Pêkenîn (Mîzah) Û Kovarên Mîzahî Yên Kurdî

Min vê nivîsa li jêrê di kîjan sal de nivîsiye, ez nizanim. Şaşiya min jî ev e ku; dema min nivîsê nivîsiye di bin nivîsê de dema nivîsînê, sal û meha wê nenivîsiye. Divê mirov li binî sal, meh û roj binîvîse ku diyar be kîngê hatiye nivîsîn.

21 Gûlan 2022

Nivîsa dema wê nediyare ku kîngê hatiye nivîsîn li jêr e.

ÇAR KOVARÊN MÎZAHÎ

Niha, di vê dema me de qet kovarên pêkenînê (mîzahê) yên Kurdî tine ne. Çend sal berê çar (4) kovarên Kurdî yên mîzahî/qerfe/henek  hebûn. Navê wan kovaran ZENGIL, ÎSOT, MÎRKUT û TEWLO bû. (Sê kovar li Swêdê û kovarek/Tewlo li Stenbolê hatibû weşandin) Evan kovaran bi hawayekî perîyodîk neweşiyan, herkê çend hejmar derketin û paşê hatin girtin.

Di jiyana civakan de kovarên mîzahî rolekî girîng dileyizin. Di civakên ku di bin şertên demokrasiyê  de najîn ‑ ji azadiya fikrî, ramanî bêpar in, mîzah rola herî mezin dileyize. Mîzah hem mirovan dide kenînê ‑ hem jî mirovan dide fikrandinê. Bi karîkatur ‑ gotinên mîzahî li dij sazûmanê mixalefetîyek  baş têt kirin.

Mîzah, bandorek/tesîrek xwe li ser civakê dihêle. Tesîra hînkarî ya mîzahî di dema ku xelk (gel) pirs ‑ pirsgirêkên xwe nikarê  biaxifê, wexta ku di bin qedexekirinê de ye, dema ku ronakbîr nikarin bi hêsanî dîtin ‑ ramanên xwe bînin ziman, wê demê mîzah fonksiyonek girîng  tîne cih. Ew gav mîzah dibe zimanê gel ‑ rewşenbîrên mixalîf.

Di kovarên mîzahî de rexnên gelek balkêş têt kirin. Mesajên girîng ji gel re têt weşandin. Di nav têkiliyên civakî de ‑ di hêla jiyana edebî ‑ hunerî de jî cihê mîzahê heye. Mîzah di şikandina tore û tabûyan de ‑ ji holê rakirina gelek tabuyan di nav gel de jî rolek dileyize. Bi zimanê karîkaturê ‑ bi hêza mêzahî gelek tişt ji gel re têt diyarkirin, têt pêşkêş_kirin. Bi qaîde/isûla/şêweya mîzahê, wek ku di kovara mîzahî ya Kurd ”Mîrkut” hejmar 1 de têt gotin: ”Li bin çengê pirr kesan ‑ pirr tiştan dixe, tiliya xwe di her qulikî re dike.”

Ji bo çi mîzah? jî, di kovara Mîrkut de weha têt gotin:

”Ji bo ku di vî warî de tu gav nahatine avêtin…… Hîn tişt bên şiikandin, hîn perde vebin, da bila mîzaha Kurdî jî derkeve ‑ têkeve meydana kultur ‑ edebiyat – seneeta/hunera Kurdî….. Di nava kultur ‑ edebiyata Kurdî de divê ciyê mîzahê jî hebe…. tê zanîn ku xebatên edebî -kulturî jî perçeyek ji têkoşîna gelê me ye ‑ her weha mîzah jî, dê di vê  têkoşînê  de roleke mezin ‑ girîng bilîze.”

Niha, ezê bi kurtahî kovarên Kurdî yên mîzahî bidim danasînê. Ev kovarên mîzahî  yên Kurdî di kîjan sal de derketine? Çend hejmar derketine? Çend rûpel in? Ezê binivîsinim.

ZENGIL

         

 

Hejmara wê ya yekem di sala 1985an de derketiye. Zengil kovarek pêkenokî/pêkenînî ye. Naveroka kovarê bi qerf, henek ‑ tinazan tijî ye. Zengil kovara pêkenînî ya yekem e ku li derveyê welat, li Ewropayê  (Stockholm/Swêdê) ji alî Kurdan ve hatiye weşandinê.

 

Di binê navê Zengilê de hatiye nivîsandin ku ”Zengil organa komîta navendî ya rêxistina TENGEZAR e.” Rêxistinek weha tûne, kovarê bi mîzahî rêxistinek weha xeyalî çêkiriye, damezrandiye.  Li ber navê Zengilê hatiye nivîsandin ku:

Xwedî : Geşredîn

Berpirsiyar : Aladîn

Çapxane : Ruknedîn e.

Zengil dibêje  ”Zengil Zengil e, çi bike li cî ye!.”

Di kovara Zengilê de gelek karîkaturên xweş ‑balkêş ‑ gelek nivîsên mîzahî hene. Zengil ji du mehan carek derketiye. Hemû li ser hev heşt (8) hejmarên wê derketine. Kovara Zengil  ji alî Serdar Samî ve dihat weşandinê.

 

MÎRKUT

Hejmara yekem a kovara Mîrkutê  di sala 1985an de derketiye. Di bin navê Mîrkutê de hatiye nivîsandin ku ”Mîrkut kovara her tiştî ye ji bo her kesî ye.”

Xwediyê Mîrkutê Mahmûd Lewendî ye. Hemû du (2) hejmar derketiye. Ebada wê biçûk e, bi qasî  pirtûkê ye. Hejmara yekem 36 , ya duyem 38 rûpel e. Di kovara Mîrkutê de gelek  karîkatur  û nivîsên mîzahî hene.

 

ÎSOT

                        

Kovara Îsot jî di sala 1985an de derketiye. Hersê kovarên Kurdî yên mîzahî (Zengil, Mîrkut, Îsot) di eynê/heman  sal de li pey hev derketin. Kovara Zengil û Mîrkut di nav wê salê de jiyana xwe ya weşanê dan rawestandin. Kovara Îsot hetanî sala 1987an jîyana xwe ya weşanî berdewam kir.

Yê ku kovara Îsotê diweşand Mamoste bû. Îsot ji du mehan carek derdiket. Kovara Îsot li ser hev hemû neh (9) hejmar derket. Ebada wê mezin bû. Hejmarên wê di nav 12 ‑ 16 rûpelan de bû.

Kovara Îsot, kovarek wek Îsotê tûj bû. Bi gelek tiştan qerfan (henek)  dikirin. Di hersê kovarên Kurdî yên mîzahî de gelek karîkaturên dîktatorê faşîst Kenan Evren, , Seddam Huseyin, Xumeynî  û  yên din hene.

Di kovara Îsotê de bi navê Zalim Şewqî lehengek karîkatura heye, serpêhatiyên (macerayên) Zalim  Şewqî gelek balkêş e.

 

TEWLO

            

Kovara Tewlo çend hejmar derket û paşê hate girtin. Ferqa di nabeyna kovara Tewlo û hersî kovarên din de ev bu ku; Kovara Tewlo bi zimanê Tirkî û Kurdî derdiket, kovara Zengil, Mîrkut ‑ Îsot xwerû bi zimanê Kurdî bû. Ferqeq din jî kovara Tewlo li Stenbolê, hersî kovarên din li Stockholmê  derdiketin. Ferqeq din jî Tewlo hefteyî, yên din du mehanî bûn.

Tewlo jî wek Îsot, Zengil ‑ Mîrkut kovarek mîzahî bû. Li ser kovarê ”Tewlo kovara pêkenîn a hefteyî ye” nivîsandîbû. Piştê kovara Tewlo Kurdên Kurdistana bakur  çend kovarên din ên mîzahî jî weşandin.                      

 

Lokman POLAT

Têbinî / Bi navên ”Pîne” , ”Golik” û ”Zirîng” sê kovarên mîzahî jî hatine weşandin. Ez ê derbarê van hersê kovaran de jî agahdarî wergirim û pêşkêşê xwendevanên kurd bikim. Min hinek hejmarên kovara Zirîng kirîbû û xwendibû, ev kovar li cem min heye. Lê ez nizanim bi tevahî çend hejmar derketine.

      

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply