Kurd û Dengbêjî

Dengbêjî ji bo me Kurdan kaneke wisa ye em dikarin bi sedan salan bikolin zêr zeberan jê hilînin.

Beriya wexta tenê kal û pîran dengbêj guhdar dikirin, zêde kesekî guh nedida naveroka kilamên dengbêjiyê.
Kengê ew kal û pîrên me mirin, kurmanciya me jî derbê giran xwarin em paşê xwe farqilîn lê çi heyf êdî dereng bû.
Ew dengbêjên diwana malên malmezin da sê roj û sê şevan distran êdî tunebûn. Tenê dengê wan kasêtê têngirtî da mabûn, ew malên malmezin jî xalî mabûn, stûnê wan ketibûn xwarê ser banê xaniyê wan reşegîha hêşîn hatibû, tewle gomê wan da vîtîniya dûmeqeska dihat.

Dema min ev rêzikan nivisîn oda mala kalikê min hat bîra min, oda kalikê min da dema dengbêjan distra qîz û bûkan jî guhê xwe didan ber qurqurneka dêrî dizîkava guhdar dikirin, yekcaran jî teseliya çaya ser kucik dikirin û hey şekirê nava şerbetê dihelandin, xorta jî pêjgîrê dest û li ser çokên dengbejan diguhurandin, çay, cixare û qehwa wan ra mijûl dibûn.

Yekcaran orta odê sewtek bilind dibû hevra digotin wey siheta te xweş be, sihet bi sihet, bira ez derdê te nebînim û gula cimaetê. Bi gotinên wa va kela dilê dengbêj radikirin, dengbêj jî bi hunera xwe va ew cimaeta di nava ewqas cîh û warên welêt, şax û mesîlan, zozan û mexelan, êl, eşîran, kihêl û belgîran, di nav axa û mîran, dewletî û feqîran da digerandin.

1ê Nîsanê 2023yan da bernameyeke bi kefîl û deman di Kurd Kavê da derbarê dengbêj û dengbêjiyê da hate derbaskirin.

Moderator birêz Fehmî Atmaca, derbarê miqam û awazan da rêzdar Sebrî Agirî, derbarê çewtî û xeletiyên ketine nav dengbêjiyê da hêja Ayhan Erincik, hêla dengbêjiyê û civaknasiyê da jî hêja Zerdeşt Ozturk axifî.
Du dengbêjên dengxweş û navdar jî beşdarî bernameyê bibûn yek apê me yê dengxweş, dengbêjê hêja Mihemedê Beyro, yê din jî dengbêjê me yê nûjen xwedanê sewt û kubra narîn rêzdar Mihemedê Serhedî bû, gelek jî mêvan kesên bi nav û deng beşdarî vê bernameya xweş bibûn.

Me li gel hev demeke xweş derbas kir, piştî guhdariya dengê dengbêja yê zêrîn me guhdariya şîroveyê rêvebirên bernameyê kir. Her caran jî di beşa xwe da gilî û gotinên xweş û bi awayekî zanyarî raberî me beşdarvanan kirin. Ji bo min bernameyeke gelekî kêrhatî bû, ez tiştên nû hîn bûm, min êdî cem xwe hesab kir dengbêjî ji bo me miletê Kurd kaneke zêrîn e.

Ji bo ew kana li ber çavê me nebirê, ew ocaxa venemire, li ser da kendal tep nebin, divê em derdorê wê vexin. Ev lijneya van çar camêra pêk tê mecal ji wan ra bê çêkirinê ew hê zêdetir me ronî bikin.
Ez di wê baweriyê da me ew koma maqûlan dikare akademiyekê li ser dengbêjiyê ava bike û rêvebiraya wê jî bike.

Spas ji bo kekê Fehmî ez teklîfî vê bernameya bi nirx kirim, min sûd jê wergirt mala wan komekî ava be.

Yûcel Aslan

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply