Şev digevize
Har û dîn
Ji aliyekî ve pêjna erbana rifa’î
Ji aliyekî ve tûjikên iblisê le’în
Û li ber çavê min xenîm
Şev digevize
Pirsên nakokî
Bersivên nîv qurxiçî
Û tinazên xapînokî
Dibezin dilewlibin
Wek zarokên cinnan
Ji ber gurkên cinnan
Şev digevize
Di dîroka nawîskeke fetisî de
Di herdu ferşê destarekî de
Digevizeee !
Digevize digevize…
Dibe tirs, dibe mitale
Dibe helbest
Dibe sibeh
Ednan Bazgurî ( Memo Bazgurî)
Çavkanî: Çirûsk, hejmar 24, 2015, r 68