Ez gelekî kelecanîbûm ku diçûm Gurcistanê, ji zarokbûnê heya niha di nav xeyalên min de dîtina Batum û Tiflîsê hebû, êdî digihiştim li mirazê xwe. Min pasaporta xwe dirêjê polîsa Gurcî kir û mam li bendê ku min derbas bike, çend pirsan ji min kir, wek mînak “Tu ji bo çi diçî Gurcistanê”, “Gelo car a yekem e ?” Hwd. …
Rêbendan, 2022
Hezîran, 2021
-
25 Hezîran
Ji Komeleya Nûbiharê Kursên Zivistanê
Komeleya Nûbiharê bi salan e ku çalakiyên çandî û kursên ziman dide, Komele piştî serdema Kursên Payîzê di bin Atolyeya Zimanê Kurdî dîsa sersalê şûnda dest bi kursên Kurdî yê online dike. Di kursê da bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî hene. Komeleya Nûbiharê ji bo Zarokan jî bi zaravayê Kurmancî wê Kursê bide. Serdema Kursên Online ji 1ê Çile …
-
22 Hezîran
Xelîlê Xeyalî: “Di mirovan de mora qederê ziman e”
Xelîl Xeyalî kî ye? Xelîl Xeyalî ji Eşîra Modan e. Xeyalî ji navçeya Motkî û ji bajarê Bilîsê ye. Ji malbatek qedirşînas e. Di barê dayikbûna wî de tarîxek teqez tuneye. Lê bi texmînî di navbera 1848- 1950yan de jiyaye. Xelîl Xeyalî di tesîra Seîdê Kurdî de gelek maye. Ji ber wê ye bi taqetekî taybet li ser perwerdehiya xwe …
Sermawêz, 2021
-
28 Sermawêz
Hejmara nû ya Nûbiharê derket
Hejmara nû ya Kovara Nûbihar ya wêjeyî gihişt ber destên xwendevanên xwe. Nûbihara ku nêzîkî 30 salan e weşana xwe ya kurdî didomîne û di dîroka çand û edebiyata kurdan de xwedîyê cihekî taybet e, bi hejmara xwe ya 157an derket pêşberî xwendevanên xwe. Naveroka vê hejmarê jî ji nivîs û vekolînên curbecur yên li ser edebiyat, huner, ziman, dîrok …
-
25 Sermawêz
Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î
Li seranserê cîhanê, tu nivîskarê/a bi tenêyî ku bê dibistan û bê mamoste fêrî zimanê xwe dibî û pê dinîvisînî. Nivîskarê/a bi tenêyî li cîhanê yê/a di zaroktiya xwe de mamosteyê/a te tu bi zorê fêrî zimanê xwe dikir, ji bo tu bi zimanê xwe diaxivî pişta destê te dida ber daran û li te dixist. Tu nivîskarê/a bi tenêyî …
-
3 Sermawêz
Nivîskarê Kavaid-i Lisan-ı Kurdî (Qavaîdê Lîsânê Kurdî): Omer Avnî Efednî yê Xarpûtî (1865-1932)
Cîyê jidayikbûn û perwerdeyî Omer Avnî Efendî, ji bajarê dîrokî yê Xarpûtê ye ku îro bi navê Elezîzê tête nasîn. Li gor ewraqên arşîva meşîhata Miftîtîya Îstenbulê, “Omer Avnî Efendî, sala Hicrî ya 1281ê li Xarpûtê ji dayik bûye. Navê bavê wî Hecî Osman Axa ye û yê dayika wî jî Ayşe Xanim e.”[1] Malbata “Omer Avnî Efendî, ji gundê Kulîyanê Jêr …
Cotmeh, 2021
-
24 Cotmeh
Rastîyên Şerê Melazgirê û ji hêla bûyêrnivîsên Bîzansî ve pênasekirina Kurdên Merwanî wek MED
Ehlaqê zanistê bêehlaqiya metîngerî Xerzî Xerzan Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa Kurdistanê, di hêla lêpkirin …
-
3 Cotmeh
Pirtûka Nû “Qenewîç”
Pirtûkek nû bi navê Qenewîç ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. Pirtûk ji aliyê nivîskara navdar Rojbîn Ozkan ve hatiye nivîsîn. Ji Paşberga Pirtûkê Neviyê mamoste Orhan pêşwaziya Sînemê kir û ew bi hevre çûn nexweşxaneyê. Doxtor tenê ji bo deh deqîqe destûr da. Sînem bi kelecanek mezin kete hundir. Hêdîka ber bi nivîna mamoste ve çû. Mamoste bi dengekî lawaz got: …
Îlon, 2021
-
22 Îlon
Divê Zarûkên Kurdan Dersên Hilbijartî Bistînin
Komara Tirkiyê di 2012an de bi awayekî fermî biryar da ku zarûkên Kurdan ên pola 5, 6, 7 û 8 Zimanê Kurdî bixwînin. Ev hawe dilxweşiyeke germ daxist nava Kurdan. Lê mixabin ew germî demekurtek şûnde, bi dilsariyê hate gêran. PKK û HDP jî boyqot kirin û nexwestin ku zarûkên Kurdan Zimanê Kurdî bixwînin. Bi wê boyqotê, gelek malbat jî …
-
19 Îlon
Du xelat bi hev re
Stenbol – Xelatên 28emîn Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Gûzika Zêrîn a Edeneyê diyar bûn; derhênerê Kurd Mehmet Ali Konar du xelatan bi hevre wergirt. Derhêner Konar ku bi fîlma xwe ya bi navê “Govenda Alî û Dayka Zîn” re beşdarî festîvalê bibû, Xelata Yilmaz Guney û Xelata SIYADê ya Cuneyt Cebenoyan bi hevre bidest xist. Her wiha derhenêrê Kurd …