Li Metropolên Xerîb Rojek Ji Rojan

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Em hatin cîhanê.

Em xerîb bûn yan yên dora me?

Belê destên me jî hebûn yên wan jî,

Çavên me jî hebûn yên wan jî,

Guhên me jî hebûn yên wan jî,

Lê em ne wek hev bûn.

 

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Ez dîsa ketim nav ramanên giran.

Kîbûn em?

Kîbûn yên ku me ji paşt van hiştine?

Çibû tiştên kû me ji kesên din cûda dike?

Warê me hebû gelo? Yan bajarên me?

Hey gundekî me hebû tiştê ku min bihîstibû.

 

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Min biryar da ez ê xwe bibînim, ew keseyatîya min ya ku wenda bûye ez ê bibînim, ez ê bajar û kolanên xwe bibînim, ez ê ew çanda me yî ku di bin axê de kolandine av bidim û şîn bikim. Ez ê berxwebidim…

 

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Di vê tekoşînê de min dît ku,

Yên bi xerîbî hatine warê me,

Me kirine xerîbê warê xwe.

Zext û zehmetî li me kirine, me ji welatê me ajotine û weke kerên gêj li welatê xwe beradane.

 

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Rojekê ez û hevala min ya karker me stranek guhdar dikir, tirkîbu lê stranek kurdî jî di rêzê de bu.

Dema kû strana tirkî qedîya û ya kurdî dest pê kir hevala min ya karker demildest bertek da û wek bi zimanekî şêrîn gote min; stranekê veke ku ez jî jê fêm bikim tu jî…

 

Li metropolên xerîb rojek ji rojan,

Çavên min bi hêsîrin niha, min nedixwest ku ez wê hevala xwe jî winda bikim.

Lê ne min wê, wê xwe winda kiribû.

Heyfa min pê re hat, jê werê min jê fêm nekir.

Lê wê nizanîbû tiştên ku ziman mikur nayê

Carna mîmikên rûyê mirov mikur tê.

 

Rojek ji rojan li metropolên xerîb

Ji min pirsî di peyvê de kesekî “dilxwaz”

Çi ye te ji min kêmî?

Heyfa min bi wî jî hat feqîro nijadperestî ew kor kiribû.

Lê belê hebikî çavên xwe vekiribiya wê bidîtiya

Ku têkoşîna me ne ji bo ku em ji gelên din kêmin, tekoşîna me ji boy ku em ji xwe ji çanda xwe ji dîroka xwe û ji rastîya xwe kêmin…

 

Li metropolên xerîp rojek ji rojan

Dîsa bi nijadperestîyê re rûbirû man

Belê em mirovbûn, em netewbûn, em çandeke herî kevnarbûn. Lê em ne xwedî wareke azadbûn ji ber wê bu êşa me yê bêderman…

 

Azad Geşbûn

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply