Nexşeya zimanê kurdî li ser erdnîgariya Şahname û Kurdgalnamekê – III

D.Erdnîgariya “Şahname” û “Kurdgalnamek”ê wekî sîwana zimanên aryayî

Dîroknivîsên hevçerx û klasîk girîngiyeke zêde dane xebata Firdewsî ya bi navê “Şahname”yê; lewre ji bo naskirina bûyer, kesayet û erdnîgariya Aryayê hertim nusxeyên “Şahname”yê dane pêş çavan. Divê bê zanîn ku ev berhem ji bûyer û tevger-berteka kesayetên erdnîgariya Aryayê hatiye hûnandin; di hûnaka wê de vegotinên devkî yên çîrokî û çavkaniyên erebî yên ji vegotinan tomarkirî hatine bikaranîn. Lê belê -ji bo ronîkirina dem û dewranên nediyar ên Aryayê- dîroknas, arkeolog, civaknas û gelek pisporên din bi baldarî ev tekstên mîtolojîk xwendine. Wekî ku ji navê wê jî diyar e, “Şahname” serdema şahên Aryaya kevnare vedibêje û divê zimannas û dîroknasên kurd jî jê sûd wergirin.                     

1.Di Şahnameya sedsala 15an de dîroka kevneşopî ya şahên kurdan

Li gorî agehiyên ku amadekarê tezê Dr. Mustafa Kugu dide, ev Şahname di sedsala 15an de (854 k./1450 z.) ji farsiyê bo tirkiya osmanî bi pexşankî hatiye wergerandin; wergêrê wê ne diyar e, lê ji bo siltanê osmanî Muradê Duyem (1421-1451) ê bavê Fatihî hatiye xelatkirin. Li pirtûkxaneyên Tirkiyayê 3 nusxeyên wê yên wênedar hene û li Pirtûkxaneya Muzeya Seraya Topkapiyê ne (TSMK, H. 1116, H. 1518, B. 248); her wiha nusxeyeke wê jî li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Awistiryayê ye (Cod. Mixt. 709 Han).[38] Hevoka pêşîn (r. 14) û paşîn (r. 853) ên Şahnameyê gelekî balkêş in. Di hevoka pêşîn de nirxê dîroknasî û sexbêriya zanyariyan wiha hatiye vegotin: “Wî hişmendî wiha got: Merivê dîroknenas û nepijî kaşî refa pêşîn neke û tu carî pê ewle mebe, jê bawer meke; her wiha tu car ji dijminê kevn hêvîdar mebî.” Îcar hevoka ku dibêje “ev Şahname ji aliyê Firedewsiyê Tûsî ve sala 400î ya koçî bo Siltan Mehmûdê Xeznewî hatiye nivîsandin û sala 854an a koçî jî bi fermana Siltan Muradî li zimanê tirkî hatiye wergerandin”, şoreşeke zanyariyan e; ji ber ku şik û gumanê datîne ser hemû nusxeyên Şahnameyê yên farsî û bi zimanên din ku “gelo guhartin û destwerdanek di metnê Şahnameyê de hatiye kirin ku navê kurdan wekî desthilatdar û damezirîner derbas nabe?”

2.Mêjûnasiya erdnîgariya Şahnameyê li gorî zanyariyên dîrokî yên hevçerx [39]

Şahname tenê qala şahaniyên Aryayê, bûyer, kesayet, tevger û bertekên şahan nake; her wiha gelek mijarên exlaqî, erdnîgarî, siyasî, aborî û dîplomatîk jî tîne rojevê. Lewre divê mirov nexşeya hera fireh a Aryayê bîne ber çavan û panoramayekê nîşan bide ku vegotinên Şahnameyê baş bên fêmkirin.

100 hezar sal BZ: Depoyên şikeftan li çiyayên Zagrosê yên rojavayê Aryayê hatine vedîtin; destkeftiyên van vedîtinan nîşan didin ku ji serdema Paleolîtîka Navîn û pê ve ev dever cih û warên mirovan bûne.

8000 BZ: Li devera Zagros û şûnwarên wekî Serav, Goran û Elî Koş belgeyên derbarê geşedana jiyana çandiniyê de hatine bidestxistin; li gorî belgeyan, gundiyên akincih ajel kedî kirine û rehek hêşîn kirine.

5500 BZ: Şûnwarên kevnare yên Siyelkê li nêzîkî Kaşana Espehanê hatin vedîtin.

4500 BZ: Li Girê Hecî Fîrûz kûpekî şerabê hatiye vedîtin; li gorî angaştan ev kûp amûra hilberandina şerabê ya herî kevnare ye.

4200 BZ: Bajarê Sûsayê li başûrê rojavayê Parsê hatiye damezirandin.

3500 BZ: Li Sûsayê, kelûmelên boyaxkirî yên Îlamê hatine dîtin; destkeftî nîşan didin ku ev dever gihiştiye asteke pêşkeftî ya xêzkirina hêmayên geometrîk û şêwazên mirov û ajelan.

3200-2700 BZ: Serdema pêşîn a şaristaniya Îlamê.

3000 BZ: Li Kermanê çanda “cîroft”ê hatiye vedîtin; ji kevirê kesk ê nerm gul û hin tiştên din hatine xêzkirin ku rolyefên resen û balkêş pêşkêş dikin.

2700 BZ: Padîşahiya Îlamê hatiyee damezirandin û Sûsa wekî paytext hatiye pejirandin.

2700-1600 BZ: Serdema Îlamê ya paşîn.

2094-2047 BZ: Îlam ji aliyê Şûlgî ve (ji xanedana sêyemîn a Ûr) hatiye dagirkirin.

2004 BZ: Îlamê di dawiyê de Împaratoriya Ûr hilweşandiye.

2000 BZ: Stranên herî kevnare yên sanskrîtî Rîg-Veda hatine bestekirine.

1900 BZ: Niştecihên deşta Sindohindê li Harapayê (Pakistana îro) cara pêşîn ji pembûyî pirtiyên qumêş hûnandine.

1595 BZ: Hîtiyan Babîl dagir kiriye, artêşa wê şkandiye û zengîniya wê talan kiriye.

1500 BZ: Şaristaniya Harapayê ji hêla aryayiyên bakurî ve hatiye dorpêçkirin.

1500-1100 BZ: Serdema navîn a Îlamê dest pê kiriye.

1400 BZ: Di vê serdemê de devera Aranê di destê hîtiyan de bûye; belge nîşan didin ku cara yekem li vê derê hesin hatiye hilberandin.

1350 BZ: Nivîseke vedîtî ya li Bogazkoya Anatolyayê tomar dike ku peymaneke zewacê di navbera qralê hîtiyan û mîrê mîtaniyan de hatiye girêdan; di peymanê de xwedawendên hindoaryayî Mîtra-Varûna, Indra û Nasatyas hatine gazîkirin û ev yeka han bi eşkereyî nîşan dide ku pêla baweriyên hindoaryayî gihiştiye bakur-rojavayê Aryayê.

1350 BZ: Pêlên koçberiya hozên Aryayê ji devera Belx û Merwê ber bi rojavayê ve kişiyaye; li deşta Aryayê û rojavayê wê bi cih bûye.

1244-1208 BZ: Di navbera Îlam û Aşûristanê de nakokî zêde bûne; qralê aşûrî Tukultî-Ninurta I êrişî çiyayên bakurê Îlamê kiriye û Îlamê jî di bin desthilatdariya qral Kidin-Qutran de êriş biriye ser Babîlê.

1100-770 BZ: Anşan hîn jî di beşa Îlamê de bûye; di navbera Îlam û Babîlê de li dijî aşûriyan tifaq çêbûne.

1100-539 BZ: Serdema Îlama nû dest pê kiriye.

1000 BZ: Li gorî hin texmînan, pêxemberê aryayiyan Zerdeşt di vê pêvajoyê de ji dayik bûye. (Zanyariyên derbarê dîroka jidayikbûna Zerdeştî de nakokbar in; lê belê texmîna xurt ew e ku di navbera 1200-600 BZ de ye).

835 BZ: Navê Medan cara yekem di nivîsareke qralê aşûrî Şalmaneser III de derbas bûye.

770-646 BZ: Hozên parsiyan îlamiyên Anşanê ber bi Sûsayê dane koçberkirin.

708 BZ: Diyako padîşahiya Medyayê li paytext Hegmetanê damezirandiye.

705 BZ: Hexamenişê pêşengê Xanedana Hexamenî (li gorî texmînekê jî derdora sala 675an) ji dayik bûye.

675 BZ: Li gorî Heredotî, padîşahê Medyayê Ferîburz (Phraortes) derketiye ser têxt.

639 BZ: Qralê aşûrî Aşûrbanîpal hêzên îlamî şikandine û Sûsa talan kiriye. Îlam êdî careke din wekî hêzeke serbixwe nemaye.

633 BZ: Sakayiyan Medya dagir kiriye.

625 BZ: Qralê aşûrî yê hêzdar û wêrankarê Îlamê Aşûrbanîpal miriye.

624 BZ: Mediyan sakayî têk birine û ji axa Medyayê qewartine.

624 BZ: Padîşahê Medyayê Key Xusro (Kyaxares) derketiye ser têxt.

612 BZ: Key Xusroyî bi babîliyan re hevalbendiyek girêdaye û êrişî paytexta aşûriyan Nînawayê kiriye; hêzên hevpeyman ên medobabilî li dijî Aşûristanê bi ser ketine û dewleta aşûrî hilweşandiye.

584 BZ: Key Xusro miriye û kurê wî yê bi nasnavê Dehak (Astyages) li şûna wî derketiye ser textê Medyayê.

561 BZ: Croesos bûye qralê Lîdyayê.

558 BZ: Kûroşê Mezin li Anşanê derketiye ser textê desthilatdariyê; paytexta Hexameniyan a ku li Fars û Xuzistanê bûye, bar kiriye Sûsayê.

550 BZ: Kûroşî keyê Medyayê Dehak têk biriye û Hegmetan zeft kiriye; bi vî awayî ketiye şûna keyê medî û yekîtiya medoparsî ava kiriye.

549-548 BZ: Kûroşî Partava (Pehlew, Parsûa), Gurgan (Hyrcania) û bi ihtimalekê Rewan bi ser merzê Aryayê ve berdane.

546 BZ: Kûroşî êrişî Lîdyayê kiriye, qralê Lîdyayê Croesos têk biriye û paytexta wî Sard bi ser merzê Aryayê ve berdaye.

539 BZ: Kûroşî piştî ku li peravên Dijleyê artêşa Babîlê têk biriye, -bêyî berxwedanek zêde- bajarê herî dewlemend ê rojavayê Asyayê Babîlon bi dest xistiye.

539 BZ: Kûroşî destûr daye cihûyên sirgûnkirî ku vegerin Qudsê (Orşelîmê); her wiha alîkarî daye cihûyên rizgarkirî ku Perestgeha Silêman Pêxemberî li Orşelîmê ava bikin. (Diyar e ku ji vê rojê pê de qelşek ketiye navbera medên li ser ayîna xwe û parsiyên ku bûne hevalbendên cihûyan. Tiştê balkêş ew e ku parsiyên îroyîn dîroka xwe bi serdema xwe ya hexambûnê ve girêdidin û serdema Hexamenişê <Achamenid> wekî destpêka dîroka xwe dihesibînin. Ji ber ku “hexam+eniş” komepeyveke ibranî ye û tê wateya “kesê ku li hişê hevalê xwe siwar dibe û wî dike bin bandora xwe” û peyva “hexam” bi xwe jî “hevrê, heval” e.)[40]

529 BZ: Kûroşî êrişî hozên sakayî yên li bakur-rojhilatê Aryayê kiriye û di şerê li dijî Masyakatayê (Masîgirtan) de hatiye kuştin; piştî ku li Pasargadayê hate veşartin, kurê wî Kambîz li dewsa wî derketiye ser têxt.

525 BZ: Artêşa Aryayê di bin serfermandariya Kambîzî de Misir feth kiriye, an jî fetha xwe temam kiriye.

521 BZ: Kambîz dema ku ji Misirê vegeriyaye, di rê de miriye; muxê (magiyê) bi navê “Gaumata”yî navê “Smerdisê (Bardiyayê) kurê Kûroşî” li xwe kiriye û bi sextekarî text û tacê Aryayê desteser kiriye.

521 BZ: Darayê ji binemala Kûroşî ji hin giregirekên Aryayê alîkarî wergirtiye; di qesra şahaniyê de êrişek li dijî Gaumatayî li dar xistiye, ew kuştiye û bi xwe derketiye ser têxt.

519 BZ: Hejmareke mezin a satrapiyên Aryayê li dijî Darayî serhildan li dar xistine; Darayî piştî wergirtina text û taca Aryayê, ev serhildanên berbelav tepeser kirine.

518 BZ: Darayî ji bo aryayiyan li Textê Cemşîdî (Persepolîs) paytextekî nû ava kiriye.

514 BZ: Darayî li bakurê Kafkasyayê û li qeraxên Behra Reş êrişî sakayiyan kiriye.

494 BZ: Yûnaniyan piştgirî daye serhildanên Îyonya (Asyaya Biçûk) û Milawatayê (Miletus); di encamê de bajarê Sardê hatiye talankirin û şewitandin.

494 BZ: Fîloya deryayî ya Aryayê di bin fermandariya serleşker Mardûniya de yûnanî li girava Ladeyê (Miliwata/Milet) têk birin û Yûnanistan dagir kir; bi vî awayî Trakya û Makedonya bi ser merzê Aryayê ve hatin berdan û welatê Aryayê ji aliyê rojavayê ve gihişte tixûbê xwe yê herî berfireh.

3.Li ser bingehê Şahnameyê sondajek ber bi Aryaya kevnare

Beriya her tiştî, divê bê eşkerekirin ku ev nusxeya Şahnameyê dîroka şahaniyên Aryayê wekî dîroka xanedanên kurd nîşan dide, ne ku dîroka şahên parsînijad; li gorî naveroka wê ya dirêj, ji destpêka Xanedana Pîşdadî heta şahê dawîn ê Xanedana Sasanî hemû desthilatdarên aryayînijad (pîşdadî, keyanî, eşkanî, sasanî) ji heman nifş û nijadê ne, gişt jî kurd in û ji zuriyeta Ferîdûnê Kurd in.

Di hevdîtinekê de Ristemê Zal û Isfendiyar li ser reh-rîşe û kar-xebatên xwe diaxivin: “Îsfendiyar ji Ristemî re dibêje <heke şaşiya min hebe, demildest sererast bike bê ka nijada min digihêje kîjan şahî: Ez Îsfendiyarê kurê Goşthesp im, Goşthesp kurê Şah Lohresp, Lohresp kurê Şah Erwend, Erwend kurê Beşîn û Beşîn jî kurê Key Qubad e. Bi vê şecereyê reh û rîşeyên me digihêjin Şah Ferîdûnî. Her çi ku diya min e, ew jî keça Qeyser e, Qeyser kurê Selm e û Selm jî kurê Ferîdûnê Kurd e.” (Şahname, 224-225)

Şahname diyar dike ku piştî kuştina Darayî ji aliyê Skenderê makedonî ve û dagirkirina Aryayê (r. 318) şahên gewre nemane; li her goşeyekê begek hebûye, li devereke taybet serwerî kiriye û ji wan re <begên peregende/tewayifê milûk> hatiye gotin: “Welatê Aryayê tam 200 salî di vê rewşa awarte de maye û şahaniyeke yekgirtî tunebûye; tu dibêjî qey li rûkalê cîhanê şahek tunebûye, text û tac vala mane, ji wan began tu kesî li ber yekî din danexwariye, her yekî serxwebûna xwe ragihandiye û bi vî awayî rûkalê cîhanê ji aloziyan rizgar bûye. Di rastiyê de ev tevdîreke siyasî û îdarî ya Skenderî bûye ku şahekî gewre dernekeve, ji bo tolhildanê berê xwe nede Romayê û vê deverê dagir neke. Di vê serdemê de pehlewanekî navdar ê bi navê Abtacaş hebûye ku ji Amûriyeyê veqetiyabûye; Skenderî deverên Fihistan (Kuhistan/Qehistan), Şîraz û Bexda dabûne bin fermana wî, kesî ji tirsa wî destdirêjiya wê deverê nekiribûye. Darayê ku di şerê ligel Skenderî de hatibû kuştin, kurekî wî yê bi navê Eşk hebûye; dema ku bavê wî tê kuştin, ji romayiyan direve û di nava şert û mercên jiyaneke mişextî de dijî. Piştî ku Skender û Abtacaş dimirin, Eşk doza şahaniyê berz dike û dibe şahê Aryayê; piştî Eşkê kurê Darayî di rêzê de Şapûr, Behram, Bilaş, Ermuzd, Resîgerd û Erdewan şahtiyê dikin. Şah Erdewanê ku dibe şahê Aryayê, ji nifşa Key Kawisî ye û jê re Erdewanê Bozorg (Gewre) jî dibêjin; di serdema wî de gur têkilî miyê nebûye (dadwerî hebûye) û piştî wî, birayê wî yê bi navê Bilaş bûye şah. Ji Bilaşî kurekî bi navê Guzerd û ji Guzerdî kurekî bi navê Nersî çêbûye. Piştî wî (ne diyar e bê ka piştî Bilaşî yan jî piştî Nersiyî) Xusro bûye şah û piştî Xusroyî jî Erdewan li ser textê şahaniyê rûniştiye; bi vî awayî di serdema Erdewanî de Şahaniya Eşkaniyan a <begên peregende/tewayifê milûk> qediyaye. Serdema şahên eşkanî gelekî kurt bûye; lewre navên wan di <dîwana şahan> de nehatiye tomarkirin.” (r. 388-389)

Şahname serdema eşkaniyan û sasaniyan, her wiha destguhertina desthilatdariyê û destpêka serweriya sasaniyan wiha vedibêje: “Gava ku Erdewanê Dawîn bû şahê Aryayê, navên şahan dîsa bilind kirin û pergala şahaniyê vejand; serwer û giregirekên parêzgahan dihatin ber dergehê wî, ji parêzgehên Bexda, Pars, Espehan û Kuhistanê qasid dihatin û diçûn. Bi fermana wî Babekê kurê Sasan bûbû parêzgarê Istexrê; wî jî tevahiya deverê bi rê ve dibir ku ji nifşa Behmenê kurê Îsfendiyarî ye. Behmenê kurê Îsfendiyarî di heyama xwe de şahanî nedabû kurê xwe yê Sasan; lewre Sasan gelekî tengezar bûbû, koçî Nişawerê kiribû û li wê derê jî miribû. Sasanî navê kurê xwe jî danîbû Sasan û vî Sasanî jî heman navê Sasan li kurê xwe kiribû; hetanî heşt zikan (nifşan) vê malbatê navê Sasan li zarokên xwe yên kurînî dikir, binemala Sasanî ji derdorê re şivantî dikir û berî ku bibe parêzgar Babek bi xwe jî serşivan bû.” (r. 388-340)  Divê bê gotin ku Qelqeşendî jî dibêje ku “şahê pêşîn ê sasaniyan Erdeşîrê kurê Babekê kurê Sasanê kurê Erdeşîr Behmenî ye û ji nifşa Darayî ye”.

Em dîsa vegerin bûyerên Şahnameyê: “Rojekê li hafa Şah Erdewanî qala Erdeşîrê kurê Babekî hate kirin; di vê galegalê de ewqasî behsa mêranî û hişmendiya Erdeşîrî hate kirin ku Erdewanî nameyek ji Babekî re şand ku kurê xwe bişîne koçk û seraya şahaniyê, bila di nava kurên wî de hînî kar û barên rêveberiyê bibe. Babek kurê xwe ji bo vê rêwitiyê amade dike û dişîne; lê belê ji ber nakokiyeke di navbera Erdeşîr û kurê Erdewanî de, hêrsa şahî tê û Erdeşîrî dişîne serayeke li kêleka tewleyên hespan. Di heyama ku Erdewan di nava kêf û şahiyan de ye, Erdeşîr bi keça Erdewanî ya bi navê Gulnar re dibe hevnas; dema ku Erdeşîr li vê xerîbistanê ye, Babekê bavê wî dimire; Erdewan gelekî li ber mirina wî dikeve; lê li şûna ku Erdeşîrî bişîne ser textê bavê wî, kurê xwe yê Behmen dike parêzgarê Istexrê. Li ser vê yekê Erdeşîr gelekî tengezar dibe û dixwaze ku ji serayê bireve; bi alîkariya Gulnara Erdewanî direve, hêzên xwe berhev dike, di dawiyê de desthilatdariyê ji destê eşkaniyan derdixe, dewleta sasaniyan dadimezirîne û dibe şahê yekem ê Şahaniya Sasanî.” (r. 390-401)

Ji xwe di nakokiya di navbera Xusroyê Sasanî û serdarê wî yê bi navê Behramê Çopîn de jî ev yek derdikeve holê: “Behramî gote Xusroyî: – Hey dagirkero, kesekî wisan sezayî şahaniyê ye ku têxt û tacê ji destê te derxe! Erdeşîr ji keça Babekî hate dinyayê û bû destgirê (xulamê) eşkaniyan. Piştre dema ku Erdeşîr bendeyê dergehê Erdewanî bû, şah kuşt; pergala şahtiyê û textê serweriyê desteser kir. Ji wê heyamê heta niha 300 sal derbas bûne û serdema sasaniyan êdî kuta bûye. Li vê cîhanê şahanî sezayî eşkaniyan bû; heke ji wê malbatê mîratgirek hebûya, ew dê layiqî têxt û tacê bûya. Madem ku ji wê xanedanê kesek nemaye, êdî text û tac layiqî min in.” (r. 734-735)

 

(dûmayîk heye)

Omitê Mistefê-Riataza

Nîşeyên gotarê:

[38] Dr. Mustafa Kugu (2017), 15 Yuzyila Ait Şehname Çevirisi (giriş-metin-sozluk), şêwirmendê tezê: Dr. M. Levent Yener, Zanîngeha Çanakkaleyê, Enstîtuya Zanistên Civakî, Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî, hejmara tezê: 10149637; r. 1-6.

[39] https://iranicaonline.org/pages/chronology-1; dema gihiştinê: 30.03.2022; 05:18.

[40] https://en.wikipedia.org/wiki/Achaemenid_Empire; dema gihiştinê: 31.03.2022; 04:03.

 

Derbar ziman

Check Also

Ali Hariri (Kürtçe: Elî Herîrî; 1009 – 1080 )

Klasik Kürt edebiyatı şairi. İlk İslam Dönemi Kürt şairi sayılmaktadır.[1] Hakkari doğumlu olan Hariri’den itibaren …

Leave a Reply