rojên derbasbûyî

hêja biçûk bûm
pêçek teng dihat ji min re
bi hêrs digirîm û dilebitîm
ji paçê ku bûbû bendîxan ji bo min
destê xwe yê nazik rizgar dikir
û dibir ber devê xwe
her çiqas biçûk bûm jî
tama azadiyê min bi keda xwe nas dikir

belê rojên derbasbûyî
îro bûn salên derbasbûyî
her çendî ne ew zarokê pêçekê me jî
bendîxana tê de me wisa mezin bûye ku
derfeta rizgarbûnê ne hiştiye ji bo min

ne girî ne jî lebata di cihê xwe de çare nake
tenê tevgereke giran
bawerî û hêviyên mezin
ew ê qufla bendîxanê bişkînin

9 Hezîran 2000
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply