Kêmkirin û zêdekirina kîteyên peyvan

Kerem bikin li van çend peyvan binêrin:

  • ba, çav, dest, heyşt[1]

Peyvên wiha yekkîteyî anku yekheceyî ne. Mebest ji yekkîteyîtiyê ew e ku ev peyv divê di gotin û bilêvkirinê de bi carekê bên gotin û mirov nikare wan di gotinê de parçe-parçe bike. Bo nimûne, mirov nikare wan di axiftinê de wiha bibêje:

  • *b-a, *ça-v /ça-v, *, des-t/de-st/d-est,

Sebeb ew e ku di van peyvan de tenê vokalek (vowelek, vawilek, herfeke dengdêr/”bideng”) heye. Vokalên kurdî ev in: a, e, ê, i, î, o, u, û. Her peyva ku tenê dengek û tenê carekê hebe, hingê ew peyv yekkîteyî ye.

PEYVÊN YEKKÎTEYÎ

Piraniya peyvên xwemalî yên xwerû yên kurdî di rewşa netewandî de yekkîteyî ne.

Li vê derê mebest ji ”xwemalî” peyvên bi eslê xwe kurdî/îranî/hindûîranî/hindûewropî ne ku wek mîras ji kurdî re mane û kurdî ew ji zimanên din wernegirtine.

Merem ji ”xwerû” jî peyvên wisan in ku ne ji du yan zêdetir peyvan pêk hatine û ne jî pêşgir an paşgir ketine ber wan.

Bo nimûne, ev peyv xwerû û xwemalî ne:

  • av, berx, car, çar, dev, êş, germ, her, jan, kes, lal, mêr, na, pênc, rast, şeş, tav, û[2], zik…

Gava ku ew pêşgir an paşgirên çemandinê/tewandinê yan peyvsaziyê digirin, ew dibin peyvên dukîteyî yan pirkîteyî. Bo nimûne:

  • a-vê, ber-xan, ca-re-kê…

PEYVÊN DUKÎTEYÎ

Hinek ji peyvên xwemalî û xwerû dukîteyî ne. Bo nimûne:

  • a-gir, ba-ran, ha-vîn…

Herwiha piraniya lêkerên kurdî wek ku dukîteyî (yan sêkîteyî) bin, dixuyin. Bo nimûne:

  • gir-tin, da-yîn, di-zîn…

Lê di rastiyê de ev formên lêkeran ne xwerû ne. Formên wan yên xwerû rehên wan yên demên neborî (demên niha û bên) in. Bo nimûne:

  • -gir-, -d-[3], -diz-

Wek:

  • di-gir-e, di-gir-in
  • bi-d-e, bi-d-in
  • ne-diz-e, ne-diz-in

Rehên wan yên demên borî bi zêdekirina yek an hin dengan ji rehê demên niha tên çêkirin[4]:

  • -gir- + t > -girt-
  • -d- + a > -da-
  • -diz- + î > -dizî-

Hejmara peyvên dukîteyî yên bi rastî xwerû û xwemalî di kurdî de bisinor e.

Gelek peyvên ku niha wek peyvên xwerû dixuyin jî, tarîxiyen ne peyvên xwerû ne lê encamên ji du peyvan an jî ji peyvekê û pêşgir an paşgirekê ne. Bo nimûne:

  • “bi-lind” tarîxiyen ji “berz” + paşgira dîrokî “-ind”
  • ”bi-zin” tarîxiyen ji ”*biz” + paşgira dîrokî ya mêkirinê ”-in”
  • ”-zivir-” (rehê dema niha ji lêkera ”zivirîn”) tarîxiyen ji pêşgira dîrokî ”zi-” + ”-ger-” (> *-ver-”)
  • ”gundor, gindor” tarîxiyen ji peyveke ”gund-” ya bi wateya ”gilovir, girovir, gilor”, bidin ber ”gun”, di zimanên îranî yên kevn de ”gund” + paşgira ”*-or”.

Herwiha rehê gelek lêkerên transitîv (gerguhêz, têper) jî dukîteyî dixuye. Lê tarîxiyen ew rehên transitîv yên dukîteyî bi piranî ji rehê intransitîv (negerguhêz, têneper) bi zêdekirina ”-în-” çêbûne. Bo nimûne:

  • -ger- (rehê dema niha yê ”gerîn”) > -gerîn- (rehê dema niha yê ”gerandin”)

Rehê lêkerên transitîv yên ku hevberên xwe yên intransitîv yên ji eynî rehê etîmolojî nînin, bi piranî bi xwe jî yekkîteyî ne. Bo nimûne:

  • -çîn- (rehê dema niha yê ”çandin” – hevbera instransitîv nîne.)
  • -kuj- (rehê dem niha yê ”kuştin” – hevbera intransitîv ”mirin” ne ji eynî rehê etîmolojî ye.)

Çend rehên transitîv yên dukîteyî yên peyvên xwemalî hene:

  • -firoş- (rehê dema niha yê lêkera ”firotin”)
  • -nivîs- (rehê dema niha yê lêkera ”nivîsîn”)[5]
  • -avêj- (herwiha -avê-, rehê dema niha yê lêkera ”avêtin”)
  • -avix- (rehê dema niha yê lêkera ”axiftin, axivîn”)

Ew ne ji rehên intransitîv hatine çêkirin ji ber ku ti hevbereke wan ya intransitîv nîne. Lê tarîxiyen ew jî ne peyvên xwerû ne.

Di rastiyê de ”-firoş-” ji pêşgira îranî ya kevn ”fre-” + peyva îraniya kevn ”wexş” anku ji ”fre-wexş” hatiye çêkirin. Heman pêşgira ”fre-” di hinek peyvên niha yên îranî de bi awayê ”fer-” tê dîtin: ”ferman, ferheng”. Ev herdu peyv jî niha wek peyvên xwerû dixuyin lê di rastiyê de peyvên pêkhatî n ene: fer-man, fer-heng.

Herwiha ”-nivîs-” jî pêşgira dîrokî ya ”ni-” ya bi wateya ”jêr, xwarê” + ”*pîs-” e û wateya ”jêr xîç kirin, jêr xet kirin”. Heman ”ni-” bo nimûne di peyvên wek ”nivistin, niştin, rû-niştin, nişîv…” de jî maye.

Rehên ”-avêj-” û ”-axiv-” jî ji paşgira dîrokî ya îraniya kevn ”a-” + ”*-vêj-” û ”*-xiv-” hatine çêkirin anku ew jî tarîxiyen ne xwerû ne.

Rehê demê niha yê lêkera intransitîv ”gihiştin, gehiştin” di hin devokan de ”-gih-, -geh-” anku yekkîteyî ye û rehê hevbera wê anku rehê lêkera ”gihandin, gehandin” jî bi zêdekirina ”-în-” li rehê instransitîv çêbûye anku ”-gihîn-, -gehîn-” e.

Lê di hinek devokan de jî ”-gihêj-, -gihîj-” e anku dukîteyî ye. Ev wek istisnayeke ji rêbaza yekkîteyîtiya rehên instransitîv dixuye. Lê sebeb ew e ku ew reh bi xwe tarîxiyen di rastiyê de ne xwerû ye lê bi ihtimaleke mezin ji peyva ”geh, gih” anku ”cih” e anku ew reh bi xwe peyveke ji peyveke xwerû çêkirî ye.

Bêguman hejmareke mezin ya peyvên din jî yên xwerû hene ku di kurdî de tên bikaranîn û dukîteyî ne. Lê gava ku mirov li etîmolojiya wan vekole, dê bi hêsanî bibîne ku ew bi eslê xwe peyvên biyanî ne tevî ku bi sedan salan e di kurdî de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • kitêb, qelem, defter, qanûn, silav…
  • şekir, petat/kartol, savar…

Herwiha rehê gelek lêkerên intransitîv jî dukîteyî ye. Bo nimûne:

  • -se-kin- (rehê ”sekinîn”)
  • -xe-bit- (rehê ”xebitîn”)
  • -be-til- (rehê ”betilîn” anku “westîn”)

Lê gava ku mirov li etîmolojiya peyvên wiha vekole, dê bibîne ku peyvên wiha bi eslê xwe ne xwemalî ne anku ne peyvên kurdî/îranî/hindûîranî/hindûewropî ne. Piraniya wan ji zimanên samî ne, di pratîkê de ji erebî yan ji aramî hatine wergirtin.

PEYVÊN XWERÛ Û XWEMALÎ YÊN SÊKÎTEYÎ?

Hinek peyvên xwerû anku bêpêşgir û bêpaşgir û nepêkhatî/nedariştî yên sêkîteyî di kurdî de tên bikaranîn. Bo nimûne:

  • kom-pû-ter, te-le-be, sî-ne-ma…

Lê wek ku tê zanîn, ev peyv bi eslê xwe biyanî ne. Tevî ku di kurdî de ew wek peyvên xwerû bixuyin jî, di zimanên jêder de piraniya wan ne xwerû ne lê ji hinek peyvên din hatine çêkirin. Bo nimûne:

  • “kompûter” ji inglîzî “computer” ji “compute + -er”
  • “telebe” ji erebî ji rehê ”t-l-b-“

Gelo ti peyvên xwemalî yên xwerû yên sêkîteyî hene?

Wek ku me li jor diyar kir, hejmara peyvên xwemalî yên xwerû yên dukîteyî jî gelek bisinor e anku kêm e.

Peydakirina peyvên xweyû yên sêkîteyî test û azmûneke hê jî dijwartir e.

Yek ji peyvên xwemalî yên ku belkî were bîra gelek kesan peyva “zivistan” e. Ew bi rastî jî peyveke sêkîteyî ye:

  • zi-vis-tan

“Zivistan” wek peyveke xwerû dixuye ji ber ku mirov nikare wê kurttir bike û dîsa jî peyveke watedar jê bimîne.

Lê wek ku ihtimalen xwandevan dê pê bihese, li dawiya peyva “zivistan” heman paşgira “-stan, -istan” heye ku bo nimûne li dawiya peyvên wek “gulistan, Kurdistan” jî heye. Eger em li dijwateya “zivistan”ê anku li peyva bi wateya “havîn” ya farisî binêrin, em ê bibînin ku ew “tabistan” e ku dîsa “-stan, -istan” li dawiya wê ye jî. Wek ku tê zanîn, “tab” bi farisî tê wateya “tav” anku “tabistan” bi wergera xwe ya herfî dibe “tavistan”.

Di rastiyê de “havîn” herwiha bi kurdiya başûrî (anku feylî, kelhurî, kirmaşanî) jî “tawistan” e lê niha bi piranî kurt bûye û bi awayê “tawsan” tê gotin.

Peyva “zivistan” di zazakî de niha bi awayê “zimistan” û di farisî de jî bi şêweyê “zemistan” (farisiya derî) û “zêmêstûn” (farisiya tehranî) ye. Lê di zimanên kevn yên îranî û di zimanên din yên ewropî de, yên ku hevrehên peyva “zivistan” parastiye, ew peyv bi awayê “zime-, zima-, hima-…”[6] ye anku “-stan” li dawiyê nîne.

Anku hem “zivistan” ya kurmancî, “zimistan” ya zazakî û hem jî “zemistan, zêmêstan, tabistan” yên farisî di rastiyê de ne peyvên xwerû lê peyvên dariştî ji peyva “*zime-“ û paşgira “-stan” in. *Zime- di îraniya kevn û proto-hindûewropî de hem wateya “zivistan” û hem jî manaya “sar” dida. Wek ku tê zanîn M di kurmancî de gelek caran dibe V, bo nimûne: kurmancî “nav, dav, gav…” lê zazakî/farisî “nam-, dam-, gam-“.

Bi berfirehî tê zanîn ku paşgira “-stan” wateya “cih, war, zevî, milk, mesken, welat” dide, bo nimûne “gulistan” (zeviya gulan) û “Kurdistan” (welatê kurdan). Lê em dizanin ku “-stan” di peyvên “zivistan, zimistan, zemistan” û “tabistan, tawistan/tawsan” de wateya “cih, war, welat” nade.

Di rastiyê de eslê peyva ”-stan” lêkera proto-hindûewropî *steh- e ku wateya “sekinîn, rawestîn” dide. Ew di peyva kurdî “rawe-ST-în, rawe-ST-andin” bi xwe de jî peyda dibe. Heman peyva proto-hindûewropî ji latînî wek “status” bi riya fransî wek peyvên “estate” (milk), “state” (dewlet; rewş) û “status” (statû) ketiye inglîzî jî. Bala xwe bidinê ku “state” di inglîzî de jî hem wateya “dewlet” (~ welat) û hem jî manaya “rewş, hal, weziyet” dide.

Piştî redkirina xwerûtiya peyva “zivistan”, bi rastî jî nivîserê vê lêkolînê bi xwe ne haydar e ku ti peyveke xwemalî û xwerû ya sêkîteyî di kurdî de peyda dibe.

Heta eger yek an çend peyvên xwemalî yên xwerû yên sêkîteyî hebin jî, kurdî di peyvên xwerû de bi giraniyeke bêguman li ser bingehê peyvên yekkîteyî û – bi awayekî berçav kêmtir – li ser bingehê peyvên dukîteyî ava bûye.

Ji ber vî sebebî anku avabûna li ser bingehê peyvên yekkîteyî û dukîteyî, di axiftina kurdî herwiha hewl tê dan ku peyvên nexwerû jî yên pirkîteyî (sêkîteyî yan zêdetir) jî bên kurtkirin û hejmara kîteyên wan dakeve. Bi taybetî hewl tê dan ku hejmara peyvên sêkîteyî bibe dukîteyî.

KÊMKIRINA HEJMARA KÎTEYÊN PEYVAN

Eger em hê jî piçekê li peyva “zivistan” vegerin, em ê bibînin ku ew di hemû devokên kurmancî de û herwiha di soranî de jî ne sêkîteyî ye. Bo nimûne:

  • bi soranî: zistan (li hin deran ”zisan”)
  • bi hin devokên kurmancî: zistan, zivtan, vistan

Anku hem di soranî de û hem jî di hin devokên kurmancî de ”zivistan” ya sêkîteyî bûye dukîteyî (zis-tan, ziv-tan, vis-tan).

Herwiha dukîteyîkirina peyvên sêkîteyî di hin peyvên ji erebî wergirtî de jî tê dîtin. Bo nimûne:

  • a-xi-re(t) > kurdî “ax-ret”
  • se-ke-rat > sik-rat (hinek devok)
  • şi-ka-yet > şi-kat (hinek devok)
  • wi-la-ye(t) > wilat (soranî) û welat (kurmancî)

Lê dukîteyîkirina peyvên sêkîteyî bi taybetî di peyvên nexwerû de bi berfirehî tê dîtin. Bo nimûne:

  • bi-gi-re > big-re
  • xa-ni-yê me > xan-yê me

Wek ku tê dîtin, di nimûneyên li jor de kêmkirina hejmara kîteyan bi avêtin i-yekê tê kirin. Ev rêbazeke berbelav e û mirov dikare bibêje ku li seranserî devokên kurmancî tê bikaranîn.

Ji bilî avêtina i-yekê, li gor devokan hin awayên din jî yên kêmkirina kîteyan mimkin in. Yek ji berbelavtirîn awayê kêmkirina kîteyan avêtina -e- ji paşgira ”-ek” ya nediyar e bi taybetî gava ku vokaleke din were dûv wê. Bo nimûne:

  • Na-ne-kî bide min. > Nan-kî bide mi
  • Tiş-te-kî bîne. > Tişt-kî / tiş-kî bîne.

Nadiren kêmkirina kîteyan bi avêtina konsonantekê jî dibe, bi taybetî bi J. Bo nimûne:

  • di-bê-jin > di-bên
  • ba-vê-je[7] > ba-vê

ZÊDEKIRINA HEJMARA KÎTEYÊN PEYVÊ

Ji bilî kêmkirina hejmara kîteyên peyvê, kurdî carinan herwiha hejmara kîteyên peyvê zêdetir jî dike.

Bo nimûne, wek ku tê zanîn, di kurmancî de dema borî ya dûr rehê demên borî + lêkera ”bûn” çêdibe. Bo nimûne:

  • çû + bû > ew çû-bû

Lê eger yek an zêdetir konsonant li dawiya rehê demên borî be, hingê di zimanê nivîskî û piraniya devokan de ”i” tê navbera wî rehî û lêkera ”bûn”. Bo nimûne:

  • hat + i + bû > ew ha-ti-bû

Anku li şûna ”hat-bû” ya dukîteyî, mirov ”ha-ti-bû” ya sêkîteyî dibêje û dinivîse.

Herwiha wiha bo nimûne:

  • kir + i + bû > ki-ri-bû (li şûna ”kir-bû”)
  • girt + i + bû > gir-ti-bû (li şûna “girt-bû”)
  • stand + i + bû > stan-di-bû (li şûna ”stand-bû”)

Sebebê zêdekirina “i” ew e daku hejmareke zêde ya konsonantan nekevin dûv hev, wek “girtbû” yan “standbû”.

Wek ku tê dîtin, ev zêdekirina “i” di heman demê de dibe sebebê zêdebûna kîteyekê jî li peyvê. Bi piranî peyvên dukîteyî wiha dibin sêkîteyî.

Lê carinan peyvên sêkîteyî jî dibin çarkîteyî. Bo nimûne:

  • gi-hand + i + bû > gi-han-di-bû

Ji bilî zêdekirina ”i” ya berbelav, herwiha ”e” jî di hinek peyvên pêkhatî (peyvên ji du yan zêdetir peyvan çêkirî) de tê bikaranîn bo rêgirtina li ber pevgihiştina zêde konsonantan. Di heman demê de ew jî dibe sebebê zêdekirina kîteyan. Bo nimûne:

  • pîr + mêr > pî-re-mêr
  • dest + bi-ra > des-te-bi-ra
  • kurt + çî-rok > kur-te-çî-rok
  • rêz+nivîs > rê-ze-ni-vîs

Ji bilî van, di çend peyvan de hinek awayên din jî yên sêkîteyîkirina peyvên dukîteyî di hinek devokan peyda dibe. Bi taybetî de ew di çend peyvên hevwate yên bi wateya ”wek, mîna” de bi paşgira ”-nî” tên çêkirin. Bo nimûne:

  • mî-na (wek) > mî-na-nî
  • fe-na (wek, mîna) > fe-na-nî
  • no-la (wek, mîna) > no-la-nî

Lê heman paşgira “-nî” bi kêmanî peyveke din jî ya hoker digire ku ne bi wateya “wek” e:

  • he-ta/he-ya (ji erebî ḥet-ta حتّا) > he-ta-nî/he-ya-nî

Hêjayî gotinê ye ku formên bi ”-nî” (wek ”mînanî, nolanî, hetanî…”) û formên bêyî ”-nî” (wek ”heta, mîna, nola…”) bi temamî hevwate ne. Sebebê wergirtina paşgira ”-nî” di van peyvan de nayê zanîn.

_____________________________________________________________

TÊBÎNÎ

[1] Formeke devokî ji peyva ”heşt” (hejmar 8).

[2] Wek ”ez û tu”.

[3] Bi hin devokan ”-de-”, bo nimûne ”ez di-de-m” (ez di-d-im).

[4] Carinan ev dibe sebebê guherîna hinek dengên nav rehê lêkerê jî. Bo nimûne -çîn- > çand yan -parêz- > -parast-.

[5] Bi hin devokan ”-nivês-” û ”nivêsîn”.

[6] Binêrin: http://ku.wiktionary.org/wiki/zivistan

[7] Awayê nivîskî bi piranî ”biavêje” anku bi ”bi-” ye lê di pratîkê de ”i” nayê gotin û kîtekirina awayê gotinê ”ba-vê-je” anku sêkîteyî ye û ne ”bi-a-vê-je” anku çarkîteyî ye.

 

Husein

Nivîskar/Zimannas:

Husein Muhammed

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply