Pirbûna peyvên tirkî yên di zaravayê soranî de bala min kêşabû. Hin peyv qet li Bakur nîn in lê di soranî de likar in. Yek ji van peyvan TIRUMTE “başok” (li xwar, ji ferhenga Wahby û Edmonds). Ya ku ez dizanim cara pêşî ev peyv di Dîwana Mahmûdê Kaşxerî de hatiye tomarkirin.
Kaşxerî ji bo “تٌرٌمتای turumtay” gotiye “teyrekê nêçîrê”. Piştî vegirtina Rojhilata Navîn ji alîyê moxolan ve, ev peyv di lixetên moxolî-erebî de jî xwe dide. Yek ji van lixetan/fêrista peyvan, Rasulid Hexaglot e ku bi emrê melikê Yemenê El-Efdel El-Ebas hatiye tertîbkirin.
Moxolnasê navdar Ligeti berdêla erebî ya turumtay-a moxolî wekî “el-nunu we huwe el-celem” dixwîne. Bi min be wî şaş xwendiye. Weke ku li xwarê jî tê dîtin niqteyên destnivîsarê nîn in. Lewma bi qinyata min şikilê rast يؤيؤ yu’yu’ e yanî “başok”. Herçî “celem” e ev nav,
xasî erebîya Misir û Sûrîyê ye. Di ferhengokeka din a erebî-tirkî de jî (qirnê 14an) ji bo جلما celema, TURUNTAY hatiye nivîsandin. Bi qetî nayê zanîn ka eslê wê tirkî ye yan moxolî ye. Lê di gelek zimanên tirkî de (ozbekî, uyxûrî, qirxizî û hwd) ev peyv heye.
Ferhenga ozbekî-rûsî ji bo TURUMTOY gotiye дербник yanî bi înglîzî “merlin”. Ev peyv ji tirkî derbasî farisî jî bûye. Ferhenga farisî-rûsî jî eynî mane daye: ترمتای [торомтай] дербник, чеглок (сокол). Li gora ku dîyar e peyv di ser farisî re ketiye nava kurdî.
Navên çend teyrên dirende ji tirkî derbasî kurdî bûne. Yên giştî (yên ku niha têne bîra min) ev in: çelexan laçîn qertel ~ xertel qirxûy şimqar terlan Dibe ku hin navên mehelî jî hebin. Wekî atmece “başok” ku li Serhedê tê bikaranîn. Eslê “balaban ~ baleban” mechûl e.
Ev, YEREQ-a tirkî jî… Naxwazim jê qal bikim.
Zal Mazî