jiyan ramûsanek bû ji axa evînê
geh dibû balîf ji bejna westiyayî re
geh jî dibû mijokê te
bo ava sor bimije
bera didan
dûr dikirin
dûr dixistin
û digotin cehnema te
ew neçû ma
netirsiya nêz bû
her ku xwe diparast
dibû afirînerê jiyanê bo te
lê bêyî te
29 Rêbendan 2001
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014