Justî, ŞÎN “bazê nêçîrê” -ku Socin ev peyv ji Tor û Botan berhev kiribû- wek varyanta ŞAHÎN pêşan dide. Bi ya min xelet e. Li vir wî serrişteyek jî daye me ku erebîya vî teyrî ZURUQ e. زرقة zurqe(t) bi erebî “rengê şîn” e. Wek ku têkilîyek heye di navbera navê teyr û rengî de.
Daneyên ji farisî, vê qinyata bi me re çêbûyî teqwiye dikin. Îstinad bi Burhanê Qati’ (1652): “XIŞÎN A. Her tiştê (bi rengê) şîn, bi şîn ve B. Bazê pişt-şîn. Bi tirkî dibêjinê ‘qizilqûş’. Û hinek dibêjin ew baz e ku ne reş e ne spî ye”.
Minasebeta reng û navê teyr di erebî, farisî û kurdî de balkêş e. Wek karê dawî em li berdêla tirkî ya vî teyrî jî mêze bikin ku Burhanê Qati’ gotibû “qizilqûş”. Ev tirkî, bi texmîna min ne ya Romê (Anadolê) ye lê ya Azerbaycanê ye: “Qizilqûş, cureyek teyrê ji bo nêçîrê”
Zal Mazî nivîsand