ez teyrekî bê bask im
li çi digerim nizanim
kerî çûye mame li vir
bê xwedî me dinalim
çi teyrekî bê çar im
hew difirim bi jan im
li nav hêlînekê bi tenê
bendewarê heval im
perkê min yek şikestî
her du çav man bê hêvî
ne dipirse li min kesek
li holê me wek cendek
çima ez şerperze bûm
ji kemînê bê hay bûm
çi bikim min xwe tê de dît
giyan li min heram kir
çi xweş bûn ew firên azad
bê rawestan li asîman
ku ji kemînê bi hay bûm
ew bask bû hate weşan
silavek nedan û çûn
hevrêyên min li asîman
ketim sifreya decal
tenê bûm xurek jî ez
21 Îlon 2005
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014