carên ku dînîtî bi kindirê jiyanê xwe li min dipêçe li hêviya pihîna celadê xwe nasekinim û dimirim. lê dema celadê min digihe armancê û daleqayî dimînim li ser sêdarê û kes namîne li dor ez bixwe ve têm kindir ji ser stû dipekînim hemû aferîdên sêdarê bi wê sêdara ku ji bo mirina min hatiye çêkirin çav bel, …
Nîsan, 2018
-
5 Nîsan
Dayik bê roj in
bi zayînê re şewqa xwe bi çirûskên êgir avêt nav jiyana bêbext destekî kedkar bi ser laşê ji xwînê sor bûye ve bi dilekî hevrîşimî vedida parçeyek ji kezeba bi şewat wer bûbû nav şêniyên bê hejmar bi dilgermî ew didanî ser sîngên xwe yên vejînî bi hestên zindî diket xewa şêrîn bi hêviyên xeyalên duwerojên pêknehatî ve ji niha …
-
2 Nîsan
Hêvî
Zîl dida çiyayê welatê min Ber bi hêviya bihareke rengîn ve Bi kevnariya êşên xwe Bi dîrokeke bin ax aax û axxx ax perçiqandin kûlîlkên bêgûneh bi lingên xwe yî heram Û bi gotinên xwe yî çepel. Pel bi pel di weşînin Nabê ev dar, darê şînin Hey hooo Ev ew nevîçirçirkê moxolin Dijminin, dijminê sirûşta mirovin Barbarin, hirçin û …
Sibat, 2018
-
25 Sibat
Nûbihar 142 Derket!
Kovara Nûbiharê bi jimara xwe ya142yem derket.! Nûbihar di Adara 1992yan de wek weşanxaneyekê dest bi xizmeta xwe kiri bû, piştî heft mehan jî wekî kovarekê dest bi xebatên kovargeriyê kiribû… Nûbihar ji sala 1992yan ve li alîkî weşanxane, li alîkî jî bi kovara xwe wek gelek weşanên din dest bi weşanê kiriye. Heta niha Nûbiharê çi bi pirtûkên xwe, …
-
1 Sibat
Tovên Hêviyê
min sira hêrsa tofanekê di henasa xwe de veşartî ye bi salan janên hov min di qefesa xwe de kedî kirin toza çaxên xeyalşikestî daweşand erdên bejî bi tovên hêviyê çandin hevîrê hezkirinê bi kefa destên nasirî stirihandin dîwarê zîndanên reştarî hilweşandin min sifreya qenciyê li rûyê erdê raxist xirabî ji nava min firî rûmet û hurmet rastî û duristî …
Rêbendan, 2018
-
19 Rêbendan
Keko Osman: Şîna Dostekî
Ez vê helbestê bi boneya helkeftina çalakiyên çilrojiya nemir helebestvan û parêzer Xelîl SASÛNÎ diyaî giyanê wî dikim. Şikarta me her sal bi xwêdan av dida Çaxê serma ket û bihar hat, sinbil da Me çinî me kom kir ne tenê, me tevda Bahoza te rakir, ji kîna te tev da Me dêra me hêra, kir hevîr û lêda Te …
-
18 Rêbendan
Enwer Karahan
Gava tu ne li vir bî Bi tenê me Sebra min li tu kesî nayê Li ber pencereyê li rêya te dinerim Li şopên te digerim li vî hundirî Li tayên porê te, li destmal û guharên te, li boçikên cixareyên te digerim di binê xwelîdankê de; li êlim û bîhna te digerim di binê lihêfê de, balîfa li ber …
-
16 Rêbendan
Beyar Robarî: Bê wate û naverok in
Bê wate û naverok in Peyv, gotin û gavin Zaro, dayîk û bav in Jibo mirovê bê welat û war in ** Bê wate û xav in Zemawend, cejn û seyran in Kar, keyf û xebatên cotkar in Dema mirov bê niştiman bin ** Bê wate û sar in Evîn, pîrozbahî û dîlanin Stran, henek û giyan in Lîsk, helbest …
-
11 Rêbendan
Şerm bikin!…
Şerm bikin şerm… şerm! Şermek mezin û kûr û germ Ey kurdên daxivin bi zimanên serem Erebî, Tirkî û Farîsî herdem Û xwedî dikin zarokên xwe bi wan hem ** Şerm bikin şermek mezin û giran Û bi tijî hestên dilan Dema hûn daxivin bi zimanên dijminan Bi axiftina we re reş dibe rûyê cihan Û digirîn çiya û stêr …
-
4 Rêbendan
Kerkûk, te ji nemerdan vedigerînim!
Besam Mistefa derbarê rewşa Kerkûkê ya piştî êrişa hêzên iraqî de helbestek nivîsand û hestên xwe li ser Kerkûkê anî ziman. Helbesta Besam Mistefa wiha ye: Kerkûk, te ji nemerdan vedigerînim! Ey Kerkûkê, naz û bûkê, xeml û nîşana min î Wey pepûkê, jar û çûkê, şûr û mertala min î Ey delalê, rû şemalê, pak û jalê tu …