Peyva Ba-

BA: Hewayê ku dilive. (Duh bayekî sar dihat).
Ba + v = bav.
Ba + r = bar.
Ba + c = bac.
Ba + ş = baş.
Ba + x = bax.
Ba + z = baz.
Ba + n = ban.
Hin hevok ji berhemên min ên wêjeyî:
– Bav ba ye, dayîk talde ye.
– Barê ku ba bêxîne, riya xwe pê nexîne.
– Cihê ku baca ba hebe, li wir nebe.
– Ba baş ba ye, lê şev tirs û ta ye.
– Bayê li nav baxan, dermanê derdan.
– Ba û ban hene, lêbanî tune ne.
▪Feqeyê Teyran dibêje:
Sed hizar çav min divîna
Bayekî perde hilîna
Xet û xal min têr dibîna.
▪Heger kesekî/a pir jar be, Kurd dibêjin:
– Li bere ba dibe.
– Li bayekî maye.
– Dimeşe ba pê dilîze.
– Ba dibe û ba tîne.
– Perê/a li ber ba ye.
– Li kurbayekî meye.
– Heger ba hebe, dê li ber biçe.
▪Heger kesekî/a baş ligel kesekî/a ne baş digere yan diçe cihekî, jê re dibêjin:
– Tu çawa bi ber bayê wî/ê ketî û çû?
– Tu çima bi ber bayê wî ketî û çû?
– Ma kes bi ber bayê wî/ê dikeve û diçe?!
– Ma kes bi ber bayê wî/ê dikeve û tevê digere?!
▪Heger kesek naxweze dost, heval an mervekî/a xwe bi kesekî/ê re karekî bike yan naxweze jê bawer bike, jê re dibêje:
– Bi ber bayê wî/ê nekeve.
– Bayê wî/ê reş e.
– Yê/a bi ber bayê wî/ê keve, dê poşmam bibe
– Ber baketina wî erzanî ye.
▪Heger kesek nizanibe bi mijarekê nizanibe û li ser wê baxive, Kurd dibêjin:
– Bê/bayî diçine.
– Berde bi ber bayê xwe ketiye.
– Ji xwe re bê/bayî dicû. ,
– Bê/bayê vediçirîne.
– Derziya wî/ê bê/bayî didirû.
▪Heger kesek tir an fisekê dike, dibêjin:
– Ba bi ber ket.
– Ba bi ber ket û li ber xwe neket.
– Yên li civata kesên ku ba bi ber wan dikevin
rûnin, ji bêhna pîs bêhnteng nabin.
▪Ji biwêjên pêşiyan:
– Bi ber bayê golikan ket, da lotikan.
– Ba li bêdera wî hatiye.
– Bayê fîtfîta min wî dêxîne, dibêje ez bahoz im!
– Heger tu ba yî, ez bager im.
– Ba û baran dizanin.
– Ewr giran e, ba baranê tîne.
– Li bayê bezê çû.
– Li bayê bezê hat.
– Bi bayekî re diçe û bi bayekî re tê.
– Bayek dibe, bayek tîne.
▪Hin peyvên ku “ba” têde heye:
Bahoz
Bager, bagerok
Bafirk
Bapilîsk, babelîşk, bapelîsk, babilîzk
Bapijk
Batoz
Kurba
Reşba.
Merwan Berekat

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Şiroveyek

  1. Ez dixwazim bi zimanê xwe yê delal dua bikim û ji xwedayê xwe bixwazim. Xwezî tu gotarekê binivîsî û tê de hemû têgehên girîng ên Îslamê wergerînî Kurdî…

    Xwedayê me bi hemû zimanan dizane.

Leave a Reply