Ji Bo Te

Li kovarek rastî te hatim
Bûm evîndarê te
Piştî çûyîna te
Mirin difûrîya ji hevokên te
Tîp yek bi yek dibûn kevokên te
Difirîyan ji devê te
Lîs digirtin li ser dilê min
Qûş li demê hatîye qetandin
Ziman lal
Awir westandî
Helbest li ber sekeratê
Tu li dar î
Wek kitêbek pîroz dibişirî
Şerab ji îskanê dirije ser lingan
Agir geş dibe
Xwîn disekine
Mejî dimire
Ji ber kenên te
Zarokek din di malzaroka dê de dimire
Zarokek bêdê dimîne
Ez bê te
Ez li te
Ez ji te
Evîndarî jî ne ewqas e lêêê

Dilbirîn Dilo

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *