Roj baş
ew kesên ku bi çavê notayan li xuşîna pelên daran dinêre
Roj baş
Pelên salnameyan Berfanbarê nîşan dide
Berf di derzan re tê
Roj baş
Ew betlên berê
Betlên berê ku li ber devê deriyan rûniştine
Bi rengê genim ji çûn û hatinan re di’a dikin
Çûk xwe disipêrin şibakeyan
Roj nema
Rojname zingilên xelayê lê didin
ji konên bê sitûn re
Bihar
Havîn
Payîz
Zivistan
Zivistanê kon vedaye
Veda ye li çar hêlan
Roj nebaş e
ji ber gornebaşan
Ednan Bazgurî