Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka mirovî” ne. Her çiqas tevahiya pêvajoyên çêbûn, jiyan, mirin û bûyerên piştî mirinê yên her mirovî nehatibin tomarkirin, rêzkirin û şirovekirin jî ev nayê wê wateyê ku mirov “bêdîrok” e. Lewre serdema bûyerên ku bi pergaleke nivîskî nehatine tomarkirin wekî “pêşdîrok” tê hesibandin. Wisan e “dîrok” têgihîneke sîwan e ku bûyerên rabihurtî vedibêje, wan berhev dike, li gorî rêza pêkhatinê pêşkêş dike û serpêhatiyan li gorî serdema pêkhatinê şirove dike. Kesê ku li ser mijarên dîrokê xebatên zanistî dimeşîne wekî “dîroknas” tê binavkirin; dîroknas bi riya çavkaniyên dîrokî yên wekî belgeyên nivîskî, vegotinên devkî, berhemên hunerî û nîşaneyên xwezayî rastiya bûyerên rabihurtî derdixin ber ronahiya zanistê71. Her çi ku peyva “dîrokzan”ê ye, ew jî tê wateya “pisporê dîroka devkî ku bi bihîstinên xwe û bêyî perwerdehiyeke zanistî hînî hûrgiliyên bûyerekê bûye”. Divê bê gotin ku dîrokeke kemilî ya birêkûpêk tuneye; hertim sir û razên hinek pêvajoyan di tarîtiyê de dimînin û mijarên nîqaşbar li benda delîlên vedîtî disekinin.

Omitê Mistefê-Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Çavkanî:

71 -John H. Arnold (2000), History: A Very Short Introduction, New York: Oxford University Press.

Derbar ziman

Check Also

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê …

Leave a Reply