HABER SAYFASI boş

Qoçên xwe vehesîne

Ba ye

vê şevê

gayekî gergîn

di birînan de digevize

di hemû kolanan re dibeze

asîman bi êş

li ser digrî

hemû derî

li pêşiyê girtî ne

xelk razayî ye

tenê ez

bendewarê wî me

bi dilê xwe

jê re liba dikim

û deng lê dikim:

qoçên xwe

li vir vehesîne

da ku xwîna me

bi hev re birije.

 

Helbest ya helbestvanê Erebî: Sînan Enton e

Wergerandin ji zimanê Erebî: Majêd A mihemed

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Mesele | Binehişa Welat

Çi ferq di nabêna însên û heyîneyên din de heye? Wesfê însanan ku naşibe heyîneyên …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *