Di Sînemaya Kurdan De Derhênerekî Bêdeng û Serfiraz: Rodî Yuzbaşi

Di sînemaya Kurdan de di vê pêvajoyê de gelek karên hêja tê kirin. Derhêner di nav ev qas tengasiyan de jî xebatên xwe bi ‘eksekî mezin tînin serî. Yek ji wan derhêneran jî Rodi Yüzbaşı ye. Di sînemaya Kurdan de cihê Rodi bêhempa ye. Çimkî Rodi belgeselfîlmê xwe bi çavekî ronî û nerînekê gerdûnî amadekiri-ye. Ji derhênerên me yên din cuda ye. Bi dilnizimbûna xwe gelekî bala min kişand.

Belgesel Günleri'nde "Miraz" Gösterildi - Beşiktaş Belediyesi

Dema em li belgeselfîlmê wî dinêrin, ew dîrokzaniya xwe û civak-nasiya xwe jî pêşberî me dike. Wekî din jî çavnêrek û xwedî berpirsiyariyekê ye. Derdora Kurdan xweş daye naskirin. Lê dîsa jî tengasî û teşqele, wî ber-nedane wekî derhênerên me yên din. De bes ew pirsgirêkê ku li hember wî derketine, qedan-dine. Rodi wekî navê xwe ye, ji ber ku baweriyekê xistiye dilê xwe û bi çavekî ronî pêşiya xwe dinêre… Ji bo derhênerêkî Kurd, kişandina fîlmên belgeselan jî ji fîlmê dirêj dijwartir e. Di fîlmên wan de mijarên giran hene; de bes ew mijarên giran û hêja ji bo ku bibe fîlmek, gelek mesref hewce ne. Mijara giran berpirsi-yariya aboriyên giran dixwaze. Ango pirsgirêkên giran dibin mijarên giran ji bo fîlman. Barên derhênerên me giran in; çimkî saziya sînemaya Kurdan tuneye, ew kêmasî bûye bela li serê tev derhênerê Kurdan. Sazî û dezgeh ji sînemaya Kurdan re hewce ye.


Sazî û dezgeh ji sînemaya Kurdan re hewce ye. Dema saziyekê sînemaya Kurdan çêbû, dê derhêner jî bêhnek rehet bistînin.


Dema saziyekê sînemaya Kurdan çêbû, dê derhêner jî bêhnek re-het bistînin. (Bi rastî niha li ser vê meselê dixebitin). Derhênerno! sînemaya Kurdan ku bi firehî hate sazkirin; kişandin û belavkirina fîlman dê rehet bibe, dê gerandi-na li festîvalan zêde û bi lez bibe, naskirina fîlm li tevî diyaran belav bibe…hwd. Ger ku pirsgirêka saziya sînemaya Kurdan biqede, derhêner dê ji wan tengasî û astengên ku min li jor gotibûn xe-las bibin. Wekî ku Rodi tahde ji wê nesaziya sînemaya Kurdan dîtiye, em dinêrin ku derhênerê din jî dîtine. Wekî Bahman Ghobadî, Miraz Bezar, Mizgîn Arslan… Îroj yekbûna derhênerê Kurdan gelekî girîng e. Yekbûna wan berjewen-diya wan teva ne.

MİRAZ

RODÎ YUZBAŞI KÎ YE?

Di sala ‘79an de li bajarê Agirî jidayîkbûye. Dibistana seretayî li Agirî, lîse ango dibistana amadehî li Stenbolê bi navê “Süleyman Na-zif Lisesi’’ qedand. Di Zanîngeha Atatürk, fakulteya Ragihandinê de, ji beşa Radyo Tv û Sînemayê destûryar bû. Dema ku di fa-kulteya ragihandinê de bû, xebatên wêneyî kir. Zanîngeha Marmarayê jî, Enstîtûya Hûnerên Xweş û beşa Sînema Tv de lîsansa bilind kir. Di dawiyê de li ser belgeselfîlman disekine û du heb belgeselfîlmên balkêş amade dike: Mezra Yezîdiya û Miraz. Emê li ser Miraz bisekinin.

MIRAZ

Miraz; tê wateya ku mirov bigihêje hêviyên xwe. Carinan di nav gel de wiha “Gihaşt mirazê xwe’’ tê gotin.

Maya (Belgesel) - Kısadan - Sinema ve Kısa Film Portalı

MIJARA MIRAZ

Dema ku di bajarekî de ra-medan an jî pêşketin tunebe, rehetî jî ji civakên wî bajarî re tuneye. Mirov ji bo ku qedandina xwe bike xebat hewce ye. Ji bo aboriyekê azad dîsa jî xebat(kar) hewce ye. Lê dewlêt herêmekê pêş û herêmekê jî li paş bihêle û ji aliyê aborî ve bêxwedî bihêle, wê demê civaka wê herêmê dê çareseriyekê ji xwe re bigere. Ge-lek caran çareserî bûye koçbûn. Niha jî di belgeselfîlmê me de, li hemberî vê pirsgirêkên mirov ên ku di koçbûnê de tiştê tê serê wan û bûyerên ku di wê seren-cama koçbûnê de dibe, pêşberî me kiriye. Koçbûn di nav Kurdan de navdar e. Lê di fîlmê de yên ku koçbûne carinan têne bajarê xwe. Yên ku di têkîliya koçbûnê de ne, rêyên revok digerin û rêyekê revok dibînin û diçin Fran-sa. Koçbûn ji bajarê Agiriyê dibe, dawiya rê Fransa ye. Bifikirin ku gelên bajarekî paşdemayî diçin dewleteke modern û biyan… Ew dibe pirsgirêkên psîkolojîk û sosyolojîk. Çawa ku yek ji gundekî derkeve, here bajarekî, bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimîne, eynê wisa jî yek ji bajarekî der-keve û here dewleteke biyan û modern jî bi pirsgirêkên mezin re rûbirû dimîne. Çavên malbatan jî li bendî yên ku bi rêyên revok çûne Fransayê ne. Bêriya hevdu dikin û mecbûrî bi telefonê bi saetan, hevdu re diaxivin. Wiha hesreta xwe bi cîh tînin. Malbat, di bajêr de bi hesreteke mezin li bendî rêya yên ku bi hûrbar koçî Fransayê kirine. Yên ji bo kar çûne Fransayê, jiyanekê serencamî li hember wan e… yên li bajar jî karê xwe yê rojane didomînin… li çûyîn û hatina, yên ku koçdi-bin Fransayê, tiştên balkêş bala wan dikişîne,wekî bajarên biyanî çiqasî demoqratîk û çiqasî xwedî şarezayî ye… mîna gotina “ne misilman in, de bes qenciya ku dikin nayê gotin…’’ derbas dibe di belgeselfîlmê de. Rodi rastiyekê dîrokî û sosyolojîk bi serkeftî pêşberî me kiriye ango aniye ber çavan, gelekî dûvûdirêj e.

“MIRAZ” HETA NIHA FESTÎVALÊN KU ÇÛYÊ Û XELATÊN KU STENDINE

  • Festîvala Fîlmê Navneteweyî ya 21. ya Ankara
  • Festîvala Fîlmê Navneteweyî ya Stenbol
  • Di Stenbolê de Belgeselfîlmê Pozberî ya Trtê (Xelat: Belgeselfîlmê herî baş a duyemîn)
  • Festîvala Belgeselfîlmê 2010an ya Stenbol
  • Festîvala Belgeselfîlmê Navneteweyî ya 2010an ya Ko-sova
  • Festîvala Belgeselfîlmê Sheffiel-da ya 2010an ya Ukrayna
  • Festîvala Belgeselfîlmê Navneteweyî ya Îran di 4.cine verite (Xelat:Montion)
  • Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên bajarî û archîtectûre ya Stenbol (Xelat: Fîlmê herî baş)
  • Festîvala 1001 Belgeselfilmê Navneteweyî ya 13. ya Stenbol
  • Festîvala Belgeselfîlmê Stras-burg (Xelat: Fîlmên herî baş)

 

Xwendekarê Zanîngeha KATU – Cibilgrawî Bahaddîn

Kovara Pêngavê – Hejmara 4em – 2011

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply