Ji Hunermend Aslîka Qadir Pirtûka ‘Welatê Me Kurdistan e’

Hunermenda Kurd Aslîka Qadir ku bi strana xwe ya bi navê ‘Welatê me Kurdistan e’ bi navûdeng e, vê carê jî bi heman navî pirtûkek li ser jiyana xwe nivîsand ku ji bîranînên wê pêk tê.

Weşanên Avesta do (Çarşemê 5ê Nîsana 2023an) ji Rûdawê re ragihand ku pirtûka bi navê ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Hunermenda Kurd a ji Ermenistanê Aslîka Qadir ji weşanxaneya wan derketiye.

Aslîka Qadir li ser bergê paşî yê pirtûkê gotiye, “Dibêjin, yekem derman û mecalê jiyanê ew e, wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikojin. Dibêjin, dem her tiştî tedawî dike, rast e; ez bawar dikim lê ne axir bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne, ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî. Tu wî barî nabînî lê bêyî xwestek û razîbûna te, ku da herî ew bi te ra ne, bi te va dizeliqe, te bernade heta ku te ji hal bixîne. Ka bêjin, kerema xwe, çi bikim, gelo gunehkar im, wekî zekîra min heye?”

Weşanên Avesta jî li ser bergê pirtûka ‘Welatê me Kurdistan e’ di derbarê berhemê de aniye ziman, “Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike, bîranînên xwe radixe ber çavan. Hunermenda kurd ku bêhtir bi strana “Welatê me Kurdistan e” tê naskirin, ji Elegezê, rojên zarokatiyê yên li gund dest pê dike, piştre jiyana bajêr a xwendinê, Radyoya Yêrêvanê, cemaeta entelektuel a Kurd, pêwendiya Kurd û Ermenan, jin û mêr, gund û bajar, dema Sovyet û piştî Sovyetê, wergêriya xwe ya li Afganistanê, dubendiyên xistine nav civaka kurd û di gelek mijarên din de ta bi derziyê ve dike, bêsansûr wan bilêv dike. Ev kitêb wek romanekê ye ku lehengên wê gelek sîmayên me yên tarîxî ne û bi wechekî pir taybet xwe didine der.”

Pirtûka ‘Welatê me Kurdistan e, Jiyan û Bîranîn’ a Aslîka Qadir ji 416 rûpelan pêk tê ku di nav de wêne jî hene.

Rojnamevan, nivîskar, zimanzan, lêkolîner û rewşenbîrê Kurd Têmûrê Xelîl jî li ser pirtûka Aslîka Qadir nivîsandiye, “Aslîka Qadir bi vê berhemê xwe zêdetir nas kir… Heta niha xwendevanan Aslîka Qadir wek dengbêja Radyoya Rewanê nas dikirin. Kerem bikin, vê care Aslîka Qadir a nivîskar nas bikin. Ji berhemê wisa xuya dibe, ku haya Aslîk xanimê niha jî jê tune, ku ew nivîskar e û hela nivîskareke serketî ye jî.”

Bergê pirtûka ‘Welatê me Kurdistan e’ ya Aslîka Qadir

Aslîka Qadir di sala 1945an de li Ermenistanê ji dayik bûye. Wê li Zanîngeha Ermenistanê mamostetiya zimên bû. Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyêtê, berê xwe da Almanyayê û heta niha jî li wir dijî.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

4 kitabê kirmanckî veciyay

Weşanxaneyê Vate çar kitabê newey vetî. Înan ra yew şiîr, yew tez, yew folklor û …

Leave a Reply