Şeşderba Îronîyê

Berhema Ahmed Muxtar Caf a navdar Meseleya Wijdanê tevlî kû wek çîrokek dirêj hatîye naskîrîn jî wek romaneke kin an jî berteng dikare bê pejirandin. Melûm e li ser xisûsîyetên Meseleya Wijdanê û di derbarê kesayeta edebî ya Ahmed Muxtar Caf da gelek şîrove hatine kirin. Ez naxwazim van şîroveyan dubare bikim. Ez ê hewl bidim ku li ser vegêrana Caf a îronîk bisekinim.

Îronî, di wêjeyê de wek vegêrana qerfî (mizahi) tê qebûlkirin. Dema bi perspektîfeke berfireh li berhema Caf bê nêrîn şêwaza wî ya qerfî dê çêtir bê dîtin. Vebêjê vê çîroka dirêj, bûyerên qewimîne ji devê kesê yekem vedibêje. Di girîzgahê da gotina nivîskar a “Tena serê xwe li ba çend pismamên xwe…” (Caf, 2009: 23). destpêka vegêrana îronîk e. Lehengê sereke yê ku di herikbarîya çîrokê da em pêdihesin ku navê wî Zorab Efendî ye sêwîyekî di bin destê ap û emojina da ye. Şivanî, gavanî, avdanî hemû tişt kirine.

Hîle, kirasê helalîyê ye (!)

Rojekê jê ra dibêjin ku êdî tu mezin bûyî û divê li çareya serê xwe binêrî. Zorab Efendî, alîkarîya tacirekî dike û dibîne ku hostayê wî di dan û sitendinê da hîleyên aşkere dike Ji hosteyê xwe ra dipirse: “Hosta, gelo bi qanûnî hîlekirin di tîcaretê da helal e?” Caf, bi bêjeyên wek helal û hîle îronîyeke tenik afirandîye. Bi vî awayî dixwaze bibêje cihê ku lê hîle bêhesab be hîle, kirasê helalîyê li xwe dike.

Ê baş e meseleya wijdanê çî ye?” Zorab Efendî, vê pirsê ji hostayê xwe dike. Lê wek hemû pirsên ku bivir li serê berjewendîyê dixin, bêbersiv dimîne ev pirsa dijwar. Bi gotina “Hoste, destxeteke min a kor û topal heye.” (Caf, 2009: 26). guherîna Zorab Efendî dest pê dike. Ji dêleva nivîsîna deynê li defterê, rêbaza hosteyê wî ya bi qetikê benan, nîşanî wî dide, hişê wî tevlîhev dike.

Berhema Caf, mîna galerîyeke mirovan e, hema bibêje hemû cureyên tîpên ecêb ê mirovahîyê, bi awayekî sembolîk tê da cih digirin. Yek ji wan tîpên balkêş – ku ew ser bi xwe tîpeke îronîk e- jina hosteyê Zorab Efendî ye. Hosteyê Zorab Efendî, ji bo mesrefê xeml û xêza xanima xwe derxe, sextekarî û bêwijdanîyê dike. Ew Jî tê wateya ku ji bo bextewarîya şexsekî, binpêkirina mafên hemû mirovan rewa tê dîtin. Lê tiştekî balkêş e ku hoste, vê neheqîyê gişî li xelkê dike ji bo kêfxweşîya jina xwe û carinan jî ji wê ra gotinên kufirî dibêje: “Ez, te ji seg kêmtir dizanim, tu gelek biaxivî ez ê telaqê te bixim destê te.“   (Caf, 2009: 29).

Dema vebêj, şayesa jina hosta dike, wê bi awayekî gevre û li xweşikbûna xwe miqate te’rîf dike. Piştî vê şayesa estetîk, gotina “Jina hostayê min, bi pêşkên wan fîstanên xwe yên sipehî, pozê xwe paqij dike” (Caf, 2009: 29). dijberîyekê pêk tîne. Nakokîyên tîpolojîk, wek amûreke vegêrana îronîk hatîye bikaranîn.

Zorab Efendî, pirsa sihetê dike: “Ê baş e meseleya sihhetê çawan dibe?” Xanima hosta, behsa zîrekbûna şêxan di derbarê sihhetê da dike. Caf, bi vê rewşa kurt, rexneyeke nerasterast li mentiqa kevneşopîya civakê ya derheqê tebabetê da dike.

Zorab Efendî, diçe ber destê axayekî, dibîne ku axa kurê xwe naşîne dibistanê. Pirsa meseleya xwendinê dike. Axa dibêje ku “Dixuyê tu bi saya du rêzan va ehmeq bûyî. Ez ê ji bo çi kurê xwe bişînim dibistanê? wan bikim kafir û (ew) havîna çîpilrût û serqot bigerin.” (Caf, 2009: 31). Caf, bi dîyalogên kurt, derdê xwe pir baş anîye zimên.

“Sedeqet, xîyanet e û xîyanet jî seadet e” (!)

Zorab Efendî, dibîne ku cenanê axê, ceh û genimê wî didizin. Li diji vê rewşê derdikeve. Pişt ra ew, bi xwe bi dizekîyê tê tewanbarkirin. Axa, dema cenanê xwe diparêze ku wan dizî nekirîye dibêje: “Tu derewan dikî. Ez, mirovên xwe nas dikim, dizîya min nakin. Ew mirov in ku heta niha li ser daxwaza min deh kesên bêqebehet kuştine; bi sedan karwan ji min ra şelandine.” (Caf, 2009: 34). Ev tablo bi serê xwe mînakek îronîya Caf a bêhempa ye. “Sedeqet, xîyanet e û xîyanet jî seadet e.” (Caf, 2009: 34). Ev hevok, di meseleya wijdanê zorab Efendî da mîlad e. Zorab Efendî, li cem axa dibîne ku axa, tûtinê bi çi şêwazê ji destê gundîyan derdixe û gundîyan çawa dixapîne û di heman demê da ew jî, ji aliyê sîmsaran ve çawa tê xapandin. Zorab Efendî ku dibîne axayê wî jî tê xapandin, berê xwe dide navçeyekê. Biryar dide ku “Bi sê çar rêzên xwe yê kor topal” daxwaznameyan binivîse.

“Ma ez Eloxemxwarê dinê me?”

Di daxwaznameyekê da di cihê ku binivîse “Heywanên min hatine heşmartin û du car qoçan lê hatîye birîn, ez mexdûr im.” Bi şaşî nivîsandîye “Du bir heywanên min hene, her tenê birek hatîye hejmartin.” (Caf, 2009: 42). Ji bo vê daxwaznameya xelet, lêdanê dixwe û bertîlê dide meqamekî pêwendîdar, xwe ji vê xefikê jî rizgar dike. Heta reîsê navçeyê, ferman dide ku ji niha û pê va tenê Zorab Efendî daxwaznameyan binivîse. Zorab Efendî jî dibêje ku ”Min jî dev ji wijdanê berda, cehenema serê wan ku ji birçîna bimirin. Ma ez Eloxemxwarê dinê me?” Bi dîtina hebek qedr û qîmetê, Zorab Efendî; bi nexweşîya payebilindîyê dikeve. Bi melayekî ra sohbet dike dibîne ku mela, sipîyekê ji xwe digire û diavêje, bi wî destê xwe jî bêşûştin nan dixwe  û dibêje ku ”Ez, Qadirî me, em sipîyan û kêçan nakujin; lewra ev, qetil e.

“Her çi tiştê erebî ye ew Qur’an e.” (!)

Zorab Efendî, rojekê li mizgeftê dema li waazan gûhdarî dike, dibîne ku gelek kes digirîn. Zorab Efendî, ji mu’mînekî ra dipirse: ”Ka tu ji bo çi digirî?” Ew jî dibêje ku: ”Her çi tiştê erebî ye ew Qur’an e ji ber vê ez digirîm.” Dema Zorab Efendî, ji wî mirovî ra rawe dike ka mesele çî ye, melayê ji terîqeta Qadirî, hêrs dibe û fermana lînçkirina wî dide cemaetê. Zorab Efendî, revî revî ruhê xwe rizgar dike. Qetila sipîyan û fermana lînçkirina mirovekî, nimûneyeke vegêrana îronîk a balkêş e.

Zorab Efendî, bi saya bertîlê bi awayekî fermî li sazîyeke dewletê tê wezîfedarkirin. “Dest ji min quwet ji Xweda.” Dest bi şelandina xelkê bêçare dike. Heta ku ji wezîfeya xwe tê ezîlkirin. Camêr, nema li xwe datîne karê erzûhalnivîsîyê ji bike. Zorab Efendî, pişt ra dest diavêje meseleya milet û welatparêzîyê. Bi saya çend gotinên jiberkirî, teqdîrek berz dibîne. Rojek ji rojên Xweda bi wezifeya qeymeqamtîyê tê taltîfkirin û tayîna wî derdikeve navçeyeke rojava. Zorab Efendî, li vê navçeyê meclîsek sahîb team dibîne û talîyê dibe şahîdê pevçûna endamên vê meclîsa qaşo bi ruh û can bi hev ra bûn.

 “Xweda, reîsê qezayê Zorab Efendî ye.” (!)

Rojekê Zorab Efendî, dihere meqamê xwe û axaftina du zarokên li kuçeyê seh dike. Yek, ji yekî ra dibêje: “Tu dizanî Xweda kî ye?” Ê din jî dibêje ku “Diyar e: Reîsê qezayê Zorab Efendî ye.” (Caf, 2009: 71). Zarokê din dibêje: “Berîya her tiştî Zorab Efendî, evdekî zeîf wek min û te ye.” Yê din, careke din dibêje: “Ji ber vê ew kesên ku bêaqil in, wî, Xweda dizanîn. Ew kesên ku tu, Xweda dizanî, eger li welatekî normal bûya hemaltî jî bi destê wî nediket.” (Caf, 2009: 72). Zorab Efendî, dema dibe şahîdê van dîyalogên zarokan, ji zarokên xwendekar diqehere û ji hêza xwendinê ditirse. Ev yek jî bi ramanên wî yên zarokatîya ra nakokîyekê derdixe holê.

Di dawîya çîrokê da Zorab Efendî, li deverekê rastî birîneke civakî tê: Di şerên berberîyê da du eşîrên ku gelek mêr ji hevûdu kuştine ji bo li hev bên dixwazin du keçên xwe berdêlî bidin hev. Keçik jî vê yekê napejirînin û hêvîya wan reîsê navçeyê Zorab Efendî ye. Ji wan keçikan yek, tê hember Zorab Efendî û jê ra dibêjê: ”Birêz reîs, em îroj gelek bextewar in ku cenabê we teşrîfî vê deverê kirîye. Ji ber ku em, bi hêvîne wê heqê mezlûman dê ji zaliman bê sitendin.” (Caf, 2009: 77).

Sembola wijdanê têkçûyî

Di çîroka dirêj a Ahmed Mûxtar Caf da îronîyeke nakokî ya nav rewşan heye. Heta ku ji destê wî hatîye hewl daye rexneyeke hişmendîya kevneşopîyê bike. Di heman demê da qerf û henekê xwe jî bi tîpên di nav jîyana civakî da hertim derdikevin hember mirov kirîye.

Vebêj, ji serî heta dawî Zorab Efendî wek lehengekî sereke derdixe pêş. Hemû bûyer, li derûdora wî diqewimin.

Zorab Efendî, sembola wijdanê têkçûyî ye. Hemû tîpên li derûdora wî jî di nav girînekê ava jîyanê da ber bi bêdawîyeke kortarî digindirin.

Ahmed Muxrar Caf, bi vê “çîroka dirêj” himekî baş ji bo deqên kurdî yên îronîk danîye. Bi qasî dîtina rastîyê, vegêrana wê jî hostatîyê dixwaze. Caf, bi vê çîroka xwe aşkere nîşanî me dide ku rastîyên jîyanê, têra serê xwe balkêş in. Ne mihtacî lîstikên hûnerî ne û bi vegêraneke rasterast jî dikarin tesîreke hêja li ser mirovan bikin.

Binêre:  Ahmed Muxtar Caf, Meseleya Wijdanê, Avesta, Îstanbul, 2009.

Dr. Roger ACUN

Derbar Çand Name

Check Also

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê …

Leave a Reply