te ez hiştim bê war bê hêlîn û bê dar te xwe dûr kir ji min ez mam bê gul li vir tu bê dûr im jî yar ku dihele ev dar dibe benîşt ev can li ser pêsîra ji pembû her ku newq tê pêçan sermest dibim ez yar zuka neçe ji vir da nebe ev jîn …
Hezîran, 2018
-
16 Hezîran
hêvî
jiyan ramûsanek bû ji axa evînê geh dibû balîf ji bejna westiyayî re geh jî dibû mijokê te bo ava sor bimije bera didan dûr dikirin dûr dixistin û digotin cehnema te ew neçû ma netirsiya nêz bû her ku xwe diparast dibû afirînerê jiyanê bo te lê bêyî te 29 Rêbendan 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên …
-
15 Hezîran
teyrê baskşikestî
ez teyrekî bê bask im li çi digerim nizanim kerî çûye mame li vir bê xwedî me dinalim çi teyrekî bê çar im hew difirim bi jan im li nav hêlînekê bi tenê bendewarê heval im perkê min yek şikestî her du çav man bê hêvî ne dipirse li min kesek li holê me wek cendek çima …
-
10 Hezîran
bê çarenûs
ez di dafika evîna bêsiûd de, tu jî di keştiya deryayên biyan de em ketine parastina zindiyên hundirê xwe em her du jî mîna ferşên ji ezmên bi şideke nayê pîvan di ser xwedayên derewîn de diweşîn in em dibin neteweyên bêmiraz di sersalên ku keda mirovan li nav şahiyên bi berdêla xwînmijiyê têne qurupandin de yek ji me dikeve …
-
5 Hezîran
Ronahî
germ dibe laşêm ji awirên bê rehm pelên min diweşin di van rojên giyanewer de bêyî xwesteka dil lê min bi vîn ronahî diafirand 7 Adar 2001 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
1 Hezîran
Şev (Helbest)
Şev digevize Har û dîn Ji aliyekî ve pêjna erbana rifa’î Ji aliyekî ve tûjikên iblisê le’în Û li ber çavê min xenîm Şev digevize Pirsên nakokî Bersivên nîv qurxiçî Û tinazên xapînokî Dibezin dilewlibin Wek zarokên cinnan Ji ber gurkên cinnan Şev digevize Di dîroka nawîskeke fetisî de Di herdu ferşê destarekî de Digevizeee ! Digevize digevize… Dibe tirs, …
Gulan, 2018
-
30 Gulan
Tîna heyva te
ji keviyan wer dibim pişt li erdê diwestim kêlînan diramim bi libasên spî, perikên pûşî, nêz xwedayan bi ser ewran de difirim çaxê bi hiş ve têm rût im, baskên min diweşin ezman sayî, stêrk çilmisî, xew herimî… vedigerim li xwe tu nîn î, ez winda wek brîna bê hekîm rojên dawî dijmêrim ji kerba bidestxistinên …
-
25 Gulan
Şîn niqutî dilê min
Şîn niqutî dilê min dema şahî li dar bû kevirek ji ber destê tiliyên destargêr li ber sînga min ket hêsirên nirxecewherîn ji nav fera xarikên reş li ahda xwe poşman dibûn ava kezabê bi ser min de direşandin 5 Nîsan 2002 Salih Turan Dayik Bê Roj in Weşanên Noş Hezîran 2014
-
20 Gulan
rojên derbasbûyî
hêja biçûk bûm pêçek teng dihat ji min re bi hêrs digirîm û dilebitîm ji paçê ku bûbû bendîxan ji bo min destê xwe yê nazik rizgar dikir û dibir ber devê xwe her çiqas biçûk bûm jî tama azadiyê min bi keda xwe nas dikir belê rojên derbasbûyî îro bûn salên derbasbûyî her çendî ne ew zarokê pêçekê me …
-
17 Gulan
Allahê Min
ALLAHÊ MİN Bi rehm e Allahê min Rehm û şefqet daye min Ew e tenê xwedyê min Allahê min Rehman e. Ew ji kêmasî dûr e Rebbê min bê qisûr e Bê tehb û bê mişûr e Allahê min Subhan e Zanê hemû tişta ew Ew e herûher bê xew Ew e her rind û bedew Allahê min …