Qet te germahîya dilê min hez nekir
Tu wusa jê revît
Te kulîlka dilê min çilmisand
Bi çûyîna xwe.
Te kanîya nava rihê min zuwa kir
Êdî jê hêvî narije erd û ezman
Ka çi bû bi wan sozên te yê te da bû min
Qey ew jî wek te pûç û vala bûn
Te ez helandim bi bêdengî ya xwe
Te kapa jîyana min qetand
Ka bêje ezê çawa bikaribim bijîm êdî bi dilê aramî
Te bi dilê xwe yê kevir û bêdengî ya xwe Ronahî ya jîyana min temirand
Te rihê min jî wek rihê xwe tarî kir
Te roj ji min ra xist jehr û kul
Te ez bêhal hîştim ji evîna xwe
Wek bûm pelek darê ba min li ku der bibe diçim wê derê û li erdê dikevim
Dîyarîya hezkirina min jî ev bû ev
Morî Xanim