Kesên guldexwînan jêbikin dê bêne cezakirin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ji kesên ku guldexwînan jêkin re dê 244 hezar û 315 lire ceza bê birîn.

Guldexwînan li deverên bilind û asê yên çiyayên Kurdistanê şîn dibin. Taybetmendiyeke balkêş a vê gulê heye ku ew jî, dema tê jêkirin digirî û du rondik ji nav wê dikevin. Ev gula kesk û sor û zer ya taybet bi çiyayên Kurdistanê, eger ne li ser axa xwe be şîn nabe.

Ji bo parastina vê gulê li parêzgeha Sêrtê kesên ku jê bikin dê bêne cezakirin.

Rêveberiya Şaxa Sêrtê ya Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê ragihand ku xebatên bo parastina guldexwînan, berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku emrê guldexwînan 20 roj in û di mehên biharê de çol û çiyayan şên dixemilîne.

Hat gotin ku guldexwîn taybetiyeke herêmê ye û jêkirina wê qedexe ye û li kesên vê yekê binpê bikin jî wê 244 hezar û 315 lire ceza bê birîn.

Rûpelanu.com

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *