa dibe ku em îro ji bona roja zimanê xwe ji heval û eqrebayên xwe yên Kurd re mesajên pîrozkirina « Roja Zimanê Kurdî » bişînin.

Mesaja min ya îro ji we re wiha ye : Ne bi tenê 15’ê Gulanê, bila her roj ji me re bibe roja zimanê me. Em çiqas « hewceyî » ya zimanê xwe di hemû qadên jîyanê de zêde bikin ewqas jî ruh û mêjîyê neteweperwerîyê û yekbûyînê geş û bilind dikin.

Nasır KEMALOĞLU
15.05.2022 Çandname

 

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply