coşîbayek

te ez hiştim bê war

bê hêlîn û bê dar

te xwe dûr kir ji min

ez mam bê gul li vir

tu bê dûr im jî yar

ku dihele ev dar

dibe benîşt ev can

li ser pêsîra ji pembû

her ku newq tê pêçan

sermest dibim ez yar

zuka neçe ji vir

da nebe ev jîn jahr

dema jîn diweşin

ji çavên hingivîn

winda dibe diçe

ev jana bê star

li şûnê tê coşîbayek

bi lerzînek bedenşahî

maneya dûr jî namîne

zanim ku ber min çiqas nêz e

nêzbûna ez dibêm ne derew e

bawerke ne ew qas dûr e

tenê ji te divêm ev binbarî bes e

were zu rizgarke belam zor dinalim

ligel zêdehî tune!

24 Tirmeh 2001

Salih Turan

Dayik Bê Roj in

Weşanên Noş

Hezîran 2014

Etîket: Dayik Bê Roj in, Helbest, Salih Turan, Wêje, Weşanên Noş

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Roman çima tên nivîsandin?

Bûyera Qîço

Giringiya edebiyatê di struktura netewî de tiştekî zêde zêde mezin e

Di Helbesta Kurdî Ya Klasîk De Bedîuzzeman

Helbest | Car caran difikirim

Şîroveyekê bihêle