Ziman

Nîsan, 2023

  • 21 Nîsan

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide

    Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” -ku Socin ev peyv ji Tor û Botan berhev kiribû- wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide. Bi ya min xelet e. Li vir wî serrişteyek jî daye me ku erebîya vî teyrî ZURUQ e. زرقة zurqe(t) bi erebî “rengê şîn” e. Wek ku têkilîyek heye di navbera navê teyr û rengî de. Daneyên ji farisî, vê qinyata …

  • 20 Nîsan

    Serhedolojî…

    Ji bo van peyvên mehelî, qet nebe em malperekê vekin da ku em pê bizanin li kîjan cihî/gundî/bajarî çi peyv bi çi maneyê tê bikaranîn. Feydeya vî karî pir e. Peyva ATOL “sêvaxîn” (îng. Jerusalem artichoke) balkêş e. Di rastîyê de ev peyveka gurcî ye. Di zimanê gurcî de ატოლი atolî, “dobelan” e (îng. truffle). Dobelan, sêvaxîn û petat/kartol di …

  • 14 Nîsan

    Danasîna Zaravayên Kurdî

    Zimanê kurdî ji bilî welatên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya Kurdistanê tê bikaranîn. Zimanê kurdî ji gelek zaravayan pêk tê. Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin: Kurmancî Lorî Kelhûrî Goranî Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) …

  • 11 Nîsan

    Peyva Ba-

    BA: Hewayê ku dilive. (Duh bayekî sar dihat). Ba + v = bav. Ba + r = bar. Ba + c = bac. Ba + ş = baş. Ba + x = bax. Ba + z = baz. Ba + n = ban. Hin hevok ji berhemên min ên wêjeyî: – Bav ba ye, dayîk talde ye. – Barê ku …

  • 8 Nîsan

    Îxanet an xîyanet?

    Bilêvkirina #kurdî “xîyanet” e û bilêvkirina #tirkî “îxanet” e. Kurdên rojavayê Kurdistanê dibêjin, “xîyanet”, tenê niha di bin bandora Kurdên bakurê Kurdistanê de “hin kes” dibêjin, “îxanet”. Peyv bi xwe erebî ye. Tirkan peyv ji gelek zimanan birine û bandora zimanê tirkî li wan peyvan hatiye kirin. Ji wan jî peyva “şkence” ku peyveke îranî ye, di tirkî de bûye …

Adar, 2023

  • 22 Adar

    Pirbûna peyvên tirkî yên di zaravayê soranî de bala min kêşabû

    Pirbûna peyvên tirkî yên di zaravayê soranî de bala min kêşabû. Hin peyv qet li Bakur nîn in lê di soranî de likar in. Yek ji van peyvan TIRUMTE “başok” (li xwar, ji ferhenga Wahby û Edmonds). Ya ku ez dizanim cara pêşî ev peyv di Dîwana Mahmûdê Kaşxerî de hatiye tomarkirin. Kaşxerî ji bo “تٌرٌمتای turumtay” gotiye “teyrekê nêçîrê”. …

  • 18 Adar

    Dr. Tekîn Çîtçî: Bijîşkiya gelêrî qet ji holê ranabe

    Hevpeyvîn Azîz Tekîn Pirtûka “Hekîmtiya Kurmancî” par derket. Nivîskar Dr. Tekîn Çîfçî piştî xebata herêmê pirtûk amade kir û pirtûk ji Nûbiharê derket. Li ser hekîmtiya kurmancî gelek agahiyên girîng têde hene. Li ser vê pirtûkê û xebata ku wî kiriye me bi Çîfçî re xeber da. Wî ji bo me hem qala pirtûkê, hem qala Semsûrê ku li wir …

  • 9 Adar

    Gelo em hewceyî zêdetir herfan in?

    Gelek kes gazinan ji alfabeya niha ya kurdî-latînî dikin ku hemû herfên pêdivî tê de nînin. Giliya hin kesan li ser du cûnên cuda yên Ç (çar / çav), K (kar / kirin), P (perde / pênc), T (teze / te) ye. Hin kes itirazê ji hindê dikin ku “L-ya qelew” ya wek di peyva “welat” de ji “L-ya zirav” …

  • 8 Adar

    Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de

    Ev kurtevekolîna li jêr bi berhevkirina çend nivîsên kurmancî û hejmartina herfên di wan de hatiye kirin. Hemû nivîs li gel hev ji 52 705 herfan pêk hatibûn. Hemû nîşanên xalbendiyê (nuqte, bêhnok, nîşana pirsê yan gazîkirinê…) jê hatin avêtin berî ku hejmara herfan bê hejmartin. Bo diyarkirina rêjeya deqîq û bêkêmasî ya her herfê pêdivî bi materyaleke ji bi …

  • 4 Adar

    Kêmkirin û zêdekirina kîteyên peyvan

    Kerem bikin li van çend peyvan binêrin: ba, çav, dest, heyşt[1] Peyvên wiha yekkîteyî anku yekheceyî ne. Mebest ji yekkîteyîtiyê ew e ku ev peyv divê di gotin û bilêvkirinê de bi carekê bên gotin û mirov nikare wan di gotinê de parçe-parçe bike. Bo nimûne, mirov nikare wan di axiftinê de wiha bibêje: *b-a, *ça-v /ça-v, *, des-t/de-st/d-est, Sebeb …