Tag Archives: Helbest

Gulan, 2018

  • 15 Gulan

    çiroka tiliyên destargêr

    teredîniya xwe li min girtiye destarê hestan digerîne bi destên ji tiliyên ziravik bûyî   mûyên derbekevnare ji ardê minî lihevketî bi hurbînî te dineqînîn   çîroka bingeh qedîm ji tiliyên destargêr bi awazeke şêrîn bayekî birûskî dide destpêkirin   rûyê erdzemînê kirasê xwe yê nû bi awaza dilê evîndariyên birûmet çîroka ji berê ve ciwaniya xwe diparêze dipejiqîne bi …

  • 10 Gulan

    Lo hevalo!

    loo hevalo! ka bêje tu niha li ku yî ma nayê bîra te ew rojên di nav nivînekê de   ez zanim tu niha ji min dûrî dîsa jî bîne ber çavên xwe xewnên me yek bûn ma ne wilo di wan rojên di hucreyekê de   rûyê te yî bi ken rûdêna te ya gulover ew çavên reş û …

  • 5 Gulan

    Koçberîya xeyalan

    li deryayên nenas masîgirek im di keleka çîtikî de bi darebêran bi hêrsa berhevkirina goştê bi dasîk ji xwe diçim mil diçin û tên çav li deryayê zîqkirî ne li şopa beriqîna avê digerin ber bi êvaran asê dimînin av, awêneya rojê ye li wir koçberiya min e ev hunê ji ku zanibin diyarî ye ji rabirduyê maye piştî êşên …

  • 3 Gulan

    Bi Xwezayî – Helbest

    gelo kengê gerdûn roj da ango zayîn bi rojê hat tevlêhevî xwe dabû der erd qelişî, xaz teqiya toz û dûmana ewrên reş çawa bi demê re çû alî bê şik xweza xwe kir jiyan pêşî lehî rabûn paşê jîn hat ser erdê xizan bi salên dirêj û bê temen xwe saz dikir bi zanistî ava ser rû xwe da …

Nîsan, 2018

  • 26 Nîsan

    Hewara xelasiyê

    kela rojê bi rûbara dilê min hênik dibe dîcleya berdirêj li hemû cihên şax daye bê meylî dicoşe Heskîf abîdeya dîrokî ye li ser dicle şax vedaye ew hewara xelasiyê dike ji devên cinawiran bi tilisma xwe ya kevneşopî ew qîrîneke dengketî ye di vê havîna ku bi şewqa rojê zer li xwe kiriye de belê belê Heskîf di cama …

  • 23 Nîsan

    DÛR Û MEHCÛR IM JI YAR

    Pur hezîn im dûrîdest im xurbetê dil kir kebab Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab Berf û bapûkê tijî kir, dûr bû rahê alemê Mam di darê xurbetê, dûr im ji dildara şebab Der xeribê berf û barozê ecaîb dil kewand Dê çikim ya Reb, medet dunya li min têk bû ezab J’asîmanan berf dibarit, tête xwarê wek …

  • 20 Nîsan

    Hêsirên nirxecewherîn

    hew dibarin hêsir ji dilên qurifî fera çavan bi beza xemrevînê Cembeliyê kurê mîrê Hekaryan dilive dîroka evînên bêmiraz dide ber piyan dişîne nav dojehên bihuşta rengîn di ber cihokên sor de herikandine pêlên kirêtkirî ji ber xwe dane alî mebestên pîroz, vîna bêkêmasî li rûyê parşumanên nûhatî tîpên hêsirên nirxecewherîn dirêje yek bi yek bi bîr tên hemû pêhatiyên …

  • 16 Nîsan

    Piçek Dînîtî

    Bi halet-î ruhiyeke ber bi dînîtiyê ve Ji dijminên xwe re min tîr amade kirine Ji zimanekî rewşedar Ji deqên wê yên herî tûj Herhal ji helbesteke beytikên wê yên herî xweş Û ji erbaneyeke ku bi hezar salane ritmên xwe ji dilkutka distîne Elleh, Elleh, Elleh Ji nifirên ferîşteyên li ser rûyê `erdê ku navê wan dayîk in Niqutî …

  • 16 Nîsan

    Gava Roj derkeve

    Melodiyek Dengek Dengê bêdengiyê Dengê bêtebûnê Ritma xwe ji çiyayên bilind re Gava di yekkerbûna dilan de Diqîre û radiweste Dûrahî… Ax! Ji dûrahiyan re dê waxwax bikî Dilê xemgîn, Muxtacî Kîjan gotina efsûnî ye? Ajotî kîjan xeyalan, Beyî rastiyê bibîne Roj dê be Roj dê be Hingî xwe dipêçê ewè baweriyê Roj dê be Ji hezkiribûna xwe Dê şad …

  • 15 Nîsan

    kubarê

    jiyan dibe jahr carên tu xwe ji min direvînî carên tu li bal min î û bi awirên coşane li min dinêrî bextewarî xwe li min digire bê pîvan e canê!   diçim nav zozanan li seyranê me digerim dilîzim ji xwe re û li ber şemala te radiwestim   maçan difirînim ji dil û hinavê xwe ve nav gerdûna …